Pêncşem, 5 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Desthilatdariyê ev biryar da, ne dadgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Patrice Franceschi: Ne Kurd, El Kaide hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Naskirina statuya Kurdan wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be.”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Daxuyaniya hunermendên ji Rojava vegeriyan: Metirsî dewam dike, divê em berxwedanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di ‘Çarşema Yekbûnê’ de şehîd Ehmed Hêmin hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Rojava divê daîmî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê bîranîna şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Şehîd Ehmed Hêmin wê sibê li Silêmaniyê merasîmekî girseyî were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ li Krasnodarê peyama piştgiriyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mazlûm Ebdî: 2026’an dê ji bo me bibe destpêkek nû
Rojane

Mazlûm Ebdî: 2026’an dê ji bo me bibe destpêkek nû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ragihand ku hevdîtina wan a li gel hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê didome û got ku sala 2026’an dê ji bo QSD’ê bibe destpêkek nû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di hevpeyvîneke xwe ya li gel Aryen TV’yê de behsa zêdebûna gefên DAÎŞ’ê, diyaloga li gel hikûmeta Şamê, danûstandinên entegrasyonê di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de, vegera koçberan û siberoja QSD’ê nirxandinên berfireh kirin.

PIRSGIRÊKA SÎSTEM Û ZÎHNIYETÊ DIDOME

Mazlûm Ebdî, diyar kir ku li Sûriyeyê hê guhertineke bingehîn a zîhniyetê pêk nehatiye û destnîşan kir ku hişmendiya navendparêz a ku ji rejîma Baas’ê weke mîrate maye, hebûna xwe didomîne. Ebdî got, “Hê jî tê xwestin Sûriye ji aliyê komekê ve were birêvebirin. Pirsgirêkên Durziyan nehatine çareserkirin, li herêmên ku Elewî lê dijîn komkujî pêk hatin. Hevdîtin hene, lê pêşketin nîne.”

‘HÊZÊN KU NAXWAZIN ÇARESERÎ ÇÊBIBE HENE’

Ebdî, anî ziman ku di nava rêveberiya Şamê de hin kom hene ku çareseriyê naxwazin û got ku bi taybetî komên berê bi Tirkiyeyê re xebitîne û herêmên mîna Efrîn, Ezaz dagir kirine hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Ebdî got ku ev kom bûne beşek ji dewletê û helwesteke êrîşkar li dijî QSD’ê nîşan didin.

PEYMANA 10’Ê ADARÊ Û AGIRBEST

Ebdî, behsa nîqaşên li ser pêkhatina Peymana 10’ê Adarê heta dawiya salê kir û destnîşan ev yek nayê wateya ku her tişt wê di vê dîrokê de bidawî bibe. Ebdî, anî ziman ku serketina herî girîng a peymanê agirbest e û got, “Agirbest hê jî didome û ev yek ji bo gelê Sûriyeyê gelekî girîng e. Diyalog di hawirdoreke bê şer de mimkun e.”

DIYALOGA BI ŞAMÊ RE DEWAM DIKE

Ebdî, da zanîn ku diyaloga li gel rayedarên hikûmeta Şamê bê navber didome û got ku hem artêş û hem jî Wezareta Karên Derve yê DYE’ê di vê pêvajoyê de cih girtine. Ebdî, da xuyakirin ku her çend carnan hevdîtin giran pêk hatibin jî, bi temamî qut nebûne.

ENTEGRASYON: ‘EM BI HEV RE AVA BIKIN’

Ebdî, li ser entegrasyona QSD’ê ya di nava artêşa Sûriyeyê de jî got ku divê ev pêvajo ne li ser esasê tasfiyekirinê li ser esasê avakirina hevpar be. Ebdî got, “’QSD’ê artêşeke bihêz e. Di nava Wezareta Parastinê de em dixwazin bi hev re artêşeke nû ji bo Sûriyeyê ava bikin. Divê QSD’ê di vê avahiyê de roleke girîng bilîze.” Ebdî, her wiha anî ziman ku rêveberiya Şamê ji ber berpirsyariyên navnetewî neçare ku biguhere.

YPJ XETA ME YA SOR E

Ebdî, bal kişand ser statuya taybet a YPJ’ê û destnîşan kir ku artêşbûna jin di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û di qada civakî de roleke diyarker dilîze. Ebdî, da zanîn ku pêşniyara QSD’ê ew e ku YPJ’ê weke tabûreke xweser di nava artêşa Sûriyeyê de xwe birêxistin bike û got, “Ger ev pêşniyar neyê qebûlkirin, entegrasyon wê zehmet be. Destketiyên jinan ji bo me xeta sor e.”

PÊŞNIYARA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê HÊZEK HEVPAR BÊ AVAKIRIN HAT KIRIN

Ebdî, behsa êrîşa li Palmîrayê ya li dijî leşkerên DYE’yê jî kir û got ku ev yek cidiyeta gefa DAÎŞ’ê nîşan dide. Ebdî got, “Bûyera Palmîrayê; nîşan da ku DAÎŞ hîna jî heye û xwe jinûvebirêxistin dike, bi taybetî li rojavayê Çemê Firatê.” Mazlûm Ebdî, diyar kir ku wan pêşniyar kiriye ku li dijî DAÎŞ’ê bi koordînasyona rêveberiya Şamê, koalîsyona navneteweyî û QSD’ê hêzek leşkerî ya hevpar bê avakirin.

EFRÎN Û HERÊMÊN DIN ÊN DAGIRKIRÎ

Ebdî, behsa plana xwe ya ji bo vegera koçberan kir û got, “Ji bo ku gelê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî vegerin, me planeke taybet amade kiriye û em dixebitin ku pirsgirêkên têkildarî vê vegerê çareser bikin, ku ev yek pêdivî bi erêkirina aliyê Tirkiyeyê di hevkariya bi Hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî re heye û em li ser vê bingehê dixebitin. Em hêvî dikin ku vegera xelkên Efrînê bi awayekî birêxistinkirî û bi kom dest pê bike.”

KAMPA HOL Û DAÎŞ’Î

Ebdî, têkildarê mijara kampên DAÎŞ’ê û bi taybetî kampa Holê wiha got, “Me kariye em pirsgirêkên nîvê niştecihên wê çareser bikin, ku hinek ji wan vegeriyane herêmên xwe yên li rojavayê Çemê Firatê. Em bi Hikûmetê re dixebitin da ku planekê ji bo vegera yên mayî pêk bînin, her wih hevdîtina me ya bi Iraqê re jî berdewam e.”

‘SALA 2026’AN DÊ BIBE SALA SERKETINÊN NÛ’

Ebdî, di nirxandina xwe ya têkildarê sala nû de bal kişand ser nîqaşên li ser siberoja QSD’ê û got, “Sala 2026’an dê ji bo me bibe destpêkeke nû. Hewldanên me hene û em ê wan bixin pratîkê. Di sala nû de em ê serketinên girîng bidest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Îranê ji heman malbatê 3 kes binçav kirin
Nûçeya Pişt re Ji bo şehîd Elîşêr Feraşîn taziye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (244)

Çemkî Netewey Dêmokrratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(2)Qazî: Zor le têorîstî siyasî basî çemkî neteweyan kirdûwe be…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Jîna Emînî li Zurîhê hate bîranîn: Hûn ê nekarin jinên Kurd bêdeng bikin

Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên faşîst bi felsefeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Yegen: Erdogan û AKP êdî neçar in ku bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin û ji civakê re vebêjin

Prof. Mesût Yegen anî ziman ku piştî serdana Îmraliyê di daxuyaniyan de zimanê aktorên siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bozan: Desthilatdariyê ev biryar da, ne dadgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameya 13 cangoriyan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?