Akademisyen Seda Altug bal kişand ser bandorên herêmî yên Peymana 30’ê Çileyê ya ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat îmzekirin. Altug destnîşan kir ku ev peyman ji metneke mîsogeriyê bêtir, wekî rê li ber kûrkirin û belavbûna şerekî gengaz ê di navbera Kurd û Ereban de digire. Altug anî ziman ku bi taybetî xala agirbestê ji bo ewlehiya canî ya sivîlên li Rojava krîtîk e û ev peyman ji bo parastina gelê sivîl girîngiyeke mezin hildigire.
MESELEYA SÛRIYEYÊ DÊ DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊ DE BÊ ÇARESERKIRIN
Altug diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bi Rojava ve girêdayî ye. Altug bi bîr xist ku pêvajoya salên 2012-2015’an ji ber geşedanên li Rojava bi dawî bû û wiha got: “Meseleya Kurd a li Sûriyeyê êdî bêtir wekî pirsgirêkeke navxweyî ya Sûriyeyê û di çarçoveya Mutabaqata 30’ê Çileyê de dê bê çareserkirin. Qada Sûriyeyê piştî vê peymanê gihîştiye îstîkrareke diyar. Her çend em nekaribin bêjin meseleya Rojava bi temamî çareser bûye jî, em dikarin bêjin ku derbasî qonaxeke nû bûye.”
LI ROJAVA VEGERA BERIYA 2011’AN ÊDÎ NE PÊKAN E
Altug bal kişand ser ruhê yekîtiya netewî ya di dema êrîşan de û got: “Ev yekîtiyeke hestiyar a li ser partiyan e. Ji bo Rojava divê ez vê bibêjim; vegera li rewşa beriya 2011’an êdî ne pêkan e. Bedelên pir mezin hatin dayîn. Di dawiya vî şerê dirêj de, her çend xal ne ya ku dihat xeyalkirin be jî, li Sûriyeyê vegera şert û mercên beriya 2011’an pêkan nîne.”
RÊVEÇÛNA PEYMANÊ DÊ BANDORÊ LI HERÊMÊ BIKE
Altug diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê jî ev peyman qebûl kiriye û di demeke kurt de rîska şer kêm e, lê ji bo dema dirêj wiha axivî: “Daxwazên gel hîn di bin mîsogeriya destûrî yan jî hiqûqî de nînin. Îradeya kolektîf a Kurdan a ji bo birêvebirina xwe, dibe ku di metnê de bi awayekî veşartî hebe, lê divê ev di pratîkê de pêk bê. Rêveçûna mutabaqatê dê bandorê li geşedanên herêmên din ên Kurdan jî bike.”
PÊVAJO DI ZEMÎNEKE TEKNÎK Û BUROKRATÎK DE DIMEŞE
Seda Altug derbarê bandora vê pêvajoyê li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî got: “Pêvajo niha di navbera elîtên siyasî de li ser zemîneke teknîkî û burokratîk dimeşe. Gotinên Bahçelî yan jî gavên siyasî bi serê xwe mîsogeriya pêvajoyê nadin. Em dibînin ku niyetek heye, lê ka dê ev bibe mîsogeroya hiqûqî û gavên berbiçav bên avêtin yan em ê rojên pêş de bibînin.”

