Peykerê şehîdê yekem ê seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Şehîd Ehmed Hêmin Omer ku li gel komeke ciwanên azad û welatparêz yê bajar, 20’ê Çileyê tevlî seferberiya li Rojava bû û roja 27’ê Çileyê li eniyên berxwedanê li bajarê Hesekê şehîd bû, li Kerkûkê tê çêkirin.
Saziya Kerîmî Eleke ragihand ku wek rêz girtina li berxwedan û canfedayiya şehîdê yekem ê seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Şehîd Ehmed Hêmin dê li Kerkûkê ji aliyê Dr. Teha Resûl ve peykerek were çêkirin.
Piştî temambûna peyker, wê li cihê jidayikbûna şehîd û li cihekî guncaw wekî sembola yekîtiya Kurdan were danîn. Her wiha Saziya Kerîmî Eleke ragihand ku wekî rêzgirtinek ji bo şehîd Ehmed Hemin, dê gorek hêja bi şêwirmendiya malbata wî were çêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku bi berfirehbûna êriş û dagirkeriya çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê, Ehmed Kerkûkî wek ciwaneke Kurd ê leheng yê bajarê Kerkûkê, hemû sînorên bi dest hatî çêkirin hilweşand û xwe gihande berxwedana dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê. Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên azad û welatparêz ê bajar, 20’ê Çileyê tevlî seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdistanê roja 27’ê Çileyê li eniyên berxwedanê li bajarê Hesekê şehîd bû.

