Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranîna Komkujiya Roboskî de axivî û destnîşan kir ku aştiyeke bi rûmet û mayinde tenê bi eşkerekirina heqîqetan dibe û banga rûbirûbûna bi Roboskî re li dewletê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Beriya niha bi 14 salan di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, di encama bombardûmana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk de 34 sivîl hatin qetilkirin ku 19 ji wan zarok bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bîranîn.

Li gel malbatên Roboskî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan, KESK, ESP, Baroyan, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî bîranînê bûn.

‘BILA BERPIRSYAR BÊNE EŞKEREKIRIN, HESAB BÊ PIRSÎN’

Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û bi bîr xist ku piraniya mirovên hatin kuştin zarok bûn û destnîşan kir ku Roboskî nehatiye jibîrkirin, wê neyê jibîrkirin. Hatîmogûllari got, “Kenê wan nîvco ma, lîstikên wan nîvco ma, dibistanên wan nîvco ma. Zarok û ciwanên ku ji bo karibe debara malbata xwe bikin neçar man ji sînor derbas bibin, bi bombardûmaneke giran hatin qetilkirin.”

Hatîmogûllari bi bîr xist ku piştî komkujiyê dewletê xwe li bêdengiyê danî û got, “14 sal in em dipirsin; wê rojê di civîna Desteya Ewlekariyê ya Mîllî de li ser Roboskî hate axaftin? Divê ev yek bê eşkerekirin. 24 saetan daxuyaniyek bi tenê jî nehate dayin. Piştre gotin, ‘îstîxbarata şaş’ û ‘qezaya operasyonê’. Ne lêborînek, ne sersaxiyek, ne jî darizandinek hate kirin.”

Hatîmogûllari bi dewamî got, “Eger îstîxbarata şaş be, wê demê kê ew îstîxbarat da, divê bê eşkerekirin. Na eger ne welê be hingî kê fermana rabûna balafiran û fermana lêdanê da. Bila ew bê eşkerekirin û darizandin.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku Roboskî sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Tulay Hatîmogûllari işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin û got, “50 sal in xwîn li vê xakê dirije. Em dibêjin êdî bes e. Em aştiyê dxiwazin. Aştiyeke bi rûmet jî tenê bi rûbirûbûna li heqîqetê û êşê dibe.”

Hatîmogûllari anî ziman ku rûbirûbûna bi Roboskî re şertê pêşî yê aştiyê ye û got, “Li vî welatî rêya avakirina aştiyê eşkerekirina rastiya Roboskî ye. Pêwîstî bi lêborîneke cidî û rûbirûbûneke cidî heye.”

Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku malbatên Roboskî li gel êşa giran jî aştiyê dixwazin û got, “Bi qasî daxwaza aştiyê ya mirovên dilşewat tiştekî hêja nîne.”

‘DOSYA ROBOSKÎ WÊ NEYÊ GIRTIN’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku dosya Roboskî nehatiye girtin, wê neyê girtin û got, “Heta ku edalet neyê Roboskî aştî nayê. Aştî li ser lingekî jî nameşe.”

Bayindir ragihand ku rabirdû nayê jibîrkirin û got, “Heta ku edalet li vê xakê pêk were em ê şopdarê doza Roboskî bin. Em doh li vir bûn, sibe jî em ê li vir bin.”

Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser gorên qurbaniyan. Bîranîn bi duayan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin
Nûçeya Pişt re Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eytanê

Wê salê dise tofan li serê Kurdan rabû bû! Hema kê digot ez Kurdim û…

Ji aliyê Ferat KEVIR

‘Armanca dewleta Tirk firehkirina asta dagirkeriyê ye’

Cîgirê Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Rondar Salih got, dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmên Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweseriya ji ber ‘dorpêç’ û ‘êrîşan’ hişyarî da Şamê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber êrîş ambargoya nemirovî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?