Di encama êrîşên giran ên ku di 6’ê Çileyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin, bi hezaran sivîl neçar man ku koçber bibin. Bajarê Kobanê ku dor lê hate girtin û ji bo bi hezaran koçberan malvanî dike ev 17 roj in di bin dorpêçeke giran de ye. Ji ber deriyê sînor ê aliyê Tirkiyeyê girtî ne alîkariya mirovê bi tu awayî derbasî bajarê Kobanê nabe.
Kobanê yek ji bajarên ku çirûska yekem a Şoreşa Rojava lê şewq da û bi berxwedana xwe ya dîrokî ya 134 rojan a li dijî DAÎŞ’ê tê zanîn. Piştî vê berxwedanê, ku di salên 2014-2015’an de bi bedelên mezin hat bidestxistin, têkçûna DAÎŞ’ê dest pê kir û bajarên wekî Reqa û Dêrazorê hatin rizgarkirin.
Lê belê bi êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re di 6’ê Çileyê de çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne destekkirin ketin tevgerê. Ev êrîşa berfireh li derdora bajarê Kobanê rewastiya û bajar bi temamî di nava dorpêçeke giran de hat hiştin.
Ji ber dorpêçkirinê pêdiviyên bingehîn ên jiyanê li Kobanê nayên dabînkirin. Av, elektrîk û înternet li bajêr bi tevahî qut bûne. Xwarinên bingehîn ên wekî şekir, çay, sebze, arvan, birinc û nîsk peyda nabin. Kêmbûna mama û şîrê pitikan ku ji bo pitikên nû jidayik bûyî pir girîng in, krîza mirovî kûrtir dike.
Rewşa di sektora tenduristiyê de jî krîtîk e. Derman û pêdiviyên tenduristî li nexweşxaneyan bi lez kêm dibin. Ji ber nebûna mazotê û elektrîkê jiyana gelek zarokên ku nû jidayik bûne û pêdiviya wan bi lênêhîrîna tenduristî û oksîjenê heye, dixe nava xeteriyek cidî.
Tevî van hemû şert û mercên dijwar, gelê Kobanê berxwedana xwe didomîne. Jin, ciwan, kal û pîr û zarok ji bo parastina bajarê xwe seferber bûne. Mîna berê, şêniyên bajêr bi mîrateya Arînan û Zehrayan bajarê xwe diparêzin û govenda azadiyê li dora Peykera Jina Azad digerînin.
Bûyerên li Kobanî nîşan didin ku bajar careke din bi karesateke mezin a mirovî re rû bi rû ye û diyar dibe ku divê gavên lezgîn werin avêtin da ku dorpêç were rakirin û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî werin dabînkirin.

