Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rojnamevan hempîşeyên xwe Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bibîr anîn
Rojane

Rojnamevan hempîşeyên xwe Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bibîr anîn

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku dema êrîşên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di êrîşa balafirê bêmirov a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa bi SÎHA’yê de hatin qetilkirin, bi çalakiyekê bibîr anîn. Çalakiya bîranînê, li avahiya Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê hat lidarxistin. Gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya bîranînê de wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi find û çîçekan hatin xemilandin.

Endama MKG’ê Naz Ozek, di bîranînê de axivî û got: “Hevrêyên me rojnamevan bûn û ji bo rastiyê bi cîhanê re parve bikin li wir bûn. Bi ser qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re salek derbas bû. Li ser wesayîta wan nivîsa ‘Çapemenî-Press’ hebû lê dîsa jî hedef hatin girtin. Tevî vê jî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî têkildarî qetilkirina wan lêpirsînek neda destpêkirin û bêdeng man. Me careke din dît ku dema mijara behsa xeberê dibe Kurd, an dibin dijmin an jî xwe li ker û laliyê didanin. Lê belê em weke generalên biçûk ên Apê Mûsa, em ê li pey rastiyê bin û hesabê vê bipirsin. Em ê destûrê nedin ku kamera bikevin, pênûs bên şikandin. Rêya wan dê doz û têkoşîna me ronî bike. Em ê hevrêyên xwe yên di vê rêyê de canê xwe feda kirine tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Piştî axaftinan, sînevîzyoneke têkildarî Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hate pêşandan.

Piştî sînevîzyonê, hempîşeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan axivîn. Rojnameger Can Kirbaş, diyar kir ku Nazim û Cîhan Bîlgîn têkoşîna nivîsandina heqîqetê didomandin û ev têkoşîna ji Mûsa Anter, ji Gurbetellî Ersozê dihat. Kirbaş, got ku dê vê têkoşîna heqîqetê bidomînin û pênûsa wan li erdê nehêlin. 

Rojnamevan Nûjîn Yildiz, jî diyar kir ku qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne tiştekî rasthatî bû û got: “Têkoşîna li Bendava Tişrînê nîşan didan. Derewên çapemeniya Tirk teşhîr kirin. Bi xêra wan haya me ji heqîqetê bû. Nekarin heqîqetê veşêrin lewma jî hevalên me qetil kirin. Çapemeniya Azad her tim hedef hate girtin. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em heqîqeta kedkarên Çapemeniya Azad weke mîrate ji me re hiştiye dewr bigirin û heqîqetê nîşan bidin. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir. Heke hûn ji aştiyê bawer bin, wê demê divê Tirkiye hesabê komkujiyan bide. Heke ev nebin, ne bawerim aştiyeke rast bê. Em jî dê vê têkoşîna heqîqetê bidomînin.”

Rojnamevan Ugurcan Boztaş jî got: “Zextên li ser Çapemeniya Azad her tim hebûn û hêj hene. Em jî hewl didin li dijî van zextan bibin bersiv. Em jî hewl didin li dijî van polîtîkayên qirêjî bibin bersiv. Pêkvejiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşanî hemû dinyayê dan. Em ê têkoşîna wan derxin lûtkeyê.”

Piştî axaftinan, bîranîn bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Berfîn Nûrheq li Şengalê hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi EMEP’ê re civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Îzmîrê agir berdan febrîqeyekê

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo silavkirina salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Binarê Qendîlê piştgirî ji bo Helebê hat dayîn

Xelkê Binarê Qendîlê bi çalakiyek girseyî êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiye şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Firat: Em li dora Birêz Ocalan bicivin û destê wî xurt bikin

Hasan Basrî Firat ji bo yekîtiyê bang kir û got, "Bi banga nû ya Birêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de endamekî şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gundewarê Qamişloyê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê ji destpêka 2026’an ve 257 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?