Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li Bendava Tişrînê qediya
Rojava

Dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li Bendava Tişrînê qediya

Gel li Bendava Tişrînê dîrokeke nû nivîsand, dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li bendavê temam kirin. Her kes li dora agir kom bibûn, stran digotin, li aliyê din dîlan digerandin. Dahola cengê lê dida û berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 8’ê Çileya 2025’an de dest bi berxwedaniyê hat kirin, gel ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo av û kehrebeya xwe ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê. Destpêkê li Kobanê, gel li qada Şehîd Egîd li hevdû kom bûn, bi alên QSD’ê dîlana xwe ya serkeftinê gerandin. Dîlaneke mezin bû, ji zarokên temenê biçûk heta extiyarê ku temenê xwe ji 85 salî jî derbas kiribûn, ber bi bendavê ve çûn.

ÇIMA BENDAVA TIŞRÎN?

Piştî berxwedaniya Kobanê ya sedsalê û têkçûna terora DAÎŞ’ê û rizgarkirina Kobanê, şervanên ji hemû pêkhateyan berê xwe dan wan herêmên ku rizgarî dixwestin. Li wir dest bi hemleyan kirin. Bendava Tişrînê jî di hemleyekê de sala 2016’an ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin. Bendava Tişrînê beşekî mezin ê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi enerjî û av dike, ew yek ji mezintirîn bendavan e ku li ser asta Sûriyeyê ye û xwedî girîngiyeke gelekî mezin e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Bendava Tişrînê kirin, eger bendav bibata hilweşandin, wê heta bi sînorê Iraq û gelek bajarên din jî bida ber xwe û bi xwe re xirabûneke dîrokî ango komkujiyeke mirovî pêk bianiya. Di encamê wê komkujiyê de wê bi hezaran kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daban. Lewra jî gelên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar dan ku ber bi bendava Tişrînê ve bikevin rê.

Li ser riya Bendavê ango piştî dîlana ku li qada Şehîd Egîd bi dawî bû, komvoya yekem a ji gelê Kantona Firatê pêk dihat ber bi bendavê ve bi rê ket. Li ser riyê rastî bi dehan top û balafirên şer hatin. Lê gel bi îradeyê li ber xwe dan û ber bi bendava xwe ve bi rê ketin.

Piştî ku komvoya gel bajarê Sirînê derbas kir, dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe girantir kirin, vê carê rasterast komvoy dihat hedefgirtin. Êrîşekî ne normal li gel dihat kirin. Lê komvoy ranewestiya û heta bi bendava Tişrînê ve çûn, beriya ku bigihêjin bendava Tişrînê jî, li ser çarriya ku êdî wê gel derbasî bendavê bibe, raste rast êrîş êdî li erebeyên nobedaran dihat kirin, di encama wan êrîşan de gelek şehîd û gelek birîndar jî çêbûn. Bi balafirên rêya bendavê jî hate bombebarankirin û rê xira bû. Dayikan li wir dest bi tilîliyan kirin, gel kevir kom dikirin û li cihên ku balafirê lêdabû, bi cih kirin. Lê dîsa jî wesayîtan nekarîn derbas bibin.

Di wan êrîşan de bi dehan kes birîndar bûn. Lê tevê yekê ji birînên xwe bixwe pêçan û berê xwe didan bendavê û li wir bûn nobedar. Di wê demê de êdî gel ew biryar da ku erebeyên xwe li pey xwe bihêlin û bi meş ber bi bendavê ve bikevin rê. Bendav nêzî 10 kîlometre dûrî wan bû. Dayîkekê bi tililiyên xwe got, ‘Em ji mirinê mezintir in’.

Extiyaran jî digotin ‘Ev bendava me ye’. Gel piştî meşa dirêj gihîştin bendavê û li wir bendava xwe hembêz kirin.

Dayikan bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî di qada ceng û berxwedanê de xwarin, paqijî, nan û qatmeyên ser sêlê ji bo berxwedêrên Bendava Tişrînê, şervanên QSD û YPJ’ê amade dikirin.

Gel li Bendava Tişrînê dîrokeke nû nivîsand, dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li bendavê temam kirin. Her kes li dora agir kom bibûn, stran digotin, li aliyê din dîlan digerandin. Dahola cengê lê dida û berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn
Nûçeya Pişt re Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Civaka Elewî tu carî serî netewandiye û wê netewîne jî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera Komkujiya Dersimê de axivî û bilêv…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsya li dijî binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê amadekariya êrîşê dike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku weke bersiva êrîşên Ûkraynayê yên li ser tesîsên enerjî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozel di Lijneyê de axivî: Rewatiya Erdogan nîne

CHP’ê 21’emîn Lijneya Awarte li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê lidar xist.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

50 malbatên li Serêkaniyê vegeriyan malên xwe yên li Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê xelkê Hesekê xwe ji provokasyonan biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komploya 9’ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?