Parlamenterê berê yê Iraqê Muhsîn Osman êrişên komên paramîlîter û çete yên li Sûriyeyê yên li ser Rojava û piştgiriya dewleta Tirk a ji van çeteyan re ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku ev dem ji bo gelê Kurd demeke dîrokî ya werçerxê ye. Osman diyar kir ku ya diqewime ne êrişa destpêkê ne jî ya dawî ye û got, “Van bûyeran Kurdên oldar, sekuler, neteweperest û cihêreng yekemcar li dora armancekê gihand hev. Kkurdên li çar parçeyan û yên li derveyî welat ji aliyê siyasî û hestewarî ve bûn yek. Îradeya gelê me di ser hemû çekên teknolojîk ên dagirkeran re ye.”
‘NEBAŞIYA DIJMIN KIR KU EM BIBIN YEK’
Osman ragihand ku Kurd li şûna gilî û gazina ji ber mexdûriyetê divê her qadê veguherîne qada têkoşînê û anî ziman ku êrişên dijmin kir ku hişyariya neteweyî pêk were. Osman got, “Ziman, zarava û siyaseta Kurdan ne yek jî be, dijminê wan yek e. Nebaşiyên Erdogan û Şara kir ku Kurd bibin yek. Mînak li Silêmaniye û Kelayê îmamên ku li mizgeftê gotinên nebaş ji berxwedêrên li Helebê re gotin, bû sedema nerazîbûna gel. Gel herdu îmam ji mizgeftê qewirand. Ev herdu îmama li gel qewirandina ji mizgeftê, her wiha dawî li karê wan jî hate anîn. Ev yek nîşan dide ku ruhê yekîtiyê li her saziyê belav bûye. Ji bo yekîtiya Kurdan ku xeyalê Ehmedê Xanî bû, îro firsendeke mezin afirî ye.”
Osman bal kişand ser girîngiya dîplomasî û siyaseta di têkiliyên navneteweyî de û bi van gotinan işaret bi girîngiya pêşvebirina hevkariya stratejîk a Kurdan kir: “Elewiyan, bi taybetî jî Durziyan li Îsraîlê karekî mezin ê lobiyê meşandin û piştgiriyeke xurt wergirtin. Ermen li Fransayê bi rêya lobiya xwe sed sal in zextê li Tirkiyeyê dikin. Kurd jî divê êdî berê xwe bidin karên lobî û dîplomasiyê yên xurt. Divê dîplomasî û siyaseta navneteweyî hîn bi xurtî bê bikaranîn. Li Îsraîlê jî Kurd hene. Ev Kurdên Yahûdî ne ku ji Kurdistanê çûne. Irf, adet, muzîk û zimanê xwe parastin e û bi vî rengî lê dijîn. Em çima van nakin karekî lobî û dîplomasiyê? Mînan li Ewropa û Emerîkayê divê em vî karî di nava yekîtiyê de bi xurtî bimeşînin.
Emerîka, Fransa û Elmanya, yan jî dewleteke din hemû li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Berjewendiyên wan bi Îslama radîkal re jî hebe. Em jî neçar in ku van têkiliyên navneteweyî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi kar bînin. Li gorî vê yekê siyasetê bikin û siyaseteke neteweyî bimeşînin.”
‘LI SER BÛYERÊN KU LI HELEBÊ RÛ DAN, EM DÎROKEKE NÛ BINIVÎSÎNIN’
Osman êriş û komkujiyên li herdu taxên Kurdan ên li Helebê nirxand, berxweedana li vê derê weke lehengeiyeke mezin pênase kir û got, “Gelê me herdu taxên li Helebê bi fedakariyeke mezin parast. Li dora vê berxwedanê divê dîrokeke nû bê nivîsandin. Siyasetmedarên me, partiyên me divê di nava yekîtiyê de li Ewropayê vê berxwedanê, van daxwazan bi dengekî bilind bînin ziman. Em neçar in siyasetê ne bi feraseta eşîrê lê bi qenalên dîplomasiya civakî û berjewendiyên neteweyî bimeşînin.”

