Çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser bajar û gundewarên Kobanê didomînin. Ev yek bû esdema krîzeke mirovî. Ji ber kêmbûna sotemeniyê û oksîjenê metirsî hene ku Nexweşxane Eykûr a Zarokan ji xizmetê derkeve. Li aliyekî din jî şîrên zarokan û dermanên şûştina gurçikan pir kêm bûne.
Li piraniya dikanan pêdiviyên xurekê nemane û sebze hema bêje diqedin. Ev jî jiyana nêzî 600 hezar kesên li bajar dixe xetereyê.
Tevî dorpêçê û gefên êrişan jî şêniyên Kobanê li ber xwe didin.

