Desteya Rêveberiya Navenda ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ji bo erkdarên ewlehiyê yên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û ji bo polîs û bekçiyên birîndar bûne jî daxwaza şîfaya lezgîn hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku xetayên berê yên Tirkiyeyê yên têkildarî polîtîkayên Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn bûne sedem ku avaniyên bi vî rengî berê xwe bidin nava Tirkiyeyê. Hate destnîşankirin ku rastiya şaneyên çeteyan ên radizên yan jî çalak ji bo Tirkiyeyê veguherîne pirsgirêkeke ewlehiyê ya mayînde.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi taybetî geşedanên li Sûriye û Iraqê rû dane divê ji derketineke nû ya DAÎŞ’ê re zemînê amade nekin û hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî avaniyên bi vî rengî ji aliyê ewlehiya welêt û herêmê ve gelekî girîng e.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku divê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li gel nêzîkatiyeke ku demokrasî, aşitî û piştevaniya civakî xurt dike, were birêvebirin û ji bo dubarenebûna heman bûyerê bang hate kirin ku bi berpirsiyariyên hevpar tev bigerin.

