Mala Jinan a bajarê Til Temirê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li parka Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da.
Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û jinên bajar beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliylê rêvebera Mala Jinan Hedla Ebdulwehab ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan dîwarê girtîgehê derbas kir û gihaştin tevahî gelên cîhanê.
Her wiha hate gotin, têkoşîna Rêber Apo îsbat kiriye û girîgeh nikarin heqîqetê tune bikin, lê vediguherîne qada têkoşînê û ramanên azad ku pêşkêşî mirovahiyê dike.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê hêz, têkoşîn û helwesta xwe ji ramanên Rêber Apo digirin û têkoşîna jinan a ji bo azadî û edalet û avakirina civakeke demokratîk û exlaqî di felsefeya wî de hatiye dîtin.
Jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, diyalog û temamkirina pêvajoya aştiyê kir. Di dawiya daxuyaniyê de jî diyar kir ku dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Rêber Apo têbikoşin.

