Li bajarê Hesekê şervanên Kurd û Ereb bi hev re axa xwe diparêzin û yek ji wan şervanan derbarê hewldanên fitneyê yên ku tê xwestin navbera pêkhateyan derxînin dibêje:
“Weke gelê Kurd û Ereb di dîrokê de me bi hev re jiyan kiriye. Ez weke keçekî Ereb di nav refên YPJ’ê de bi fikrê Rêbertî ya Netewa Demokratîk dimeşim û ji vê fikrê bawer dikim.
Hêvîdar im ku gelê me yê Ereb vegere li ser fikra Rêbertî. Ji ber ku rizgariya gelan di vê fikrê de ye.
Rizgariya gelan di projeya xwişk û biratiya Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez de ye û ev proje wê serbikeve.”

