Tabloya siyasî ya nû ku li Sûriyeyê di 8’ê Kanûna 2024’an de piştî hilweşîna rejîma Esad derkete holê, di demeke kurt de ji veguhestineke demokratîk wêdetir veguherî pêvajoyeke welê ku destwerdanên derve zêde bûn, lêgerîna avaniyeke navendî jinûve derkete pêş. Komkujiyên ku di nava sala 2025’an de li pey hev hatin kirin, mutabaqatên li ber şikestinê, ferzkirinên destûra bingehînî û agirbestên tim û tim hatin binpêkirin, raxistin pêş çavan ku li Sûriyeyê çareseriyeke ku xwe dispêre temsîliyeta wekhev a gelan hîn jî dûr e.
Bi taybetî di vê pêvajoyê de komkujiyên li beravê yên li hemberî Elewiyên Ereb, aqûbeta mutabaqata navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê ya ku 10’ê Adara 2025’an hate îmzekirin û zextên siyasî û leşkerî yên li ser Rêveberiya Xweser, weke qonaxên krîtîk ên ku paşeroja welêt diyar bikin derketin pêş.
KOMKUJIYÊN LI BAJARÊN BERAVÊ
Di navbear 6-10’ê Adara 2025’an de komên çete yên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li bajarên Lazqiye, Ceble, Daliye, Qardaha, Tartûs, Banyas û Hamayê li hemberî civaka Elewî ya Ereb êrişên berfireh kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî û rêxistinên mafên mirovan, hêzên cîhadîst ên biyanî yên ser bi HTŞ’ê, Tumena Suleyman Şah (Ebû Emşet), Tumena Hamza yên ser bi dewleta Tirk ve tevlî van êrişan bûn. Di encamê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin, gelek qadên xwecihî hatin şewitandin û xerakirin.
Komkujiyên li beravê raxistin pêş çavan ku piştî guhertina rejîmê bendewariyên aştiya civakî û ewlekariyê çiqasî li ber şikestinê ne. Di heman demê de nakokî xist nava muzakereyên siyasî.
MUTABAQATA 10’Ê ADARÊ
Rojên ku komkujî hatin kirin, bi navbeynkariya DYE’yê di 10’ê Adara 2025’an de li Şamê di navbera Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ya li Şamê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî de mutabaqateke ji 8 xalan hate îmzekirin. Di nava mutabaqatê de misogerkirina tevlîbûna siyasî, naskirina mafên destûra bingehîn ên hemû pêkhateyan, ragihandina agirbestê, entegrasyona bi rengê saziyê ya QSD’ê, tasfiyekirina komên çekdar, vegera koçberên ji cih û warê xwe bûne û avakirina aştiya civakî hebûn. Her wiha mutabaqatê destnîşan dikir ku divê komkujiyên li hemberî gelê Elewî bêne astengkirin.
Peymana ku piştî hilweşîna rejîma Esad weke yek ji gavên herî girîng ên siyasî hate nirxandin, ji aliyê derdorên navneteweyî ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Di peymanê de biryar hate dayin ku komîteyên rêveber heta dawiya salê bikevin meriyetê; lê belê di demeke kurt de li qadê û li zemîna siyasî gelek binpêkirinan rû dan.
Ev peyman di gotina Tirkiyeyê de jî bû sedema veguherîneke balkêş. Enqereyê ji aliyekî ve fesixkirina QSD’ê û jiholêrakirina Rêveberiya Xweser a bi temamî daxwaz kir, li aliyê din jî diyar kir ku divê QSD li gorî Mutabaqata 10’ê Adarê tevbigere û tevlî pêvajoya entegrasyonê bibe.
PÊŞNÛMEYA DESTÛRA BINGEHÎN A BÛ SEDEMA NERAZÎBÛNÊ
Sê roj piştî Mutabaqata 10’ê Adarê di 13’ê Adarê de rêveberiya Şamê pêşnûmeya destûra bingehîn a veguhêz eşkere kir. Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Mîllî Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin weke heyeta Enqereyê li Şamê pêşnûmeyek eşkere kirin. Lê belê di pêşnûmeyê de Mutabaqata 10’ê Adarê tine hate hesibandin.
Ji ber ku di pêşnûmeyê de peyva Komara Ereb a Sûriyeyê hate parastin, ola serokkomar weke Îslamê pênase kir û qanûnên hiqûqa Îslamê weke çavkaniya bingehîn hate diyarkirin, di serî de Kurd gelek derdorên siyasî û civakî nerazîbûn nîşan dan.
PÊVAJOYA DIYALOGÊ Û KOMÎSYONÊN HEVPAR
Piştî mutabaqatê hevdîtina destpêkê ya fermî di 19’ê Adarê de pêk hat. Di hevdîtina 12’ê Nîsanê ya li Hesekê de jî Fermandariya QSD’ê û nûnerên Rêveberiya Şamê li hev kirin ku ji bo pêkanîna Mutabaqata 10’ê Adarê komîsyoneke kar a hevpar bê avakirin. Komîsyonê ji komên cuda yên gel û baweriyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin kesayet diyar kir.
Lê belê ev pêvajo ji ber bûyerên leşkerî yên li qadê tim û tim asteng bû.
LI HELEBÊ PEYMANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ
1’ê Nîsanê ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê peymaneke ji 14 xalan hate îmzekirin. Li gorî peymanê ewlekarî wê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bihata kirin û dîlgirtî bi hev bihatina guhertin. Di vê çarçoveyê de mehên Nîsan û Hezîranê bi du qonaxan pevguhertin pêk hat.
YPG û YPJ’ê berpirsyariya leşkerî ya li taxan bi fermî radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Lê belê ji ber ku rêveberiya Şamê xalên peymanê binpê dike û hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde dike, pêvajo li ber şikestinê bû.
BENDAVA TIŞRÎNÊ Û RAGEŞIYA STRATEJÎK
12’ê Nîsanê di navbera QSD û Şamê de di mijara rêveberiya hevpar a Bendava Tişrînê de lihevkirin çêbû. Di çarçoveya peymanê de biryar hate dayin ku komîteyeke teknîkî ya hevpar bê avakirin ku ji xebitandin û ewlekariya bendavê berpirsyar be.
Li gel vê yekê jî bendav û derdora wê bû hedefa êrişên bi çekên giran. QSD’ê diyar kir ku ev êriş binpêkirina agirbestê ye.
KONFERANS Û LÊGERÎNÊN SIYASÎ
Konferansa Helwesta Hevpar û Yekîtiya Kurdan a 26’ê Nîsanê li Qamişloyê pêk hat, ji bo xurtkirina îradeya siyasî ya hevpar a Kurdan û tevkariya li lêgerîna çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê encamnameyek eşkere kir.
Konferansa Helwesta Hevpar a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ku 8’ê Tebaxê li Hesekê hate lidarxistin, bi beşdariya Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û pêkhateyên din ên olî û etnîkî banga destûreke bingehîn a demokratîk û edaletê kir.
VEKIŞÎNA ŞAMÊ JI PÊVAJOYA PARÎSÊ
Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan 7’ê Tebaxê serdana Şamê kir, rêveberiya Şamê 9’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî civînên li Parîsê yên bi navbeynkariya Fransa û DYE’yê nabe.
Demeke kurt piştî vê daxuyaniyê li bejahiya Dêrazorê êriş li dijî sivîlan hate kirin.
DORPÊÇÎ, ŞER Û AGIRBESTA LI BER ŞIKESTINÊ
Ji dawiya meha Îlonê û pê ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di pratîkê de hate dorpêçkirin. Rê hatin girtin, nuqteyên leşkerî hatin danîn û bi droneyan liv û tevger hate şopandin. Piştî êrişên li ser çalakiyên şermezarkirinê yên aştiyane yên 6’ê Cotmehê rêveberiya Şamê bi tank û çekên giran hewl da herdu taxan dagir bike.
Çeteyên ser bi HTŞ’ê û dewleta Tirk bi çekên giran êrişî taxan kirin. Di encama êrişê de du kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 60 kes jî birîndar bûn.
Di encama bersiva xweparastinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de çete neçar man xwe vekişînin.
Piştî ku îradeya gel bi ser ket, di 7’ê Cotmehê de heyeta Rêveberiya Xweser li Şamê tevlî hevdîtinan bû û agirebesteke berfireh hate ragihandin. Demeke kurt agirbest hate binpêkirin û êrişên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê dewam kirin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala 10’emîn a damezrandina QSD’ê peyamek weşand û anî ziman ku armanca wan a ji bo Sûriyeyeke pirreng, ewle û yekbûyî dewam dike. Ebdî her wiha diyar kir ku ji bo nirxandina mijara entegrasyonê heyetek wê biçe Şamê û Yekîneyên Antî Terorê (YAT) jî wê li tevahiya Sûriyeyê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bikin.
HEVDÎTINA DYE-ŞAMÊ
Serokê DYE’yê Trump di 10’ê Cotmehê de li Qesra Spî Ahmed el Şara pêşwazî kir. Bi vî rengî weke lîderê rewa yê Sûriyeyê nas kir û ji rêveberiya Şamê xwest ku beşdarî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bibe.
Di çarçoveya hevdîtinan de ku piştî hevdîtina li DYE’yê hate gotin, demeke dirêj xitimî ye, meha Kanûnê bûyereke girîng qewimî. Hate ragihandin ku hikumeta Şamê metneke nivîskî y ekemcar ji nûnerên Rêveberiya Xweser re şandiye. Metna pêşnûmeyê ji aliyê jinûve destpêkirina pêvajoyê ve weke gaveke erênî hate nirxandi; lê ji aliyê çarçoveya xwe ya giştî ve weke dubareyeke ‘israra di nêzîkatiya yekperest’ de hate şîrovekirin.
SALA 2026’AN DESTPÊKEKE NÛ YE
Mazlûm Ebdî di 19’ê Kanûnê de ji Aryen TV re axivî û anî ziman ku mejiyê Baasê neguherî ye û got, “Hîn jî tê xwestin ku Sûriye ji aliyê komekê bi tenê ve bê birêvebirin. Ji bo Sûriyeyeke ku mafên hemû derdorên civakî nas dike, nîqaşeke rasteqîn nehatiye meşandin.” Ebdî işaret bi sala 2026’an kir û anî ziman ku ev yek wê ji bo QSD û gelên Sûriyeyê bibe destpêkeke nû.
22’ê Kanûnê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çûn Şamê û bi Ahmed Şara û rayedarên Sûriyeyî re hevdîtin kirin. Fîdan piştî hevdîtinê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî re civîneke çapemeniyê lidar xist. Di daxuyaniyê de ji destpêkê heta dawiyê li dijî Kurdan gotinên gefxwarinê hatin bikaranîn. Dewleta Tirk bi gefxwarina li QSD’ê re di bin navê entegrasyona şexsî de teslîmiyetê ferz dike.
Di dema daxuyaniyê de komên çete yên ser bi dewleta Tirk û Şamê bi çekên giran êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di êrişan de jinek hate qetilkirin, 19 kes jî birîndar bûn.
Pêvajoya entegrasyona QSD’ê ne tenê sererastkirineke leşkerî ye; di heman demê de tercîheke siyasî jî nîşan dide ku Sûriye wê bibe dewleteke çawa. Sûriye wê bibe dewleteke demokratîk, rêveberiya xwecihî û welatîbûna wekhev a gelan, yan jî wê bibe avaniyeke navendîperest a ku hemû nasnameyên cuda ditepisîne?
Dema bê, wê bi bersiva vê pirsê diyar bibe.

