Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîzîknasê Belçîkî Francis Halzen hêjayî Xelata Fîzîkê ya Nobelê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana êrişa li ser Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin bûn dengê jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga 6-8’ê Cotmehê: Divê bi her alî ve bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Firat: Rapora hevpar divê veguherîna hiqûqî vebêje
Rojane

Firat: Rapora hevpar divê veguherîna hiqûqî vebêje

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat anî ziman ku rapora hevpar a komîsyonê divê dûrî feraseta ewlekarîperest be û balê bikişîne ser sererastkirinên esasî yên veguherîna siyasî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û endamê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsa Tirkiyeyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bûye Celal Firat, li ser rapora hevpar a ku komîsyon amade bike û helwesta DEM Partiyê ji ANF’ê re axivî.

Celal Firat diyar kir ku partiya wan li ser bingeha pîvanên aştiya civakî, serweriya hiqûqê û siyaseta demokratîk li vê pêvajoyê dinihêre û destnîşan kir ku ew dibêjin, divê komîsyon dûrî perspektîfa dewletê ya yekalî divê bi feraseteke tevgir a bi hemû aliyên dîrokî, siyasî û civakî yê şer rapora xwe binivîsîne.

Her wiha ragihand ku weke DEM Partî ew dibêjin, divê çarçoveya bingehîn a rapora hevpar a komîsyonê bêyî ku li jiberên berê bialiqe, dûrî feraseta ku pirsgirêkê tenê bi tedbîrên îdarî û ewlekariyê bi sînor dike, divê pirsgirêkê bi şênberî dîne holê û got, “Beriya her tiştî divê îradeya çareseriya siyasî û hiqûqî bê destnîşankirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê got, “Partiya me cihgirtina pêşniyar û tespîtên li ser tevlîbûna demokratîk, azadiya fikrî, mafê birêxistinbûnê û berfirehkirina qada siyasî ya li nava raporê, her wiha bidawîkirina rejîma bêcezahiştinê, kêfiyetê û kiryarên rejîma îstîsnayî weke pîvanekê dibîne. Ev nêzîkatî di rapora komîsyonê de divê ne tenê nirxandinek be, di heman demê de divê nexşerêyeke diyarker be ku pêşî li dema siyasî û qanûnî ya nû veke.”

Celal Firat anî ziman ku nêzîkatiyên demokrasî, aştiya civakî û xwişk-biratiyê yên ku partiyên li desthilatdariyê û partiyên din ên li komîsyonê heta roja îro anîn ziman, bi giranî hêvî ne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Partiyên navborî xwe nadin ber rûbirûbûna aliyên hiqûqî û siyasî yên pirsgirêkê. Ev nêzîkatî li gorî me nêzîkatiya wê yekê ye ku bi giranî bi çavê ewlekariyê li meseleyê dinihêre, li bêhiqûqiyên heyî napirse û nêrîna bi navenda dewletê ye.”

Lewma jî anî ziman ku raporên partiyên din dûrî kûrahî û wêrekiriya avakirina pêvajoyeke aştiya civakî bûn.

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat got, “Em bi rengekî eşkere dibêjin: Gava destpêkê ya xwegihandina li zemîneke rasteqîn bi wê yekê destpê dike ku her kes qebûl bike ku bi rêbazên ewlekarîperestiyê pirsgirêk çareser nabe. Di karên komîsyonê de her çend nêzîkatiyên cuda hatibin nîşandan jî qebûlkirina mijarên xurtkirina qada siyaseta demokratîk û pêwîstiya bi aştiya civakî kêm jî be derfetê destpêkeke hevpar pêşkêşî me dike.

Weke DEM Partî, ji bo rapora hevpar a bê nivîsandin tenê ji gotinên bi hêvî û nêta baş pêk neyê û em dibêjin, divê rapor gavên diyarker û şênber vebêje. Ji ber vê jî di raporê de di serî de guhertinên li qanûnên TCK, TMK û înfazê divê di raporê de pêwîstiya bi qanûna entegrasyonê ya nû bi eşkere bê destnîşankirin; cih bide pêwîstiya bi berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, dawî li pêkanînên qeyûman bê anîn.”

Celal Firat diyar kir ku divê komîsyon cih bide wan pîvanan ku garantiyên berfirehkirina mafên siyasî û tevlîbûna demokratîk di nava xwe de vehewîne û dawî li kiryarên kêfî bîne.

Endamê DEM Partiyê yê komîsyonê herî dawî got, “Ev nêzîkatî ji bo partiya me bi wî rengî tê nirxandin ku rapora komîsyonê nebe metneke sembolîk, lê belê bibe nexşerêyek ku pêvajoya demokratîkbûn û aştiya civakî bi pêş ve bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê KANÛNA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Altan: Li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 DAÎŞ’iyên çalak hene
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

1’ê Gulanê li Şengalê hate pîrozkirin

Şaredariya Gel a Şengalê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li bajarokê Xanesorê bi çalakiyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hevseroka ESP’ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn

Li Hevseroka ESP'ê Hatîce Denîz Aktaş û 3 kesên din bi tevahî 69 sal û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Îsraîlê yê li ser Îranê di roja 4’emîn de ye: Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Bombardûmana ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, di roja 4'emîn de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîzîknasê Belçîkî Francis Halzen hêjayî Xelata Fîzîkê ya Nobelê hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hewldana êrişa li ser Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?