Piştî êrîşên sê hefteyên dawî yên li ser Rojava, Kurd ketin qonaxeke nû. Hem xwedîderketina gelê Kurd li daxwaza yekîtiya neteweyî, hem jî berxwedana li dijî dijwariya êrîşan nîşan da ku di pêvajoya nû ya Rojhilata Navîn de divê biryarên gelê Kurd bên girtin.
Li Tirkiyeyê jî di dema êrîşên li ser Rojava de, helwesta hin beşên muxalif ku gihîşt asta dijminatiyê, nîşan da ku di navbera Kurdan û wan de şikestinek çêbûye. Parlamenterê Partiya DEMê Îbrahîm Akın, geşedanên li Rojava û pêvajoya nû ji ANF’ê re nirxand.
‘NİYETA HTŞ’Ê BI TEVAHÎ TUNEKIRIN BÛ’
Akın diyar kir ku ew êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava wekî “ji nû ve dîzaynkirina herêmê” dibîne û wiha got: “Wekî tê zanîn, di du hefteyên dawî yên sala 2024’an de li Sûriyeyê desthilatdarî bi lez guherî; HTŞ bi piştgirî û pejirandina hêzên rojavayî rêveberî girt destê xwe. Di Adara 2025’an de jî bi ‘Peymana 10’ê Adarê’ ya di navbera rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û HSD’ê de, li ser gelek mijaran ji mafên Kurdan bigire heta rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lihevkirinek pêşîn çêbibû. Ji bo pêkanîna vê peymanê jî heta dawiya sala 2025’an dem hatibû diyarkirin.
Di vê navberê de HTŞ, ji bo ku destkeftiyên Kurdên Sûriyeyê bi tevahî tune bike û rastiya civaka demokratîk a li Rojava bêbandor bike, di nav hewldaneke berdewam de bû. HTŞ di destpêkê de berê xwe da taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê û armanc kir ku bi komkujiyekê hebûna Kurdan tasfiye bike. Berteka raya giştî ya cîhanî û çalakiyên Kurdan ên li çar aliyê cîhanê, rê li ber komkujî û nîyeta tunekirinê ya HTŞ’ê girt.
Hêzên ku dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin, bi destê HTŞ’ê hewl dan rêveberiya demokratîk a li Rojava bi tevahî tasfiye bikin û di 18’ê Rêbendanê de peymaneke ku teslîmiyeteke bêşert ferz dikir, danîn ber wan. Lê HTŞ di vê de jî bi ser neket.
Encama ku îro hatiye bi dest xistin, ji bo Kurdan ji tiştê ku dixwestin û heq dikirin paşdetir e. Lê tevî vê yekê, Kurdan careke din nîşan da ku ne li Sûriyeyê ne jî li herêmê nabe ku ji hevkêşeyê bên derxistin. Rastiyek heye ku her çend rewşa heyî ya li Sûriyeyê li pey armancên Kurdan mabe jî, îro li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan avakirina tu hevkêşeyek ne pêkan e. Ev destkeftiya herî mezin e.”
‘HINCETÊN YÊN KU LI DIJÎ PÊVAJOYÊ DERDIKETIN PÛÇ BÛN’
Akın anî ziman ku ev peyman ji bo Tirkiyeyê girîng e û bahaneyên hin derdoran ên li ser mijara Sûriyeyê vala derketine:
“Li hemberî avêtina gavên ji bo aştî û civaka demokratîk a ku Tirkiye bi xwe pêdivî pê dibîne, mijara Sûriye û HSD’ê ya ku hin derdoran wekî bahane bi kar dianîn, êdî ji holê rabûye. Bi rastî saziyên Kurdên Sûriyeyê ku ji destpêkê ve ji bo Tirkiyeyê ne gef bûn, êdî nebûne hincet. Divê êdî herkes berê xwe bide hewcedariya aştiya hundurîn û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Van geşedanan hemû hincetên hêzên ku aştî nedixwestin, pûç kirin.”
‘PIRANIYA ÇEPGIRÊN TIRKIYEYÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN HTŞ’Ê BERTEK NÎŞAN DA’
Derbarê nêzîkatiyên hin beşên muxalif û çepgir ên li Tirkiyeyê ku dijminatiya Kurdan dikin, Îbrahîm Akın ev nirxandin kir:
“Nirxandina hemû muxalefetê bi vî rengî ne rast e. Piraniya beşên çep, sosyalîst û sosyaldemokrat bi rengekî zelal diyar kirin ku êrîşên li ser Kurdan nayên qebûlkirin. Gelek partî, rêxistin û saziyên civaka sivîl di vî alî de helwest girtin. Her wiha, helwesta erênî ya partiya muxalefeta sereke (CHP) di hevdîtinên me de û di daxuyaniyên wan ên ji bo çapemeniyê de hat dîtin. Yanî divê em bibêjin ku gelek sazî û partiyên çepgir û demokrat bi peymana dawî re hatine asta ku parastina statû û hebûna Kurdan dikin. Çawa ku em ji xeletiyê re dibêjin ‘xelet’, divê em ji rastiyê re jî bibêjin ‘rast’.
Di xala ku em gihîştinê de gelê Kurd êdî li benda gavên berbiçav e. Tehamula gel ji bo mijûlkirinê nema ye. Ew ê wan polîtîkayên ku li gorî daxwaza desthilatê tên dirêjkirin û sistkirin, qebûl nekin. Gelê Kurd li dijî êrîşên li ser hebûn û mafên xwe, dibe ku cara yekem e ku bi vî rengî li ser asta neteweyî û navneteweyî bertekeke bihêz nîşan dide. Fikra yekîtiya neteweyî di nav Kurdan de ji her demê zêdetir e. Divê her kes vê bibîne û bi dilsozî nêzî hevkêşeya aştî û biratiyê bibe.
Di vê dema kaotîk de, ji bilî mezin kirin û bihêzkirina zemînên têkoşîna hevpar û yekbûyî çareyek din nîn e. Em ê bi hev re vê yekê bidomînin.”

