Şervanên ku li eniyên berxwedanê ne, bi peyamek berxwedana gel silav kirin û soza berxwedanê dubare kirin.
Şervanên ku bi moraleke mezin bang li gel kirin wiha gotin:
“Bersiva me ji bo kesên ku digotin ’em ê roja Înê bigihîjin’ diyar e: Em li vir in û hevrêyên me li eniyên pêş in. Peyama me ji bo gelê Kurd û Kurdistanê ev e: Em biryardariya ku we raber kiriye, silav dikin. Li ser banga seferberiyê weke şervanên YPG’ê em tevlî QSD’ê bûn. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê axên xwe radestî çeteyan nekin.”
Divê hemû gelê me zanibe, em li vir in û em ê li vir bimînin. Em hêzê ji serhildana gelên li her çar aliyê Kurdistanê digirin. Bi vê biryardarî û moralê, em berxwedana xwe didomînin. Wekî hêzên seferberiyê, em bang li hemû ciwanên Kurd dikin, li her deverê ku ew lê bin bila tevlî vê berxwedanê bibin. Em diyar dikin ku ev têkoşîn têkoşîna rûmet û mirovahiyê ye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê gelê Kurd li seranserê cîhanê li hember zilma li ser Kurdan bêdeng nemînin û her deverê ji bo dijmin bike cihê dojehê. Hate diyarkirin ku têkoşîn dê bi biryardarî berdewam bike û bang li gelên li her deverê hat kirin ku berxwedanê xurt bikin.
Şervanan gotin, “Em soz didin hemû hevrê û gelê xwe yê welatparêz ku xwîna şehîdan wê li erdê nemîne. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. ‘Bijî Berxwedana YPG’ê’, ‘Bijî Berxwedana YPJ’ê’, ‘Bijî Serok Apo.’”

