Di raporê de ev yek tê gotin: ‘’Li gel sala 2026’an 388 milyon Xiristiyan ji ber baweriya xwe bi zulma dijwar û cudakariyê re rû bi rû dimînin. Ev yek tê wê wateyê ku li seranserê cîhanê ji her 7 Xiristiyanan 1 bi vê rewşê re rû bi rû ye.’’
Li gorî raporê ev kes hemû bi awayekî rasterast bi vê zulmê re rû bi rû nabin; lê belê Xiristiyanên berbehs li welatên ku lê zexta dijwar heye, dijîn.
Saziya Katolîk Aide a l’Eglise en detresse (AED) jî meha Mijdarê raporek weşand û diyar kiribû ku 413 milyon Xiristiyan li welatên ku azadiya baweriyê tê binpêkirin,dijîn û 280 milyon Xiristiyan jî bi awayekî rasteras di bin xetereya zulmê de ne.
BI HEZARAN MIRIN, BINÇAVKIRIN Û ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DÊRAN
Li gorî rapora ku ji aliyê Deriyên Vekirî (Portes Ouvertes) ve hatiye amadekirin, di serdema navbera 1’ê Cotmeha 2024-30’ê Îlona 2025’an de 4,849 Xiristiyan hatine kuştin. 4,712 hatine girtin û li dijî 3,632 dêran êrîş hatine kirin. Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku 22,702 Xiristiyanan ji ber zextan neçar mane ku welatê xwe biterikînin û 4,055 bûyerên tundiya zayendî rû dane.
KOREYA BAKUR DI RÊZA YEKEMÎN DE YE
Di rêza welatên ku herîz êde zextê li Xiristiyanan dikin de Koreya Bakur yekemîn e. Li gorî raporê li Koreya Bakur baweriya ji Xweda re tê wateya ‘’îxaneta li dijî rejîmê.’’ Piştî Koreya Bakur, Somalî û Yemen tên. Ji sala 2015’an ve ye herêma ku lê herî zêde Xiristiyan hatine kuştin Efrîqaya Binê Sahrayê ye. Li vê herêmê di sala 2025’an de 4,491 Xiristiyanan jiyana xwe ji dest dane.
Li Nîjerya û Çînê jî nêzîkî hezar dêr hatine hedefgirtin û li Hindistanê jî bi hinceta ‘’yasayên li dijî guherandina baweriyê’’ 2,192 Xiristiyan hatine girtin. Sûriye jî di endeksê de ji rêza 18’emîn hatiye rêza 6’emîn.
HIŞYARIYA AMÛRÎKIRINA SIYASÎ
‘’Endeksa Zulma li ser Xiristiyanan’’ a ji sala 1993’yan ve tê weşandin û girêdayî 84 krîteran tê amadekirin, bi têkariya nêzîkî 5 hezar pisporan tê amadekirin. Sazî, qebûl dike ku dane hin caran di nîqaşên siyasî de tên bikaranîn û diyar dike ku bes zextên ji ber baweriyê li raporê hatine zêdekirin û metodolojiya wan zelal e.
NETEWEPERSTIYA OLÎ Û ZEXTA CIVAKÎ YÊN LI TIRKIYEYÊ ZÊDE DIBIN
Tirkiye di nava 50 welatên raporê de di rêza 41’an de cih digire. Li gorî Deriyên Vekirî (Portes Ouvertes), Tirkiyeya ku bi awayekî fermî laîk e, ji sala 2016’an ve ye berê xwe daye meyleke siyasî ya ku netewperestiya olî û Îslambûn ketine nava hevûdu. Xiristiyan ji ber netewperestiya olî ya di nava civakê de zêde dibe, bi zexteke civakî ya dijwar re rû bi rû dimînin. Tirkekî ne Misilman, bi awayekî giştî bi ‘’îxaneta li dijî netew û dewletê’’ tê sûcdarkirin. Her çend Qanûna Bingehîn dînû dewletê ji hev cuda dike jî li gorî raporê dewlet di pratîkê de piştgiriyê dide Îslama Sunî-Hanefî.
Her çend derbasbûna Xiristiyaniyê weke sûc neyê qebûlkirin jî ji aliyê civakê ve nayê pejirandin. Tê diyarkirin ku bi taybetî jî di serî de Xiristiyanên Rojavayî Xiristiyanên biyanî yên li welêt dijîn yan jî dixebitin hedef tên girtin û têketina wan a ji bo Tirkiyeyê tê qedexekirin. Li gorî raporê Xiristiyan hem di saziyên dewletê hem jî yên sektora taybet de bi cudakariya sîstematîk re rû bi rû dimînin. Dêr jî di bin astengiyên îdarî yên dijwar û zehmetiyên burokratîk de dixebitin.
Di raporê tê destnîşankirin ku koma herî hesas Xiristiyanên ku bi eslê xwe Misilman in. Tê îfadekirin ku ev kes bi zexta malbat û derdora xwe û rîska vederkirina ji mîrasê, jihevberdana bi darê zorê û windakirina welayetê re rû bi rû dimînin.

