Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DBP: Êrişên li Helebê zemîna lihevkirinê ji holê radike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tûnç daxuyaniya li ser daxwaza ‘Qanûna Înfazê’ ya MHP’ê: Di rojeva me de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E’yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê ji bo jinên li Îran û Rojhilat banga berxwedanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Altan: Li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 DAÎŞ’iyên çalak hene
Rojava

Altan: Li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 DAÎŞ’iyên çalak hene

Rojnamevan Erdogan Altan bal kişand ser hewldanên jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê û got, "Niha li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ'ê yên çalak hene."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Erdogan Altan ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser liv û tevgera zêde ya DAÎŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê.

Erdogan Altan anî ziman ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a bi serkêşiya Colanî li gel ku îdîa dike ku têkiliya xwe bi El Qaîdeyê re qut kiriye jî beşeke girîng a endamên wê bi DAÎŞ’ê re xwedî têkiliyeke îdeolojîk û dîrokî ye û got, “Beşek ji van kesan ji wan rêxistiniyan e ku yekser di nava refên DAÎŞ’ê de bûn. Ev rewş zemîneke guncaw diafirîne ku di nava avaniya leşkerî û siyasî ya parçebûyî ya Sûriyeyê de DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê û bibe xwedî hêz.

Bi taybetî piştî ku HTŞ li Idlib û derdora wê serwer bû û şaneyên DAÎŞ’ê xwe berdan nava van qadan, yan jî endamên wê yên berê li nava avaniya HTŞ’ê entegre bûn, êrişên terorê zêde bûn. Ji xwe mehên dawî em dibînin ku êrişên DAÎŞ’ê zêde bûn. Li gorî texmînan li tevahiya Sûriye û Iraqê nêzî 2 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ’ê yên çalak hene.

Her wiha çeteyên DAÎŞ’ê yên tevlî êrişên komkujiyê yên li hemberî civakên Elewî û Durzî bûn, zemînê ji êriş û komkujiyên nû re amade dikin. Tê zanîn ku bi taybetî li herêmên peravê di bin navê HTŞ’ê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî hatine bicihkirin.”

Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku weke hemû rêxistinên Sûnî yên radîkal, DAÎŞ’ê jî ji hatina HTŞ’ê ya li Sûriyeyê sûd wergirt û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Karakterê fîgurên DAÎŞ’ê gelekî nêzî HTŞ’ê ne. Di heman demê d di şer de gelek têkiliyên xwe yên mirovî û dostaniya xwe heye. DAÎŞ jî vê yekê gelekî baş bi kar tîne û her tim xwedî plan û projeyan e; li gel ku dijminatî di nava wan de heye jî. Ji ber heman sedemê DAÎŞ’ê gelekî sûd ji vê veguherînê wergirt. Li aliyê din, hate tespîtkirin ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk jî di gelek mijaran de bi DAÎŞ’ê re xwedî têkiliyan e. Her çend hatibe ku gotin ku ev kom bi hikumeta veguhêz re bûye yek jî di rastiyê de yekbûnek nebû, ji her alî ve bi serê xwe ne, her wiha li gorî nêrîna delweta Tirk tevdigerin. Li aliyê din DAÎŞ ji kaosa giştî ya li Sûriyeyê sûdê werdigire, ji ber rêxistina xwe di rewşeke bi vî rengî de ava dike û kar dike.”

Ji ber êrişên hêzên dewleta Tirk ên li ser herêmê Rêveberiya Xweser û Helebê, DAÎŞ’ê karên xwe yên li herêmê zêde kir. Li gorî çavkaniyên medyaya fermî ya hikumeta veguhêz, çete ji meha Cotmehê û vir ve li Dêr Hafir, Dêrazor û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrişan dikin. Her wiha DAÎŞ kar û kiryarên xwe jî dewam dike.”

Erdogan Altan bibîrxistina êrişên DAÎŞ’ê yên ji Mijdara 2025’an heta bi dawiya Kanûna 2025’an ên li van herêman got, “Piştî ku herêm kete destê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve kar û kiryarên DAÎŞ’ê jî zêde bûn. Her wiha tê dîtin ku herdu alî bi heman nêrînê tevdigerin û dixwazin rageşiya li herêmê bê zêdekirin.

Dema ku artêşa Sûriyeyê jinûve hate birêxistinkirin û çeteyên ser bi dewleta Tirk ve tevlî vê artêşê bûn, wezîfedarkirin bi vî rengî bû: Tê gotin Firqa 72 a bi berpirsyariya Doxan (Sûltan Mûhammed Fatîh) li Helebê, Firqa 76 a bi berpirsyariya Seyf Al Din Poat (Ebû Bekir) li Hamayê, Firqa 62 a bi serkêşiya Muhammed Jasim (Ebû Emşa) ji meseleya fikih a Sûldan Suleyman Şah (Emşşat) Firqa 68 a Ahrar Şarkiye ya bi serkêşiya AHmed Hasun (Ebû Hatim Şakra) li herêma Deyr ez-Zor berpirsyar e. Li gor3ı gotinan, ev çeteyên ser bi dewleta Tirk ve, ji bakurê Sûriyeyê heta bi başûr li seranserê sînorên rêveberiya Harezmê belav bûne. Ev rêxistin li gorî berjewendiyên dewleta Tirk ava bûne. Dewleta Tirk van çeteyan her tim li ser QSD’ê ji bo zêdekirina zextê bi kar tîne.

Li herêmên ku çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk lê belav bûne, bi taybetî li Hums, Hama û Dêrazorê kar û kiryarên DAÎŞ’ê gelekî zêde ne. DAÎŞ’ê li van herêman her tim êriş kir.”

Di dewama axaftina xwe de Erdogan Altan ragihand ku bandora HTŞ’ê û Colanî ya li Şamê ji bo parçebûna Sûriyeyê û DAÎŞ’ê firsendan diafirîne û got, “ji aliyê leşkerî ve valahiya desthilatdariyê derfetê dide şaneyên DAÎŞ’ê ku xwe jinûve birêxistin bike (bi navenda ji çolê); hejmara êrişan di sala 2024’an bi sê qatî zêde bû. Ji aliyê lojîstîkî ve kokên Selefî-Cîhadîst ên HTŞ’ê şensê dide DAÎŞ’ê ku çeteyên radîkal ber bi xwe ve bikişîne, lê belê şerê dem bi dem ê HTŞ’ê yê bi DAÎŞ’ê re hevrikiyê zêde dike. Pirsgirêkên entegrgasyonê yên artêşa parçebûyî û endamên DAÎŞ’ê yên ji girtîgehên Esad ên berê hatin berdan, nearamiya li herêmê mezin dike.”

Li ser tevlîbûna hikumeta Şamê li nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê rojnamevan Erdogan Altan got, “Eşkere ye ku tevlîbûna hikumeta Şamê ya nû li nava koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê wê bi xwe re şerê navxweyî bîne. Parvekirina îstîsbaratê bi DYE’yê re û pêkhatina çend operasyonên sembolîk ên bi piştgiriya Urdunê, pirsgirêkên siyasî bi xwe re tîne: Rastiyeke li pêş çavan e ku HTŞ ji nava DAÎŞ’ê tê. Herêmeke kozmopolîtîk a weke Sûriyeyê ji ber ku bi mejiyê DAÎŞ’ê nikare bê birêvebirin, HTŞ ya wê hemû têkiliyên xwe yên bi DAÎŞ’ê re qut bike yan jî wê bi modeleke rêveberiyê ya li dijî nasnameya mozaîkê ya Sûriyeyê wê dawî li xwe bîne. Herdu rê jî zemîna şerekî nû li Sûriyeyê ava dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Firat: Rapora hevpar divê veguherîna hiqûqî vebêje
Nûçeya Pişt re ‘Li Helebê êrîşeke hovane heye ku mînaka wê nîne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ev meş dê azadiyê bîne!

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de axivî û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Besê Hozat: Em dîrokeke nû dinivîsînin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşeke berfireh kir

Dewleta Îranê li hemberî Îsraîlê bi gelek balafirên bêmirov dest bi êrîşekê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Ewlekariyê: Êrîşa li Girê Kastelo hate têkbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Heyva Sor a Kurd bang li WHO’yê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşên li ser Helebê de 2 kesên din birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser a Firatê û Partiya Yekitiya Ermenî nerazîbûn nîşanî êrîşan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?