Çiya û xweza, du peyv in ku di nava xwe de, çîrok û resmên pir cuda digirin û vedibêjin. Ji berxwedan û têkoşîna dehan salan yê gelê Kurd heta helbest, ji hêza xeyalê heta ramanên afirîner tijî xweşikbûne.
Dema ku em wan peyvan tînin ziman, divê navê Heremên Parastinê yên Medyayê, diyar û şênber be. Di nava wan qadan de jî, xwezaya spehî ya çiya û geliyên Qendîlê rastiyeke heqîqet a kevnar a Kurdan tînin bîra me ku çiyayan qet xiyanet bi hevaltiya Kurdan nekirine.
Dema em dibêjin Qendîl yanî em behsa xweza, bedewî û berxwedanê dikin; ev erdnîgariya xweşik a bi dirêjahiya rêzeçiyayan, dîmenek efsûnî daye herêmê. Rêzeçiyayên Qendîlê ji dilê Kurdistanê derbas dibe û Bakur, Başûr û Rojhilatê bi hevdu re girê dide.
Li Qendîl ku bi çiyayên asî û xwezaya xwedî sermayek cuda tê nasîn, pilêyê germahiyê car bi car dadikeve çend pileyên di bin sifirê de. Di demsala payîz û zivistanê de, rengên zer û qehweyî yên pelan û daran, her wiha spîbûna lutkeya çiyayan, nişaneya hatina sermayekî dijwar didin Qendîlê.
Di wan demsalan de, gundiyan bi komkirina darên hişk hewil didin xwe ji sarrmaya dijwar biparêzin. Di heman demê ji ber barîna baranê, kanî û çavkaniyên Qendîlê ji ava ji lutkeye çiyayan tên tîjî dibin û dîmenek cuda didin heremê.

