Li Binarê Qendîlê bi amadebûna welatiyên herêmê, bi merasîmekê Viyan Soran (Leyla Walî Husên) di salvegera 20’an ya şehîdbûna xwe de hat bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre di merasîmê de Çalakvan Sarya Çiya axivî û bal kişand ser têkoşîn û xebata Şehîd Viyan Soran û got: “Şehîd Viyan peymanek vekirî da dijminan û planên li ser Rêber Apo vala derxistin.”
Di dewama bîranînê de sînevîzyonek li ser xebat û têkoşîna şehîd Viyan Soran hat nîşandan.
Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

