Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê şehadeta fermandar Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) û Azad Heleb (Wedah Salah Bilal) ku duh di berxwedana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi rengekî fedaiyane şerkirin û gihiştin şehadetê, ragihand.
Daxuyaniya Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wihaye;
“Em her du fermandarên xwe yên fedayî rêheval Ziyad Heleb û Azad Heleb bi bîr tînin.
Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt û Endamê Fermandariya Giştî hevalê Azad Heleb (Wedah Salah Bilal) bi ruhekî fedayî têkoşiyan û di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de di 10’ê Çileya 2026’an de gihaştin şahadetê.
Di şexsê fermandarên me Ziyad Heleb û Azad Heleb de, em hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin. Dijmin her ku derbên giran dixwar berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşînê di asta herî jor de meşandin. Bi pisporî û ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb û Azad Heleb ji kêliyên destpêkê ve pêşengiya şer û berxwedaniyê kirin. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil têkoşiyan û bûne çavkaniya moral û berxwedaniyê. Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper digeriyan û bi şervanên xwe re şer pêşwazî kirin. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşandin. Heta kêliya dawî ya berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me bûne mertal. Li hemberî siyaseta radestî, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe tacîdar kirin.
ZIYAD HELEB
Hevalê Ziyad Heleb ku Fermandariê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di sala 1988’an de li Efrînê jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku; ji bo gel û welatê xwe bixebite.
Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re, di nav refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di milê leşkerî de tecrûbeyên mezin bidest xist. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû êrîşan têk bir û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşînê meşand.
Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêşxistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê ve li hemû herêmên lê têdikoşiya ve pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi heval Ziyad ve gelekî girêdayî bû.
Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêşxist, perwerde kir û di asta fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê. Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk anî. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî fedayî beşdarî xebatan bû.
Fermandar me yê Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê van gotinên xwe yên dîrokî anîbû ziman; ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye. Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin, provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes wan zilm bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedaiyê gel e. Em li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin. ‘‘
Heval Ziyad, heta kêliya xwe ya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û radestî dijmin nebû. Wek şoreşgerekî zelal, paqij û xwezayî her tim helwesta xweya şoreşgerî parast. Tu carî li hember neheqî û koletiyê serî netewand. Mîna hemû jiyana xwe, di berxwedana Şêx Meqsûd de jî, bi serbilindî peşengiya xeta Kurdê Azad kir. Li dijî polîtîkaya radestî û xiyanetê ya ku dijmin ferz dikir, Fermandar Ziyad ji sekn û şêwaza xwe ya şer û jiyanê ti carî tawîz neda.
Fermandar Ziyad, heta dîroka 10ê Çileya 2026an ango heta roja gihaşt şahadetê jî bi fedakarî têkoşiya. Bi helwesta xwe ya fedakar; di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bû sembola têkoşînê.
AZAD HELEB
Hevalê me Azad Heleb ku Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû; bi eslê xwe ji Efrînê ye û di sala 1994’an de li Helebê di nav malbateke welatparêz de jidayîk dibe. Bi giştî 10 xwişk û birane û di nav welatparêziya gelê me yê Efrînê de de mezin dibe. Hevalê me Azad Heleb, zewicî bû û bavê 2 zarokan bû. Ruxmî berpirsiyariyên xwe yên malbatî, her dem rizgariya gel û welatê xwe esas girt û bi vê bîr û baweriyê di sala 2011’an de li nav xebat û têkoşîna Helebê de cihê xwe girt. Fermandar Azad Heleb, ji sala 2011’an heta kêliya şahadeta xwe di hemû berxwedaniyên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê de cih girtiye. Rêhaval Azad, li hemberî hemû gef û xeteriyên li ser gelê xwe di asta milîtaniya serdemê û welatparêziya rastîn de têkoşiya. Rêheval Azad Aramiya malbata xwe, di rizgarkirina welatê xwe de didît û her dem di asta herî jor de tevlî hemû xebatên parastina gelê xwe bû. Parastina gel ji boyî xwe kiribû felsefeya jiyanê.
Fermandar Azad Heleb 15 salên jiyana xwe ango nêviyê jiyana xwe ji bo rizgarî û aramiya gelê xwe bexşand. Ruxmî temenê xwe yên ciwan; di hemû êrîşên li ser gelê xwe de pêşengî kir û ji sekna xwe ya berxwedêr tawîz nedan.
Rêheval Azad Heleb, li dijî êrîşên di 6’ê Çileya 2026’an de destpê kirî, di asta fermandarî de pêşengiya têkoşînê kir. Ji roja yekem a şer ve, li Girê Kestelo’ya girêdayî Şêx Meqsûd’ê berpirsiyariya berxwedana dîrokî girt li ser milê xwe. Di vê berxwedanê de, gelek wesayîtên zirxî û leşkerî yên dijmin îmha kir û bi dehan çeteyên destbixwîn ceza kir. Fermandarê me Azad Heleb di tevahiya berxwedanê de pêşengiya xwe parast û ji bo hemû berxwedêrên li kêleka xwe bû çavkaniya coş û moralê.
Herdu fermandarên me Azad û Ziyad, di berxwedana dîrokî ya Eşrefiye û Şêx Meqsûd de wekî sembolên pêşengiya fedakar di dîroka me ya şoreşgerî de cihê xwe girtine. Ev helwesta canbexş a her du fermandaran li hemberî hemû bangên radestiyê têkoşîna bi rûmet hilbijartin û ji bo berxwedana dîrokî ya hemû gelên Kurdistanê bûne remz û mîrateyek mezin.
Ji ber şehadeta herdû fermandarên me Ziyad Heleb û Azad Heleb em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê herdû fermandarên xwe de soz û girêdayîna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.
Nasnameya her du fermandaran wiha ye;
Nasnav: Ziyad Heleb
Nav ûPpaşnav: Ziyad Qedûr
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Zeim
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026
Nasnav: Azad Heleb
Nav û Paşnav: Wedah Salah Bilal
Navê Dayik: Cihan
Navê Bav: Salah
Cih û dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026”

