Tevgera Azadiyê ragihand ku şervanê Apoger Celal Amed (Celal Baymış) ê ku jiyana xwe ya 49 salan a şoreşgerî da azadiya gelê Kurd ji bo tedawî li Rojava bû, ji ber qeyrana dil şehîd bûye. Tevgera Azadiyê diyar kir ku Celal Amed di salên zîndana û gerîla de helwesta xwe ya biryardar, dilsoziya xwe ya bi gel û Rêber Apo re, têkoşîna xwe bêdeng û bi bandor nîşan da û wiha got: “Bîranîna Celal heval ne tenê windahiyek e, ji nû ve bîranîna xet û sekneke şoreşgerî ye.”
Daxuyaniya Tevgera Azadiyê wiha ye:
JIYANEK; BI FEDAKARIYA APOYÎ, DILSOZÎ Û KEDÊ VE DERBAS BÛ
“Bi xemgîniyeke kûr me bihîst ku hevalê me Celal Amed (Celal Baymiş) li Rojava, ku ji bo dermankirinê çûbû wir, ji ber krîza dil gihiştiye şehadetê. Heval Celal şoreşgerekî Apoyî bû ku jiyana xwe ya şoreşgerî ya 48 salan ji bo parastina rûmeta gelê Kurd feda kiribû. Ew milîtanekî bêqusûr, bi xwe bawer, bêdeng û bi israr dixebitî bû. Wî karîbû bibe yek ji mînakên herî sade û bihêz ê dilsoziya bi Rêbertî, gel û hevaltiyê re. Hevalê Celal bi bîr anîn, ne tenê windahiyekê anîna zimane. Di heman demê de bîranîn û xurtkirina xetek, exlaqek û helwestek şoreşgerî ye. Ji ber şehadeta Heval Celal Amed ku parêzvanê xeta Apoyî bû, em ji malbata wî ya hêja, ji hemû gelê xwe yê welatparêz û hevalên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Rêheval Celal Amed di sala 1958’an de li Siwêregê di nav malbateke xizan a bi heft zarokan de ji dayik bû. Li Hilwanê destpê dest bi dibistana seretayî kir, lê piştî ku malbata wî koçî Siwêregê bû, perwerdehiya xwe li wir domand. Li Siwêregê ji ber doza xwînê, malbat neçar ma ku di demek kurt de koçî Amedê bike. Ev koçberî û trajediyên ku wî di zarokatiya xwe de jiyaye, di bîra Rêheval Celal de şopên giran hiştiye. Şopên weke ku ev gel ji çarenûseke çawa re hatiye terikandin hiştiye. Ji temenê biçûk ve, hîs dikir ku tiştên qewimîne ne çarenûse û di ciwaniyê de ev lêhûrbûnên wî kurtir dibin.
Li Amedê dibistana navîn xwend. Piştre derbasî beşa Teknîsyeniya Înşaetê ya Dibistana Hunerê dibe. Di sala 1977’an de, dema ku lîseyê dixwend tevgera Apoyî naskir. Di wê demê de, atmosfera siyasî li Amed pir dijwar bû; gelek rêxistinên çepgir û sosyalîst çalak bûn. Heval Celal jî di nav lêgerînê de bû. Di vê pêvajoyê de; helwestên wêrek û biryardariya çalakiyê ya li dijî hêzên faşîst û nêzîkatiya gelperwer a tevgera Apoyî bala wî kişand. Ev nasîn ‘xwe nêzkirin’ nebû; ji bo hevalê Celal rasterast bû rêyek. Ji roja yekem ve fêm kiribû ku tişta lê digeriya di nav tevgera Apoyî de peyda kiriye. Ew, êdî yek ji çalakvanên pêşîn ê Amedê ye. Wekî xebatkar, çalakvan û rêxistinvanekî tevgera Apoyî ku, li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Amedê pêş ket û xurt bû, cihê xwe di dîroka têkoşîna me de digire. Ji wan rojan ve helwesta Heval Celal zelaltir bûbû. Ji wan rojan ve Heval Celal dizanibû di rêxistineke çawa de cih digre û xwedî armacên çawa ye. Êdî ew jî lêgerînvanekî; azadî û jiyana bi rûmet a gelê Kurd û xeta Rêbertî bû.
DI ZINDANÊ AMEDÊ DE BÛ NAVÊ BERXWEDANÊ
Di tevgera Apoyî de beşdarbûna çalak a Heval Celal, ji zû ve ji aliyê dijmin ve tê ferqkirin. Ji ber helwesta wî ya çalak, beriya darbeya 1980’yan tê girtin. Dema ku darbeya 12’ê Îlona 1980’yan pêk hat, dijmin di zindanên ku lê bûn de êşkenceyên giran li şoreşgeran dikir. Heval Celal yek ji şoreşgerên Apoyî bû ku li Zindana Amedê êşkenceya herî giran dît. Ji aliyê dijmin ve li Hevalê Celal çiqas êşkence hat kirin jî, qet ji helwesta xwe tawîz neda û li ber dijmin serî netewand. Armanca dewleta Tirk zelal bû; bi rêya girtiyan têkoşîna azadiyê tepisandin, vînê şikandin û radestî ferzkirin bû. Lê belê, Zindana Amedê dê bibe navenda berxwedanê, ne radestiyê. Heval Celal li hember êşkenceya giran a bi salan helwestek bi rûmet, biryardar û neşikestî nîşan da. Di vê pêvajoyê de, ew li kêleka heval Mazlum, Kemal, Xeyrî û Ferhat sekinî. Di tariya zindanê de parastina nasnameya şoreşgerî ne tenê meseleya berxwedana fîzîkî bû, di heman demê de meseleya girêdayîna îdeolojîk û vîna ji pola bû jî. Li ser dîwarên zindana riziyayî, mîna derwêşekî, strana “Çete nikare cîhanê bi rê ve bibe” digot û dengê berxwedanê ber bi asîmanan ve bilind dikir. Li dijî hemû êşkenceyên dijmin, hevalê me Celal neşikest, xwe netewand û ne jî xwe înkar kir. Ew wek polayê bihêz ê ku hatî avdan bû. Hevalê Celal ji berxwedana mezin a zindanê ku di dil û mejiyê xwe de hîna zindî bû derket. Her xêzeke li ser rûyê wî şopên berxwedanê dihewand. Ew bûbû xwediyê rûmet û helwesta şoreşger a mezin. Piştî ku ji zindanê derkeve jî, dê heta dawiya jiyana xwe heman xeta şoreşgerî bidomîne.
DI REFÊN GERÎLA DE XETA PARTIYÊ Û PARTIYÊ PARAST
Piştî 12 salên zindanê, di sala 1992’yan de ligel heval Rıza Altun, Mustafa Karasu û Mustafa Gezgor hate berdan. Bi hevalên xwe yên di zindana Amedê bi hev re li berxwe dayî re, di xebatên cûrbecûr de wê dil bi dil bimeşe. Heval Celal, piştî ku ji zindanê derket, bê dudilî berê xwe da qada Rêbertî. Di tevahiya sala 1993’yan de li qada Rêbertî perwerde dît. Perwerdehiya Rêbertî dê ji bo rêwîtiya wî ya şoreşgerî destpêkek nû be. Bi saya ev perwerdeya Rêbertiyê, çanda berxwedana zindanan bi perwerdeya Rêbertî re di dil û mejiyê xwe de bihêztir kiribû. Bi vê hêzê re êdî ji bo pratîkê amade bû û îradeya xizmetê ji bo hemû qadên têkoşînê nîşan dabû.
Piştî perwerdeyê, ew wekî hêzek destwerdanê li kêleka Heval Cemîl Bayik ji bo çiyayên Kurdistanê hate erkdarkirin da ku pêvajoya tesfiyekariya di nav partiyê de lêkolîn û zelal bike. Ev ne karekî asayî bû. Ev tê wateya di nav refên gerîla de parastina xetê, partiyê û têkoşînê. Heval Celal dê ev berpirsiyariya dîrokî bêyî ku sivik bigre dest, bi cidiyet û biryardariyek mezin bicîh bîne. Li hember tesfiyekariya wan salan qet tawîz neda û bi helwesta xwe ya zelal karî tevgera me biparêze.
Heta sala 1996’an, li gelek deverên çiyayên Botan-Behdînanê erkên xwe yên gerîla bi serkeftî pêk anî. Ev sal, salên dagirkeriya dewleta Tirk a çiyayên Kurdistanê bû. Li gelek gund û bajarên Kurdistanê, komkujiyên hovane pêk dihatin û bi hezaran gund dihatin valakirin û şewitandin. Heval Celal bi awayekî çalak bersiva van hemû êrîşên dagirkeriyê da û têkoşîna xwe meşand.
RUHÊ BERXWEDANA ZINDANÊ DA HER HEVALÊ/A XWE
Rêheval Celal, bi ezmûna ku ji şerê gerîla girtî, di sala 1996’an de çû Eyaleta Serhedê. Herêma Serhedê tê wateya zivistanên dirêj ên bi berfê ve hatine pêçandin. Di hemû demên ku gerîla nedikarîn bimeşin de, Heval Celal bi tevlîbûn û pêşxistina perwerdeyên girîng ve; zanîn, ezmûn û hêza xwe ya exlaqî da şervanan. Ew şahidê rasterast ê berxwedana zindanan bû. Ruhê berxwedana zindanan, di her hevalekî/e ku pê re dijiya de çandibû. Wekî gerîlayekî mînak û fermandarê helwesta Apoyî, karî bibe hevalekî ku hemû heval bi heyranî lê binêrin. Di pratîka dijwar a bihara 1997’an a Serhedê de li herêma Tendûrekê tevlî şerê gerîla bû. Di bin şert û mercên dijwar ên xweza û jiyanê de bi awayekî çalak beşdarî xebatên leşkerî, pratîkî û rêxistinî bû. Pêşengiya gelek çalakiyan kir û ji bo hevalên xwe çavkaniya moralê bû. Di van salan de, Eyaleta Serhedê yek ji wan deveran bû ku dijmin herî zêde êrîşên dagirkerî lê pêk anî. Helwesta Apoyî ya bêhempa û moralê bilind ê hevalê me Celal hemû êrîşên dijmin pûç dikir. Wî tu carî temen an nexweşiyên xwe yên bedenî hincet nedikir. Bi şervanên xwe yên ciwan re, ji hilgirtina amûran bigire heta çêkirina qampan, ji karê rojane bigire heta berpirsiyariyên rêxistinî, li her qadê mil bi mil xebitî. Ji tu xebatê paşve gav nediavêt. Di her kêliyê de mîna ku deyndarê têkoşînê be beşdar dibû.
Ji bo Heval Celal, şoreş ne tenê şer bû, lê di heman demê de girêdana bi gel re, rêxistinkirin û hişyarkirina civakê jî bû. Li ser vê bingehê, ew di her fersendê de xebatên gel dimeşand. Ji bo demekê, li herêma Bazîdê bi serkeftî xebatên perwerde û rêxistinê meşand. Di vê demê de, bi sedan ciwanên Kurd ji helwesta Apoyî ya Heval Celal bandor bûn û tevlî refên azadiyê bûn. Hevalê Celal, li vê herêmê bi sedan kesan re axivî, rastiya têkoşînê rave kir û polîtîkayên şerê taybet ên dijmin pûç kir.
Di sala 1999’an de, li hember komploya navdewletî ya li dijî Rêber APO ew bi hêrseke mezin ve tijî bûbû. Di her fersendê de li deverên ku lê bû hewl da ku li dijî komployê tiştek bike. Ti carî nebûyîna Rêbertî qebûl nekir. Bawer dikir ku çi dibe bila bibe, divê komplo were pûçkirin. Di sala 1999’an de, bi talîmatên Rêber APO, çû herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistan. Piştî demeke kurt a li Qendîlê, di sala 2000’î de çû Rojava û di nav xebatên gel de cih girt. Rojava warê Rêbertî bû. Keda salan li Rojava hatibû dayîn û hevalê me Celal di tevahiya dema xwe ya li vê herêmê de mîrata Rêbertiyê parastibû. Her welatparêzekî/ê weke emanetê Rêbertî didît û qîmet dida gel. Di hemû xebat û çalakiyan xwe de, gelê me parast û rêxistin kir. Piştî demekê li Rojava xebitî, dîsa vegeriya herêmên gerîla.
XWE NE, TÊKOŞÎNÊ MEZIN KIR
Piştî komploya li ser Rêbertî, li dijî tesfiyekariyê xwedî helwesta herî zelal bû. Di her rewşê de, li xeta Rêbertî bi awayê herî radîkal xwedî derket. Qet xwe neda ber fikarên takekesî û ji helwesta xwe ya ji bo parastina têkoşînê qet tawîz neda. Wî nehişt ku nêzîkatiyên tasfiyekariyê bi ser bikeve. Li cihê ku ew lê bû, tasfiyekarî nekaribû bijî. Li dijî tasfiyekaran him bi gotin û him jî bi pratîka xwe xeta Rêbertî heta dawiyê parast.
Di salên 2005-2006’an de, di komîteyên civakî yên girêdayî KCK’ê de wekî rêveber xebitî. Her wiha demek dirêj berpirsiyariya maliyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê girt ser xwe. Hevalê Celal, di nav şert û mercên herî dijwar û bêderfet de hewlek mezin da ku hemû pêdiviyên gerîlayan peyda bike. Gav bi gav li çiyayên Kurdistanê meşiya û bi baldarî karê û xebatên xwe meşand. Erkên ku Heval Celal pêk dianîn pir caran nedihat dîtin. Lê ev xebat stûna şoreşê bûn û têkoşîna me pir caran bi ev ked û hewildanên nayên dîtin heta roja îro hatiye domandin. Ew, vî barî bi bêdengî hildigirt. Ne xwe, têkoşînê xwedî dikir. Li şûna nasnav û navdariyê, berpirsiyarî esas digirt. Hemû nirxên madî û manewî yên partiyê diparast. Li gorî Hevalê Celal, parastina nirxên têkoşînê tê wateya parastina jiyanek azad. Parastina jiyanek azad tê wateya jinûve avakirina pêşeroja gelê me û li ser bingeha felsefeya Rêbertî jinûve afirandina Kurdê/a azad.
JIYANA WÎ BI PRATÎKEK GIRAN A ŞOREŞGERÎ DERBAS BÛ
Heval Celal ji bo pêkanîna Rêber Apo; di pratîkê gav bi gav li çiyayên Kurdistanê geriya û bû xwedî kedeke mezin. Baweriya wî herdem bi karkirina domdar hebû. Her tim bi berpirsiyariyeke bilind tevdigeriya. Him êşkenceya ku di salên girtîgehê de kişand û him jî zehmetiyên pratîkî yên şerê gerîla bandorek giran li ser tenduristiya Heval Celal kir. Giştî jiyana wî, di pratîkên giran ên şoreşgerî de derbas bûbû. Dema ku pirsgirêkên tenduristiya wî xirabtir bûn, ji bo dermankirinê çû herêma Rojava. Heta di dema dermankirinê de jî, qet têkiliya xwe bi hevalên xwe re qut nekir, coş û peroşiya xwe kêm nekir û ji xeta têkoşînê dûr neket. Di ev dema xwe ya tedawiyê de jî, bi her hevalekî ku pê re hevdîtin dikir re dikaribû rêhevaltiya xwe ya xurt parve bike. Pirsgirêkên tenduristiya wî çiqas giran bin jî, heta kêliya xwe ya dawî coş û kelecana xwe parast. Mixabin, Hevalê Celal ji ber giranbûna pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, di 10’ê Çileya 2026’an de, qeyrana dil derbas kir û gihişt şehadetê.
Dema ku me agahiya şehadeta Heval Celal bihîst, tiştek di hundirê me de bêdeng ma. Ji ber ku hin heval hene ku bi hebûna xwe deng dernaxin, lê nebûna wan di dilê gel de valahiyek mezin diafirîne. Hevalê Celal Baymîş jî tam hevalekî wisa bû.
Jiyana şoreşgerî ya çil salan a Heval Celal li ser bingeha dilsoziya bi Rêbertî, gel û hevalên xwe re derbas bû. Ew di têkiliyên xwe de vekirî, dilnizm û dirust bû. Ew herdem xebat û karkirinê esas digirt û bi dilnizmî dijiya. Rêheval Celal, di tu kêliya jiyana xwe de madiyatperestî qebûl nekir û bi wê nejiya. Ew bû yek ji mînakên herî sade û bihêz ê milîtantiya Apoyî. Ew ne bi gotinan, bi jiyanê diaxivî û ne bi xwenîşandanê bi kedê dimeşiya. Belkî hevoka herî rast ku mirov li ser Heval Celal bibêje ev e: Wî li her deverê şop û xetek hişt. Û ev xet; xeta duristî, wefadarî û xeta gel bû. Hevalê Celal bi bîranîn, ne tenê şîn di heman demê de sozdayînek e. Soza me ye ku em li ser rêya ku ew meşiya bimeşin, keda ku wî hilgirtiye zêde bikin û wefadariya Apoyî ya ku wî nûnertiya wê dikir zindî bihêlin. Bîranîna Heval Celal wê di têkoşîn, hevaltî û berxwedana bi rûmet a gelê me de herdem bijî.
Em careke din ji ber şehadeta heval Celal, ku bandorek kûr li ser hemû hevalên wî yên têkoşînê kir, sersaxiyên xwe yên kûr ji malbata hevalê xwe, ji hemû gelê xwe yê welatparêz û ji her kesê ku ji bo azadiyê têdikoşe re dixwazin.”
Nasnameya Şehîd Celal Amed bi vî rengî ye:
Navê Kod; Celal Amed
Nav û Paşnav: Celal Baymiş
Navê Dayîk: Mihrîban
Navê Bav: Halîl
Cih û Dîroka Dayîkbûnê: Sêwereg/Riha-01.01.1958
Cih û Dîroka Tevlîbûna Têkoşînê: 1977-Amed
Dîroka Şehadetê:10.01.2026

