Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li 6 bajaran hatin şermezarkirin
Rojava

Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li 6 bajaran hatin şermezarkirin

Saziyên civaka sivîl û Kongra Star ên li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistaniyên li Lubnanê bi daxuyaniyên cuda êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Saziyên civaka sivîl û Kongra Star ên li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi tundî şermezar kirin.

ÇILAXA

Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê têkildarî êrişên li ser Şêxmesûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da. Endama kongreyê Tesnîm Mihemed daxuyaniyê li pêş navenda kongreyê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li gel dorpêça li ser her du taxan êrişên li ser li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin. Hat diyarkirin ku ev rageşiya ji aliyê hikumeta veguhêz ve dikeve çarçoveya qelsbûna ewlehiya her du taxan û têkbirina aramiyê.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana her du taxan bi dawî bû.

AMÛDÊ

Xelkê Amûdê jî li pêş dibistana El Meerî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevseroka Rêveberiya Dibistanan Henan Xalid û endamê Meclisa Bajarê Amûdê Ebdurehman Şehadê ve bi amadebûna koçberên Efrîn û Şehbayê û endamên saziyên civaka Sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên komên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin û hat gotin ku binpêkirina eşkere li dijî şêniyên her du taxan e û ev êrîş di çarçoveya berdewama siyasetên nijadperestiyê û derxistina fitneyan de pêk hatin. Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê bi hemû taîfeyên wê hat kirin ku li hember hewlên derxistina fitneyan yekgirtî bin.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedanê û şermezarkirina êrîşan bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Xelkê Til Hemîsê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi daxuyaniyekê li çerxerêya Dozgeriyê êrîşên li ser taxên Helebê şermezar kirin. Endamê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Salih El Xelef daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êriş hatin şeremzarkirin û hat gotin ku ev êriş ne bûyereke leşkerî ya derbasdar e, lê peyameke xeternak e ku piştî serdana wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ji Şamê re pêk hat. Armanca wan ew bû ku peymana 10ˊê Adarê têk bibin û proseya siyasî ya cidî xerab bikin.

Di dawiyê de xelkê Til Hemîsê piştgirî da şêniyên her du taxan û hêzên leşkerî.

EYN ÎSA

Meclisa Bajarê Eyn Îsayê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Bajarê Eyn îsayê Zeyneb Xelîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîstî bi rawestandina tevahî şêweyên êrişan heye, rêya yekane ya parastina Sûriyeyiyan ji wêraniya zêde yekitiya neteweyî ye. Aştiya rastîn ne bi gotinan e, lê bi edalet û naskirina mafan û rêzgirtina rûmeta mirovan e.

KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê daxuyaniyek da. Şêwirmendê Qanûnî yê Rêveberiya Xweser a kantonê parêzer Mistefa Muslim bi amadebûna endamên Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Apo, nûnerên ji saziyên sivîl, daxuyanî li navenda rêveberiyê ya kobanê xwend.

Yekitiya Parêzeran a kantona Firatê jî li navenda xwe ya Kobanê bi amadebûna yekitiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û parêzeran û endamên Meclisa Edaleta Civakî ya kantonê daxuyaniyek da, ji hêla parêzer Şahîn Elî ve hat xwend. Di daxuyaniyan de êrişên li ser her du taxan hatin şermezarkirin û hat gotin ku ev êrîş hemwextî serdana şandeya Tirkiyeyê ji Şamê re pêk hatin. Hikûmeta demkî berpirsê tevahî êrişan e.

Di dawiyê de berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin.

BEYRÛT

Kurdistaniyên li Lubnanê bi daxuyaniyekê metirsiyên xwe ji bo êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anîn ziman, hikûmeta demkî berpirsê êrîşan dît û bang hatin kirin ku divê dorpêç tavilê rabe, li gorî peymanên hatine îmzekirin tev bigerin û sûcdaran werin cezakirin.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo şehîd Agir Serhed taziye
Nûçeya Pişt re Kûrtûlmûş bi endamên partiyên ku koma wan li Meclisê tinene re civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

Rojnameya Newaya Jin gotina "Têkoşîna me dijwar e, balkêş e û yekkirî ye" ya Sakîne…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Fransayê erdheja siyasî: Macron bi xeter tevdigere

Encamên Parlamentoya Ewropayê li Fransayê bû sedema erdheja siyasî. Rastgiriya tund bi skoreke dîrokî bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ji Akbelen heta Cûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê cenazeyê şervanek hat veşartin, 2 şervan hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

Ji aliyê Stêrk TV

Pezeşkiyan li NY’ê axivî: Em ê heta dawî Îranê biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?