Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Pêwîstiya hiqûqî ya pêvajoyê di bin berpirsyariya dewlet û desthilatdariyê de ye’
Rojane

‘Pêwîstiya hiqûqî ya pêvajoyê di bin berpirsyariya dewlet û desthilatdariyê de ye’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got, "Avakirina pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoyê di bin berpirsyariya hevpar a parlament, saziyên siyasî, desthilatdarî û dewletê de ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê, nirxandinên li ser Pêşnûme Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2026’an dewam dikin. Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser mijarê mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku bi budçeyên AKP’ê re ku 24 sal in li ser desthiltadariyê ye, pirsgirêkên bingehîn ên gel nehatine çareserkirin. Gulistan Kiliç koçyîgît got, “Ji mûçeyê kêmtirîn heta bi teqawîtan, ji jinan heta bi cotkaran, ji dikandarên biçûk heta bi mamosteyên nayên tayînkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê hûn hîn çend budçeyan, çend salên din dixwazin?”

Koçyîgît bal kişand ser rêjeya bacê ya ku di nava tevahiya salê de bê komkirin û diyar kir ku welatî di her kêliyê de bi sed hezaran lîre bacê didin, enflasyona rasteqîn li mitbexê û bazarê ye. Gulistan Kiliç Koçyîgît her wiha işaret bi newekheviya hatineyê ya li Tirkiyeyê kir û anî ziman ku cotkar di nava deynan de ne, para ji budçeyê tê veteqandin ne ji bo çandiniyê lê ji bo çekê tê bikaranîn.

Gulistan Kiliç Koçyîgît qala budçeya Wezareta Wekheviya Civakî û Kar jî kir û destnîşan kir ku para ji bo xurtkirina jinan tê veqetandin gelekî kêm e. Koçyîgît got, “Ev yek wêneyekî cihê şermê ye” û ragihand ku ji ber kêmaniya budçeya ji bo stargehên jinan tê veqetandin, kuştina jinan zêde dibe.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku budçe li ser bêedaletî û newekheviyê hatiye avakirin û got, Elewî û Kurd bi salan e mexdûrê sîstema yekperest in.

‘CIHÊ ÇARESERIYÊ MECLÎS E’

Gulistan Kiliç Koçyîgît qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtaîk û çareseriya pirsgirêka Kurd jî kir û destnîşan kir ku avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî gelekî girîng bû. Gulistan Kiliç Koçyîgît hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêber Apo re weke “gaveke dîrokî” pênase kir û hemû aktorên siyasî yên keda wan di vê mijarê de hene pîroz kir.

‘DIVÊ EM BI HEV RE ÇARESER BIKIN’

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku jiyana bi hev re tenê bi afirandina çareseriya bi hev re dibe û navnîşana çareseriyê jî Meclîs e. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd wê bibe demokratîkbûna Tirkiyeyê û ev yek jî bi demokrasî û azadiyê dikare pêk were.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê ragihand ku pêwîstî bi peymaneke nû ya civakî ya li ser bingeha mafên mirovan heye û di vê mijarê de perwerdeya bi zimanê dayikê, demokrasiya xwecihî ya xurt, bidawîkirina rejîma qeyûm, wekheviya zayendî û dadgeriya serbixwe destnîşan kir. Her wiha destnîşan kir ku aştiya mayinde û jiyana hevpar divê bi rengekî hiqûqî bê garantîkirin.

‘DI BIN BERPIRSYARIYA DEWLET Û DESTHILATDARIYÊ DE YE’

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku pêvajoya bi banga Rêber Apo destpê kir, bi serdana komîsyonê ya li Îmraliyê derbasî qonaxeke din bû û got, “Avakirina pêwîstiyên hiqûqî yên vê pêvajoyê di bin berpirsyariya dewlet û desthilatdariyê de ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa DYE’yê li du keştiyên din ên li Pasîfîkê xist: 5 kes mirin
Nûçeya Pişt re Îranê li dijî DYE’yê pêşniyara piştgiriyê da Venezuelayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bagera Dolphinê li Çînê gihîşt bejayiyê: Zêdetirî 1 milyon kes hatin veguhestin

Bagera Dolphin a ki rojhilatê Çîn ê bandora xwe nîşn dide, li gel bayên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin

Di navbera QSD û hikûmeta Şamê de wê hefte pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Welat Efrîn: Heval Dîlan ji bo hemû gaziyan mînak bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?