Piştî ku Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrişên hikumeta demkî û komên çete yên Tirkiye destekê dide wan, metirsiya komkujiyan heye, gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ketin nava liv û tevgerê.
Ji kantonên Reqa, Tebqa û Firatê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê bi sedan kes, tevî ekîbên Hevya Sor a Kurd bi moraleke bilind li xaçerêya bajarê Tebqayê kom bûn.
Girse tevî bi sedan erebeyan bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê” berê xwe da bajarê Dêr Hafirê, ji Dêr Hafirê jî dê biçin Helebê.

