Li gel zêdebûna tundiya taîfî li Sûriyeyê, Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal hişyarî li ser xeteriya hebûnê ya rûbirûyî taîfeya Elewî û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê da û diyar kir ku ji Adara 2025ˊan ve hewldanên qirkirina komî ya sîstematîk tên kirin.
Berdevkê Komeleya Gelên di bin Gefê de (GfbV) a Karûbarên Hindikahiyên Etnîkî, Olî, Zimanî û Neteweyî Dr. Kemal Seydo bi Şêx Xezal Xezal re hevdîtinek pêk anî.
Şêx Xezal diyar kir ku li gel xeterî û gefxwarinên li dijî wî hîna di hundirê Sûriyeyê de ye û anî ziman ku xebata rastîn û berpirsiyar divê ji hundirê welat û di nava welatiyan de be.
Xezal da zanîn ku Elewî beşek resen ji mozaîka niştîmanî ya Sûriyeyê ye, bêyî naskirina rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyeyiyan ne pêkan e rewşa Sûriyeyê were naskirin an jî siberojek aram ji bo welat were avakirin.
Der barê gefên li dijî wî û Elewiyan tên xwarin de Şêx Xezal destnîşan kir ku tehrîdkirina li dijî wî û tafîeya Elewî ji fikra dûrxistinê ya li ser bingeha tundî û heqareta li mirovan tê. Xezal diyar kir ku rejîma li Şamê rûyê xwe yê rast di 7ˊê Adara 2025ˊan de aşkera kir; dema li dijî Elewiyan komkujî pêk anîne û welatî revandine.
Xezal aşkera kir ku li dijî wî gefên qetilkirin û girtinê hatin xwarin, ji ewl re xwe veşartiye, li kêlek wê jî gef li tevahî malbata wî jî hatine xwarin. Bi wê re 3 kurên wî ku bijîşk in, neçar bûn ku karên xwe berdin û xwe veşêrin.
Şêx Xezal da zanîn ku li gel van gefên li dijî wî û malbata wî tên xwarin, lê parastina jiyan û rûmeta Elewiyan berpirsiyariyeke exlaqî ye, banga parastina Elewiyan û rawestina êrişên li dijî wan kir. Xezal diyar kir ku Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind daxwaza avakirina pergala federal di nava dewleteke îlmanî de kir, da ku wekhevî di nava tevahî welatiyan de pêk bê û mafên hindikahiyan bê cudahî were parastin.
Şêx Xezal hişyarî da ku desthilatên hikumeta demkî bi gefan tenê nakin, lê hewldana qirkirinê dikin, ev jî xeteriyeke mayînde li ser tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê ye. Li dijî jin, zarok û mêrên Elewî komkujî pêk anîn, kiryarên revandin, tecawîzkirina jinan, xerabkirina perestgehan kirin û daristan şewitandin. Ev pêkanîn li dijî Durzî, Xiristiyan û Kurdan jî hatin kirin.
Têkildarî xwepêşandanên Elewiyan piştî komkujiyên Adara 2025ˊan, Şêx Xezal diyar kir ku mafê Elewiyan a diyarkirina aqûbeta xwe û derbirîna zehmetiyên xwe heye, bi taybet piştî ku ji tevahî mafên xwe yên jiyanê hatin mehrûmkirin. Ev xwepêşandan jî bersiva wan binpêkirinan bûn.
Der barê hejmara qurbaniyan de Şêx Xezal diyar kir ku li gorî hejmarên hatine parvekirin, di nava 30 hezar heya 60 hezar kes birînar û kuştî çêbûn û got “Ew nikarin hejmaran tam rast diyar bikin, ji ber ku zehmetî hene, binpêkirin berdewam in, tomarkirina kuştiyan hat qedexekirin. Bi hezaran cenaze hatin şewitandin, avêtin deryayê û ji çiyayan de jî hatin avêtin, da ku şopên binpêkirinan û qirkirina etnîkî veşêrin.
Şêx Xezal got peywendiya wî yekser bi rêveberiya Durzî Şêx Hikmet El Hicrî û fermandariya Kurdan re heye û ew di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtinên dîplomasî yên bi şandeyên Sûriyeyî li Cinêvê de beşdar bû.
Der barê pêwîstiya beşdariya rasteqîn û aktîv a jinan li nava tevahî saziyên dewletê û cihên rêveberiyê de Şêx Xezal destnîşan kir ku berdevka fermî ya Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind jineke siyasetmedar e û got bêyî pêşketina jinê civak bi pêş nakeve.
Têkildarî rola dewleta Tirk, Şêx Xezal Xezal diyar kir ku piştgiriya Enqereyê ji komên radîkal re di çarçoveya hewldanên wê yên pêkanîna berjewendiyên herêmî, berfirehkirina serwerî û sînorê wê de ye û hişyarî li ser van siyasetan da ku wê aborî û siyaseta dewleta Tirk hilweşîne û bandorên krîza Sûriyeyê wê teqez li Tirkiyeyê vegerin.

