Şemî, 27 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gel guhdarî kir, axivî û rexne kir: Encamên derketine holê dê bi Îmraliyê re werin parvekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Ji 7 heta 70 salî divê her kes beşdarî mitîngê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 14’emîn a Komkujiya Roboskî: Ji bo aştiyeke rasteqîn pêwîstî bi rûbirûbûnê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê gel daxwaza ‘mafê hêviyê’ dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD’ê ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ya 4’ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo taziyeya Nîhal Ay serdana girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nû çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê cezayê darvekirinê li girtiyekî Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Toros Korkmaz: Azadiya Ocalan mifteya rewabûn û aştiyê ye
Rojane

Toros Korkmaz: Azadiya Ocalan mifteya rewabûn û aştiyê ye

Zanyarê siyasî Toros Korkmaz pozîsyona Rêber Apo bi Nelson Mandela re berawird kir û got, "Yekane gava ku wê hemû dudiliyên pêvajoyê ji holê rake û rewabûnê misoger bike, azadiya Abdullah Ocalan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaşên berfireh tên kirin. Piştî komîsyona çareseriyê ya li meclisê hatiye avakirin çû serdana Rêber Apo, partiyên siyasî jî raporên xwe yên ku pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî meclisê kirin.

Zanyarê siyasî Toros Korkmaz di nirxandina vê pêvajoyê de diyar kir ku raporên ku ji hêla hikûmetê ve hatine amadekirin li ser nêzîkatiyek “ewlehiyê” ne; lê gumann muxalefetê yên li ser “hevrûbûna dîrokî” wekî astengiyek cidî li ser masê ne. Korkmaz destnîşan kir ku ji bo ku ev hemû astengî werin derbaskirin û ji bo demokratîkbûna rastîn were bidestxistin, girîng e ku Rêber Apo ji “mafê hêviyê” sûd werbigire û bigihêje azadiya xwe.

TIRSA DESTHILATÊ YA HILBIJARTINÊ

Korkmaz raporên ku ji hêla hikûmeta AKP û MHP ve hatine pêşkêş kirin analîz kir û destnîşan kir ku nivîs rasterast ne li ser pirsgirêka Kurd in; berevajî vê, ew nivîsên ji bo parastina fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ne.

Korkmaz anî ziman ku AKP “partiyeke hilbijartinê” ye û diyar kir ku pêşeroja siyasî ya Erdogan û mayîna partiya wî bi serketina hilbijartinan ve girêdayî ye. Korkmaz destnîşan kir ku ji ber vê yekê, ew bi fikara dengan tevdigerin. Korkmaz anî ziman ku ji bo hilbijêrên ku bi salan e li ser xeta nîjadperestî û faşîzan hatine konsolîdekirin ji gavên demokratîkbûnê netirsin, hewl dide pêvajoyê bi rêya rîskên herêmî yên wekî “bekaya Tirkiyeyê” û “gefa Îsraîla Mezin” bazar bike. Korkmaz got, ”Ger desthilatdar bikaribe vê astengiya ewlehiyê derbas bike û alîgirên xwe îkna bike, wê gavê gengaz be ku derbasî qonaxa demokratîkbûnê bibe.”

‘REWATIYA OCALAN Û DEM PARTÎ ZÊDE BÛN’

Toros Korkmaz diyar kir ku ji nîqaşan wêdetir ev pêvajo ji bo Kurdan “derbasbûnek” pir girîng çêkiriye û bi bîr xist ku du xalên bingehîn ên vê rewşê hene û wiha dimand: “Qebûlkirina rewatiya mutleq a DEM Partiyê û pozîsyona lîdertiyê ya Abdullah Ocalan tê tescîlkirin.”

Korkmaz destnîşan kir ku nêrîna neyînî ya ku bi salane hatiye avakirin, veguheriye nîqaşa ”rêberê damezrîner” a ku ji hêla beşên dewlet û siyasetê ve hatiye pejirandin qonaxek girîng û dîrokî ye. Korkmaz diyar kir ku Kurdan careke din bi vê pêvajoya nû îspat kir ku ew bi hêza xwe ya demografîk, siyasî û rêxistinkirî aktorek girîng ên Rojhilata Navîn in.

‘MUXALEFET Û ÇEPGIR PÊVAJOYÊ ŞAŞ DIXWÎNIN’

Korkmaz ji ber ku pêvajo di demek teng de asê kirine, ne tenê desthilatdar, di heman demê de muxalefet û hin derdorên çepgir jî rexne kir. Korkmaz teqez kir ku ew aliyên ku bi gotinên “Hîn qeyûm ranebûye, Demîrtaş nehatiye berdan, maf nehatine bidestxistin” xwe ji pêvajoyê dûr digirin, encamên siyasî yên demdirêj ên pirsgirêkê ji nedîtî ve tên.

Korkmaz li ser raporên partiyan ên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de hatine amadekirin rawestiya û diyar kir ku ew rapora CHP’ê de behsa pirsgirêka Kurd dike girîng dibîne. Korkmaz ji ber ku CHP bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û tepeserkirinê yên bi zorê ji serdema damezrandina xwe de hevrû nayê û nakeve pêvajoya rexnedayînê wekî kêmasiyeke mezin nirxand û got ku nêzîkatiya CHP’ê ya li hemberî pirsgirêkê ku wekî pirsgirêkek teknîkî lê dinêre kêmasiyek mezin e.

Korkmaz bi bîr xist ku rapora ku ji hêla Koma Yenî Yolê ve hatî amadekirin li gorî rapora CHP’ê pêşketîtir e û got ku dikare hilbijêrên nîjadperest-muhafezekar îkna bike.

Korkmaz diyar kir ku TÎP di aliyê lîsteya mafên xwe de rapora herî pêşketî pêşkêş kir û anî ziman ku tevî vê yekê jî hemû beşên çepgir di hevrûbûna komkujiyên dîrokî yên wekî Serhildana Şêx Sêîd a 1925’an û Komkujiya Dersimê ya 1937-1938’an kêm man.

‘JI BO AŞTIYÊ PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA CIVAKÎ HEYE’

Korkmaz destnîşan kir ku di aliyê civakîbûna aştiyê de erkên mezin dikeve ser milê raya giştî û got ku çareserî wê tenê bi siyaseta makro re sînorkirî nemîne. Korkmaz bi bîr xist ku li dijî pêşdaraziya dijberiya Kurdan a ku di nav civakê de kûr bûye têkoşînek şert e û destnîşan kir ku ji sendîkayên karkeran bigirin heya rêxistinên pîşeyî, di vê pêvajoyê de divê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Korkmaz bal kişand ser pêwîstiya pêvajoyek perwerdekirina ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ev nirxandin kir: “Di çapemeniya dîtbarî û nivîskî, mufredata perwerdehiyê de wekî ‘komên xayîn’ behsa Kuradan were kirin nayê qebûlkirin. Saziyên mîna Eğîtîm-Senê divê li dijî van mufredatan kampanyayên bihêztir bemeşîne.

Korkmaz têkildarî heqaretên li hemberî Leyla Zana jî ev tişt anî ziman: “Bêdengiya li hember êrîşên nijadperest ên li dijî Leyla Zana li stantên Bursasporê yek ji astengiyên herî mezin ên aştiya civakî ye. Divê li dijî êrîşên nijadperest ên bi vî rengî di asta mîkro têkoşînek îdeolojîk û çandî were meşandin.”

‘DIVÊ BI DENGÊ BILIND BIBÊJIN KU DIVÊ OCALAN NE DI GIRTÎGEHÊ DE BE’

Toros Korkmaz anî ziman ku divê êdî azadiya Rêber Apo ji mijara nîqaşê bê derxistin û diyar kir ku ev gav ji bo rewatiya navneteweyî û herêmî ya pêvajoyê pêwîstiyek stratejîk e û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ne tenê li Tirkiyeyê, li seranserê Rojhilata Navîn  giraniyek wî  ya sembolîk û siyasî li ser Kurdan heye.”

Korkmaz pêvajo bi ezmûna demokratîkbûna Efrîkaya Başûr re berawird kir û wiha dewam kir: “Çawa ku azadkirina Nelson Mandela di pêvajoya aştiyê ya Efrîkaya Başûr de rolek diyarker û avaker lîst, Ocalan di bin şert û mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibe wê heman bandorê bike. Tişta ku wê pêşiya hemû nîqaş û dudiliyên li ser ‘Ma Ocalan azad e, gelo ew bi îradeya xwe ya azad diaxive?’ bigire, azadiya wî bi xwe ye.  Hêzên demokratîk divê sînorên teng ên qanûnî yên ku ji hêla hikûmetê ve hatine xêzkirin derkevin; divê ew bi dengekî bilindtir bibêjin ku divê Rêberê siyasî ne di girtîgehê de be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran meş: Em xwedî li zimanê xwe derbikevin

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran meş hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn.…

Ji aliyê Stêrk TV

Spîde Qoliyan: Em bibin dengê Pexşan Ezîzî

Spîde Qoliyan bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî da û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Çarşema Serê Nîsanê li Wêranşarê hate pîrozkirin

Êzidiyan li Wêranşarê yekemcar Çarşema Serê Nîsanê bi rengekî girseyî pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gel guhdarî kir, axivî û rexne kir: Encamên derketine holê dê bi Îmraliyê re werin parvekirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dîsa êrîşî Şêxmeqsûdê hat kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?