Cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nayif (Nayif Elî) ku 3’ê sibata şehîd bûbû û şervanê YPG’ê Karker Andok îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha şehîd Dicle hatin veşartin. Her wiha di merasîmê de ku bi sedan kes tev lê bûbûn, şervanên YPG’ê Mordem Girê Spî yê 18’ê Çileyê li Dêr Hafirê, Mehmûd Kobanê (Mehmûd Bekir) ê 26’ê Çileyê li gundê Mîlê, Şervan Serêkaniyê yê ku 18’ê Çileya Dêrezor,ê Hemê Tefşo (Ehmed Hecî) ê ku 5’ê Çileyê li Qamişlo, Kemal Qoser (Ferîd Abî) ê ku 26’ê Çileyê li gundê Çelebî, Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Mislim) ê ku 18’ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bûne, her wiha Hêzên Komandos Demhat (Hisên Şêxo) ê ku 3’ê Çileyê, şervana YPJ’ê Mizgîn Jiyan (Şukran Yildiz) a ku 26’ê Çileyê li gundê Mîlê şehîd bûbûn hatin bi bîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto axivî.
Mistefa Êto diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û got : “Em ê her tim li ber xwe bidin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ber bi serkeftinê ve diçin. divê em bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin û xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Endama Meclisa PYD’ê Zelal Dêrik piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest destnîşan kir ku şehîdan ji bo parastina gel û axa xwe ji çeteyan canê xwe feda kirine.
Zelal Dêrik ev li gotinên xwe zêde kir: “Van şervanan heta kêliya dawiyê li hemberî êrişên dijmin li ber xwe dan, bê dudilî têkoşîn û berxwedaneke xurt dan meşandin. Em êdî ber bi qoxana dawiyê ve diçin, divê em li paş xwe ve nenêrin û pê de bi hemû hêza xwe biçin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”
Pişte wesîqên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre girse cenazeyên şehîd Nayif El Elî û Karker Andok bi dirûşman spartin axê.

