Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê diyar kir ku komeke çekdar li Til Hasilê parêzer Elaedîn Xalid Kalo revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Rêxistinê diyar kir ku parêzer nexweş bû, rewşa wî ne baş bû, ev jî metirsiyê li ser jiyana wî çêdike.
Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rewşên revandin û binpêkirinên li dijî welatiyan zêde bûne hemwextî wê jî agahî li ser çarenûsa revandiyan nayên zanîn.

