Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyit Aslan, êrîşên HTŞ’ê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, Eşrefiye û Şêxmeqsûdê, di çarçoveya hevsengiyên hêzên herêmî û destwerdanên emperyalîst de nirxand.
Aslan destnîşan kir ku êrîş ji polîtîkayên DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê serbixwe nîn in û ev geşedan rasterast bi nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Aslan, bal kişand ser xebatên komîsyona ku li meclisê hatî avakirin, gotinên desthilatê yên wekî “Tirkiyeya bêteror” û helwesta li hemberî daxwazên bingehîn ên mîna perwerdehiya bi zimanê dayikê; diyar kir ku di tabloya heyî de pêvajo bi rengekî yekalî bi pêş dikeve û nêzîkatiya înkarker û zextkar a li hemberî gelê Kurd berdewam dike. Her wiha Aslan anî ziman ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin dibin sedema şikestinekê di hestên gelê Kurd ên li erdnîgariyên cuda de û destnîşan kir ku çareserî û aştî tenê bi têkoşîneke yekbûyî pêkan e.
ÊRÎŞ JI WELATÊN EMPERYALÎST NE SERBIXWE NE
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, di nirxandina xwe ya derbarê êrîşên li Helebê de tekez kir ku geşedan ji hêzên herêmî û navneteweyî ne serbixwe ne.
Aslan wiha bal kişand ser paşxaneya pêvajoyê: “Divê em bi taybetî binav bikin ku êrîşa HTŞ’ê ya li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê yên Helebê, ne ji DYA’yê, ne ji Îsraîlê û ne jî ji Tirkiyeyê serbixwe ye. Ji ber ku wekî tê bîra we; di 5’ê Çileyê de li Parîsa Fransayê, piştî hevdîtina Îsraîl, DYA û HTŞ’ê ya li ser Hikûmeta Şamê, di 6’ê Çileyê de van êrîşan dest pê kir. Li vir divê em bibêjin ku Tirkiye, DYA û Îsraîl rê li ber van êrîşan vekirine û bi taybetî qad ji HTŞ’ê re vekirine.
Ji ber wê yekê, gava em li geşedanên li Sûriyeyê dinêrin, divê em vê rastiyê bibînin ku ev êrîş ne ji welatên emperyalîst û ne jî ji welatên herêmê serbixwe ne. Ya duyemîn, HTŞ dixwaze li Sûriyeyê wekî hêza yekane hikum bike. Bi hişmendiyeke tekparêz, hewl dide rêveberiyeke şerîatparêz ava bike. Ji ber vê yekê Kurdan û QSD’ê wekî astengiyekê li pêşiya vê pêvajoyê dibîne. Ev rewş, di heman demê de bi polîtîkayên Tirkiyeyê re jî li hev dike; nebidestxistina statuya Kurdan li wir, nemana wan wekî hêzeke leşkerî, parçekirin û dabeşbûna wan tabloyeke wiha ye ku tê hesabê Tirkiyeyê. Ji ber vê sedemê, rêvekirina welatên din ên emperyalîst, di heman demê de nîşan dide ku Tirkiye jî piştgiriyeke girîng daye vê pêvajoyê.”
DESTHILAT HÊ JÎ BI HIŞMENDIYA YEKPARÊZ NÊZÎK DIBE
Aslan, bandora geşedanên Sûriyeyê ya li ser nîqaşên çareseriyê yên li Tirkiyeyê jî nirxand. Aslan bal kişand ser nêzîkatiya desthilatê û wisa axivî: “Gava em lê dinêrin bê ka ev rewş bandorê li pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dike an na: Me hemûyan ew pêvajoya ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de bi silavdayîna Bahçelî dest pê kir, kêm û zêde ji nêz ve şopand. Lê belê bi deklarasyona 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û daxuyaniyên wî yên piştî wê re, em di xala îro de ji aliyê Tirkiyeyê ve, bi taybetî ji aliyê desthilata heyî ve, bi eşkereyî dibînin ku tu pêşketinek ber bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd an jî naskirina hebûna gelê Kurd ve nîn e. Em dixwazin bi taybetî binav bikin ku desthilat hê jî bi hişmendiyeke yekparêz û bi nêzîkatiya înkarkar nêzî vê meseleyê dibe.
Ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavek nehatiye avêtin, ne pêwîst e ku mirov li ser nîqaşên ‘gelo dê ev pêvajo bandorê li Tirkiyeyê bike an dê xira bibe’ bisekine. Ji ber ku her çend gelê Kurd û Ocalan hinek geşedan û tevdîran bînin ziman jî, hê ji aliyê Tirkiyeyê ve bersivek ji bo vê çênebûye û nêzîkatiyek wiha nehatiye nîşandan. Ji ber vê yekê pêvajo bi xwe bi rengekî yekalî bi pêş dikeve; li hemberî hevdîtin û gavên ku ji aliyê Kurdan û Ocalan ve ji bo pêvajoyê tên avêtin, heta îro ji eniya Tirkiyeyê tu nêzîkatî derneketiye holê.”
BÊBAWERÎ KÛR BÛ
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, derbarê xebatên komîsyona ku li meclisê hatî avakirin û rapora ku tê hêvîkirin derkeve de jî ev nirxandin kirin: “Komîsyona ku li meclisê hatî avakirin, piştî 20 û çend civînan dê raporekê amade bike. Tê daxwazkirin ku ev rapor ji aliyê hemû partiyan ve bê îmzekirin. Lê belê gava em li pêvajoya çareseriyê an jî geşedanên ku wekî pêvajo tên binavkirin û ev zêdetirî salekê ne diqewimin dinêrin, diyar e ku raporeke hevpar a ku her kes bi dilrehetî îmze bike dê dernekeve holê. Em dizanin ku di komîsyonê de rê li ber axaftina dayikeke Kurd a ku dixwest bi zimanê xwe biaxive hate girtin. Hê jî gotinên ‘Tirkiyeya bêteror’ her roj ji aliyê Bahçelî û Erdogan ve tên dubarekirin; di meseleya perwerdehiya bi zimanê dayikê de helwesteke bi tevahî girtî tê nîşandan û tê îdiakirin ku ev ê Tirkiyeyê parçe bike û avahiya dewleta unîter xira bike.”
Seyît Aslan diyar kir ku pêkanînên desthilatê nîşan didin ku pêvajo bi rengekî yekalî dimeşe. Aslan anî ziman ku pratîkên heyî pirsgirêka bêbaweriyê kûr dikin û got: “Taybet qeyûman paşve bikişînin, şaredarên ku beraat kirine û dozên wan bi dawî bûne jî nayên destpêkirin ser erkên wan.
NÎQAŞÊN PÊVAJOYÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ DÊ BERDEWAM BIKIN
Aslan, dema bandora geşedanên li Sûriyeyê ya li ser pêvajoya hevdîtinan a li Tirkiyeyê nirxand, bal kişand ser helwesta tevgera siyasî ya Kurd jî: “Tişta ku em dibînin, an jî ez dixwazim bînim ziman ev e: Rastiya ku Ocalan an jî tevgera siyasî ya Kurd, girêdayî geşedanên li Sûriyeyê dê pêvajoya hevdîtinan a li Tirkiyeyê bi dawî nekin. Ev pêvajo dê berdewam bike, ev nîqaş dê bimeşin. Li Sûriyeyê kevir dê çiqas rûnin an dikarin bên rûniştandin, hîn zû ye ku em îro ji bo vê tiştekî bibêjin. Ji ber ku HTŞ dixwaze bigihîje armancên xwe. Yanî ne tenê li rojavayê Firatê, li rojhilat jî dixwaze MSD’ê sînor bike; bi parçekirina Kurdan wan entegreyî pergalê bike, ji aliyê siyasî û leşkerî ve wan lawaz bike û rê li ber tevgerîna wan a bi hêzên din ên demokratîk ên Sûriyeyê re bigire.
AGARBESTA DEMKÎ NE MISOGERÎ YE
Seyît Aslan bal kişand ser rîskên derbarê hevsengiyên herêmî û destwerdanên navneteweyî de jî. Aslan tekez kir ku rawestanên demkî yên gengaz garantiyeke mayînde pêşkêş nakin û wiha got: “Li vir faktorek din jî geşedanên dawî yên li Îranê ne. Gava em li encamên derketine dinêrin, dibe ku ji ber operasyonên gengaz ên li ser Îranê agirbesteke demkî şer bide rawestandin; lê divê em bibînin ku garantiya vê jî nîn e. Ji ber ku heke li Sûriyeyê di serî de DYA û Îsraîl, polîtîkayeke hevkariyê ya kûrtir û teslîmiyetê bê meşandin, ev welatên emperyalîst dê qada siyasetê ji wan re hîn bêtir vekin û bixwazin ku polîtîkayên wan pêk bînin.
Îsrailê jixwe Girên Golanê ev demeke dirêj e dagir kiriye; hêzên xwe yên leşkerî li herêmên ku 70 kîlometre dûrî Şamê û di hinek cihan de 20 kîlometre dûr in, bi cih kiriye. Tevî vê yekê, ne ji HTŞ’ê û ne jî ji Tirkiyeyê tu deng dernakeve. Lê belê derxistina Kurdan ji taxên wan ên li Helebê hema bêje tê teşvîqkirin; her cure piştgiriya lojîstîk û çekdarî ji van deran re tê dabînkirin.
TIŞTA DIYARKER TÊKOŞÎN E
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, di nirxandina xwe ya derbarê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ku têkoşîn diyarker e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez dixwazim li vir bi girêdayî geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, bi xêzkirina binê vê xalê dawî li bersiva xwe bînim. Carekê, em wekî partî îsrara xwe û hewildanên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê didomînin û dê bidomînin. Ne gengaz e ku hişmendiyeke ku hebûna gelê Kurd înkar dike, daxwazên wan tune dihesibîne û destkeftiyên wan paşve dibe, vê pêvajoyê bi pêş bixe û çareseriyê hilberîne. Ev tenê bi têkoşînê, bi berxwedana gel; bi têkoşîna hevpar a çîna karker a Kurd û Tirk, a kedkarên Kurd û Tirk pêkan e.
Tenê têkoşîneke wiha dikare di dema pêş de dewletê û desthilatê neçarî gavavêtinê bike û mekanîzmayên zextê ava bike. Ez dixwazim bi taybetî tekez bikim ku bêyî vê, ne komîsyona li Meclisê, ne parlamento û ne jî rejîma qesrê tu tiştekî ku bidin gelê Kurd nîn e.

