Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku gundê Biwêr ê herêma Lucatê yê rojhialtê Derayê ji ber teqîna bombeyeke destan a bermahiyên şer jineke ciwan jiyana xwe ji dest da.
SOHR’ê diyar kir ku teqîn li nêzî mala jina ciwan pêk hatiye û di cih de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî SOHR’ê, li Sûriyeyê ji dema ketina rejîma Baasê (8 kanûn 2024) ve heya niha ji ber teqîna bermahiyên şer 674 kesan jiyana xwe ji dest da ku 205 zarok û 43 jin di nav de hene.

