Li sînorê Germiyan xelkê herêmê daketin qadan û bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Rojava dan nîşandan.
Di meşê de bê navber dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke’ hatin qîrkirin.
Di meşê de welatiyê bi navê Şaho Îbrahîm ji Rojnewsê re axivî û got: “Ev meş peyameke mezine ji bo hêzên navneteweyî. Ji bo her welatekê peyameke ku yên bixwazin êrişî welatê me bike.”
Şaho Îbrahîm diyar kir ku ew ne tenê bi meşê bi gelek çalakiyên cuda yên komkirina alîkariyê piştgirî dane gelê Rojava.
Şaho Îbrahîm got: “Niha dem dema Kurdane, kolan ya Kurdane. Kolan ji hestê netewî tije bûye. Ewropa gihişte wê yekê Kurd gihiştine qonaxa yekîtiyê. Di dîrokê de bi qasî niha Kurd nêzî yekîtiyê nebûye.”

