Şemî, 17 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Em manîfestoya duyemîn pêş dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yagmûr Yûrtsever: Bila dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şerîk: Divê her kes bibe layiqê berxwedana mezin a Rêber Apo
Kurdistan

Şerîk: Divê her kes bibe layiqê berxwedana mezin a Rêber Apo

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê berxwedaneke mezin dimeşîne û got: “Divê her kes bibe layiqê berxwedana mezin a Rêber Apo.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Şerîk diyar kir ku piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dîlgirtin, hîn jî li Îmraliyê bi berxwedana ku raber kirî, rê nîşan dide, bi fikirên xwe îlham dide û di şoreşan de şoreşê diafirîne û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê û dostên wê divê li her qadê xwedî li têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo derkevin. Şerîk anî ziman ku lewma mîtînga ku 17’ê Sibatê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê kirin,û pir girîng e û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tevlî mîtîngê bibin.

Cemal Şerîk di destpêka axaftina xwe de, ev tişt got: “25 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo re derbas dibin. 25 sal, di nava jiyanê de wexteke mîna çarêkeka sedsalê digire. Çarêkek sedsalê jî di nava jiyanê de tê wateya wexteke ku pêvajo û geşedanên girîng digire nava xwe. Ez Rêber Apo ku her kêliya li Îmraliyê bi têkoşîn û berxwedaneke mezin derbas dike silav dikim û dixwazim diyar bikim ku berxwedana wî ji hemû mirovahiyê re bûye çavkanî û rê nîşan dide. Her wiha ez li ber bîranîna şehîdên fedayî yên ku bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînim.

Tecrîda li ser Rêber Apo îro gihiştiye lûtkeyê. Tê xwestin ku nehêlin fikir û nêrînên Rêber Apo bigihijin her kesê. Di dîroka cîhanê de gelek pêşengên şoreşger hatine dîlgirtin. Li ser wan jî zextên gelekî giran hatine kirin. Lê ev yek neveguheriye asta ya li ser Rêber Apo. Helbet sedemê vê yekê hene. Dema mirov têkildarî sedemên dîlgirtina Rêber Apo bi baldar dibe sedem û encamên ferqa di navberê de jî wê bên fêmkirin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê li welatekî rêbertiya têkoşîna azadî û demokrasiyê kir, ew ji vê hîn wêdetir e. Rêberekî herêmî ye, xwedî vê taybetmendiyê ye.

Di vê qonaxa niha de jî weke Rêberekî gerdûnî tê qebûlkirin. Ev jî yek ji sedemên dîlgirtîbûna mutlaq e. Dema ku polîtîkayeke îzolasyonê ya wiha tê kirin, her kesê ku bûyî hevkarê komploya navneteweyî û li hemberî komployê bêdeng mayî, hevkarê vê sûcê li dijî mirovahiyê hatî kirin e.”

Cemal Şerîk ragihand ku hevkariya hêzên desthilatdar a bi dewleta Tirk re yek ji sedemên esas a bêdengiyê ye û wiha pêde çû: “Di rastiyê de mirov ji vê re bêje bêdengî jî ne rast e. Ji ber ku sekna wan a li hemberî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo, nayê wateya bêdengiyê. Berevajî ji vê hîn wêdetir derbas dibe û tê wê wateyê ku berpirsên rast ên tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo ne. Helwesta wan a heyî, çavkaniya xwe ji vir digire. Dema komploya navneteweyî tê gotin, divê bê fêmkirin ku yên tevlî wê komployê bûne kî ne û komplo bi yek hêzê re sînordar nîne. Ev hêz ne yên ku bêdeng bûyîne, ev hevkarên sûc in. Rastiya komploya navneteweyî jî nîşan dide ku ev yek wiha ye, tiştên di roja me ya îro de diqewimin vê yekê piştrast dikin.”

‘HÊZÊN DI KOMPLOYÊ DE JÎ CIH GIRTIN JI TECRÎDÊ BERPIRSYAR IN’

Cemal Şerîk destnîşan kir ku êrîşên şerê psîkolojîk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin zêdekirin û li dijî hebûna wî plan hatin çêkirin û wiha got: “6’ê Gulana 1996’an li Şamê li ser vî bingehî sûîqastek pêk hat ku bi ser neket. Ev êrîş bêyî leza xwe winda bikin, piştî sala 1996’an û şûn de jî dewam kirin. Hewl hat dayîn ku zexteke pir mezin li ser Rêbertî bê çêkirin. Hem navneteweyî hem jî herêmî hêzên cuda jî tevlî vê zextê hatin kirin. Serokkomarê Misirê Husnu Mubarek ket dewrê.

Rejîma Sûriyeyê hat dorpêçkirin û hat xwestin ku zext li ser bê kirin. Di herî dawî de dewleta Tirk di rojên beriya 9’ê Cotmehê de Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Atîlla Ateş ku çûbû ser sînorê Hatayê, rasterast gefa dagirkeriyê li Sûriyeyê xwar. Komploya navneteweyî bi zemîneke wiha xistin meriyetê. Dema ku mirov van hemû tiştên qewimî bi baldarî dinirxîne û analîz dike, wê hîn baştir tê fêmkirin ku çima Rêber Apo di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin û hêzên navneteweyî jî bûne hevkarê vê. Ji xwe demê piştî 9’ê Cotmehê timî li ser vî esasî pêş ketiye.

Di vê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurdistanê yê welatparêz hatî kirin de, hêzên xiyanetkar û hevkar jî xwe diyar kirin. Hîn rasttir rolê xwe bi ti rengî înkar nekirin. Çawa ku di sala 1992’yan de Dewleta Tirk û PDK’ê hêzên cuda yên Kurd girtin gel xwe û xwestin bigihijin encamê, di Komploya 9’ê Cotmehê de jî heman aktoran cihê xwe girtin. Peymana Washîngton a di 17’ê Îlona 1998’an de pêk hatî jî, bûye nîşaneya vê ya herî şênber. Di pêvajoya piştre de ev êrîş bi rengekî daîmî dewam kirin.”

Cemal Şerîk anî ziman ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn her ku diçe qada xwe berfireh dike û tundiya xwe zêde dike û ev tişt got: “Şerê Xezeyê veguheriye şerekî welê ku hema bibêje welatên Rojhilata Navîn bi temamî beşdar bûne. Helbet berpirsên vê yekê hêzên sermayeyê yên gerdûnî ne. Yanî hêzên komploger in. Kûrbûna tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo jî mirov nikare ji vê yekê cuda binirxîne.

Eger mirov bala xwe bidiyê, piştî 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo hat dîlgirtin, di 11’ê Îlona 2001’an de li New York’ê êrîşî Kûleyên Cêwî hate kirin. Di rojên piştre de jî bi hinceta vê êrîşê mudaxeleyên leşkerî li Efganistan û Iraqê hatin kirin. Bi tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên qirêj ên li ser PKK’ê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dewam dike.”

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ LI HER DEVERA CÎHANÊ DENG BILIND DIBIN’

Şerîk bilêv kir ku hêzên komploger di 25 salên dawî de negihiştine armanca xwe û wiha got: “Nekarîn dawî li hebûna PKK’ê bînin. Rêber Apo bi berxwedana xwe nehişt ku komploya navneteweyî bigihije armanca xwe. PKK jî li ser rêya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî vekirin meşiya û destkeftiyên mezin bi dest xist. Rêber Apo bi paradîgmaya ku pêş xistî, bi nasnameya Rêberê Gelê Kurdistanê weke Rêberê gerdûnî yê gelan û mirovahiyê hatiye qebûlkirin. Li dijî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo li her devera cîhanê deng bilind dibin, xwepêşandan tên kirin û kampanya tên lidarxistin. Li dijî komploya navneteweyî gelê Kurdistanê jî bi rojan ji qadan neçû. Di encama êrîşên polîsên dewletê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Helbet di wê pêvajoyê de yên di nava helwest û tawrekî cuda de jî hebûn. PDK’ê jî di nava van de cih girt. Di rastiyê de PDK’ê helwest û tawrê xwe pir bi eşkere diyar kir, dijberiya xwe ya li hemberî Rêber Apo û PKK’ê îlan kir.”

‘PDK’Ê PIŞTÎ KOMPLOYÊ ÊRÎŞÎ GERÎLA KIR’

Şerîk diyar kir ku divê her kes weşanên PDK’ê ku yên li ser bêtêlên ragihandinê navê Karox bi kar tîne, baş bizane û divê ew neyên jibîrkirin û ji aliyê hemû Kurdan ve baş bê zanîn. Jixwe êrîşên PDK’ê bi vê yekê sînordar nebûbûn. Li dijî gerîla êrîşên din ên cuda jî xistibû dewrê. Dema ku rê didît ji bo ku êrîşî gerila bike, bi agahiyên ku ji hêmanên îxanetê digirt, xebatên xwe yên keşf û îstîxbaratê yên li qadên gerîla jî zêde kiribû. Her wiha rêxistina çeteyên kontra yên ku di rêveberiya Azîz Veysî de ku ji tolaz û sergerdeyên ku demekê di nav refên gerîla de mane û li Duhok-Zaveteyê hatine rêxistinkirin, amade kirine ku wan di êrîşên wiha de bi kar bînin.

Piştî 9’ê Cotmeha 1998’an, PDK’ê ev çeteyên xwe yên kontra jî ji bo ku êrîşî cihên hêzên gerîla bike, ew amade kiribûn. A rastî ev êrîşên PDK’ê perçeyeke ji komploya navneteweyî bûn. Çawa ku wan komploya navneteweyî li ser bêtêlên xwe weke cejnekê pîroz kirin, bi êrîşên xwe yên kontra jî rola xwe dilîstin. Êrîşa li Garê ya di 13’ê Cotmeha 1998’an de jî mînakeke vê rastiyê bû. Di wê êrîşê de 14 hevalên me yên bi navê Nergîz (Necah Suleyman), Rûken Agît (Mûsa Yusûf), Çerkez Helîn (Nermîn Akkûş), Çiya Zêbarî (Mehmet Reşît), Bêrîtan Devrîm (Fîgen Bayram), Zinarîn Cûdî (Besê Kartal), Mrêxwaz (Sebrî Guler) , Şehrazol Efrîn (Îlhan Memo), Rengîn Rewşen (Ayten Ekîncî), Çiyager (Nîhat Sadî), Şervîn Şoreş (Nejla Bîlgîn), Mahabat Goyî (Hatîca Tan), Pîr (Alî Narîn) û Canda Kobanê (Semîre Muhammed) şehîd bûbûn. Piştre jî van êrîşan berdewam kirin.

Êrîşa di 13’ê Gulana 1999’an de ya li dijî gerîlayên li Metînayê jî weke êrîşa Garê bû. Hêzên PDK’ê dîsa çeteyên kontra bi kar anî û êrîşî gerîla kirin û di encamê de gerîlayên bi navê Sînan Amed (Mûrat Demîrhan), Agît Partîzan (Mehmet Bedîr) û Rojbîn Serhat (Sadegul Okmen) qetil kiribûn. PDK’ê bi vî awayî careke din nîşan da ku perçeyeke komploya navneteweyî ye. Her wiha îro jî wê rola xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Niha em di salvegera nû ya komploya 15’ê Sibatê de ne û PDK di nava nîqaş û êrîşan de hebûna xwe tim berdewan dike û ev yek jî mînekeke şênber e. ji ber wê yekê dema qala komploya navneteweyî tê kirin, divê rola komplogeran û rola PDK’ê ya di nava komployê de bê dîtin.

Ger Rêber Apo di bin tecrîdê de be û PKK jî tim di bin êrîşan de be bes wê gavê PDK dikare rola xwe bilîze. Û ev daxwaza xwe tim ji hêzên sermayedar re tîne ziman. Niha jî di vê mijarê de israr dike. Û divê her kes baş bizanibe ku yek ji berpirsiyarên sereke yê tecrîdkirina Rêber Apo, PDK ye û li gorî vê rastiyê tevbigere.

Rêber Apo berxwedaneke mezin nîşan dide û divê em layiqî berxwedana Rêber Apo bin û li gorî wê tevbigerin. Ev jî tê wateya berfirehkirina têkoşînê. Ev yek jî wê bi şerê gerîla û raperînên gel pêk were. Gelê Kurdistanê û dostên wan wê bi piştgirîdayîna tekoşîna Rêber Apo vê yekê pêk bînin.

Li ser vî esasî di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li Ewropayê bi daxuyaniya dostên gelê Kurdistanê pêngavek hate destpêkirin. Ev pêngavekî gerûnî ye. Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêngav hate destpêkirin. Ev pêngava hatî îlankirin, îro li her devera cîhanê bandora xwe nîşan dide. Xwepêşandan tên kirin, konferans tên lidarxistin, daxuyanî tên dayîn û meş tên kirin. Ev yek têkoşîneke ku di vê zemînê siyaseta demokratîk de, di platforma demokratîk de ji aliyê mirovahiyê ve hatiye pêşxistin. Li gelek deverên cuda yên cîhanê tê pêşxistin. Her roj bi pêşketinê dewam dike. Li gel vê yekê jî li Bakurê Kurdistanê gel li ser piyan e. Her roj li her aliyê çalakvan ‘Meşên Azadiyê’ lidar dixin. Bi vî rengî derewa eger Rêber Apo bê tecrîdkirin wê ev têkoşîn ‘biqede’ car din hatiye îflaskirin. Îro fikir û ramanên Rêber Apo li her demê zêdetir belav bûne, bandora xwe zêde kiriye. Ev yek jî bi serê xwe nîşan dide ku divê mirov li dijî komploya navneteweyî sekneke çawa raber bike. Li zindanan girtî bi grevên birçîbûnê û xizmên girtiyan bi çalakiyan li ber xwe didin. Em rû bi rûyê rastiyeke wiha ne. Çalakiyên pir mezin ên gerîla jî hene. Li dijî artêşeke ku bi alîkariya NATO’yê bomeyên taktîk nukleer û gazên kîmyewî bi kar tîne, şerekî mezin û bi bandor dimeşîne. Bi derbên giran dewleta Tirk a dagirker dihejîne û derewên wê deşîfre dike. Li Mêrsînê çalakiya Sarya û Rûken, li Enqereyê çalakiya hevrê Erdal û Rojhat wateyeke dîrokî îfade dike. Evane hemû têrker in? Na. Divê di sala 25’an a komploya navneteweyî de, em bi vê zanebûnê tevbigerin û têkoşînê hîn wêdetir bibin. Ev yek weke wezîfe û berpirsyarî li pêşiya me ye.

‘DIVÊ HER KES BEŞDARÎ MÎTÎNA KOLNÊ BIBE’

Di rojên pêşiya me de, roja 17’ê Sibata 2024’an li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng tê lidarxistin. Ev mîtîng nîşan dide ku pêvajoyeke wiha divê çawa bê pêşwazîkirin. Lewma divê her kes ji bo wê mîtîngê xwe berspirsyar bibîne ku beşdar bibe û yê li rex xwe jî beşdar bike. Hemû Kurd, dostên Kurdan, her kesê ji xwe re dibêje şoreşger, demokrat, sosyalîst divê beşdarî vê mîtîngê bibin. Elman, Fransî, Îtalî, Spanî, Yewnanî her kesê li Ewropayê dijî divê beşdarî mîtînga Kolnê bibe. Divê beşdarbûneke welê çêbibe ku bi şênberî nîşanî hêzên komploger bê kirin ku komployê ji bo wan çi encam çêkirin. Di sala 25’emîn a komployê ez berxwedana mezin a Rêber Apo silav dikim û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû hevrêyên me yên şehîd ditewînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê nexweş ê giran Mûtlak Tozûn piştî 30 salan hat berdan
Nûçeya Pişt re Meşa Azadiyê: Her der wê bibe paytexta berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê hîn bêhtir kar bê kirin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku wê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bafil Talebanî: Divê gavên pratîk bi lez bên avêtin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji bo banga Rêber Apo peyama, “Divê vê bangê bi hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Krasnodar êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Jinên Kurd ên li Krasnodar êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser li Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?