Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên di bersivdana êrişên çeteyênHTŞ-DAÎŞ’ê li dijî herêmê de şehîd bûbûn ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “wê şehadeta wan soza nû ya rêya me bimîne. Em biryardariya xwe ya têkoşînê heta dawiyê dewam dikin. Wê xwîna şehîdên me weke amanet di stûyê me de bimîne. Em armancên şehîdên pêk bînin, xakê rizgar bikin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Gîvara Kobanê
Nav û paşnav: Diyar Mehmûd
Navê dayikê: Cîhan
Navê bav: Sebrî
Cihê jidayikbûnê: Şam
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-18ˊê Çileya 2026ˊan.
Nasnav: Kendal Kortik
Nav û paşnav: Mihemed Ehmed
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Çelebiyê, 26ˊê Çileya 2026ˊan.”

