Duşem, 9 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye
Rojane

Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, der barê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de nirxandin kirin û destnîşan kir ku pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîkî ve girêdayî ye;

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Sibat 2026 Dema xwendinê: 25 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayyik, têkildarî “pêvajoya aştî û civaka demokratîk” a ku Rêber Apo daye destpêkirin nirxandin kirin û destnîşan kir ku pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye. Bayik got: “Azadiya Rêber Apo û peydakirina derfetên xebatê yên azad girîng e.”

Cemîl Bayik, rê û rêçika pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand û diyar kir ku çarçoveya vê pêvajoyê “di banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de bi rengekî zelal û cewherî hatibû diyarkirin.” Bayik anî ziman ku “Rêber Apo dixwaze pêvajoyê li ser wê xetê bi pêş bixe” û destnîşan kir ku bingehê pêvajoyê xwe dispêre paradigmayeke zelal. Bayik bal kişand ser komîsyona meclîsê ya ku di vê mijarê de berpirsiyar e û got ku komîsyon “heta niha berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.”

Bayik destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji gotinan bêtir pratîk diyarker e û wiha got: “Li Tirkiyeyê her dem gotin dikarin werin gotin. Lê ji bo me pratîk esas e.” Di vê çarçoveyê de Bayik got: “Azadiya Rêber Apo û gihîştina wî ya rewşa xebata azad girîng e. Kengî em vê bibînin, em ê fêm bikin ku ‘mafê hêviyê’ bi cih hatiye anîn.” Cemîl Bayik diyar kir ku heta Rêber Apo nebe xwedî derfetên xebata azad û roleke wî ya aktîf neyê mîsogerkirin, pêşvebirina pêvajoyê zehmet e.

Bayik destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya pêvajoyê ne tenê bi dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê ve sînordar in. Bayik got: “Kesên ku li Tirkiyeyê naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe tenê li hundur nîn in,” û diyar kir ku hinek hêzên li derveyî Tirkiyeyê jî “çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di berjewendiyên xwe de nabînin.”

Bayik êrîşên HTŞ’ê yên 6’ê Çileyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê û piştre êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê çarçoveyê de nirxand û got: “Ji ber vê yekê, em vê pêvajoya êrîşê ya ku hêzên navnetewî û Tirkiye tê de ne, wekî komployeke navnetewî dinirxînin.” Bayik ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk destnîşan kir ku ya herî bingehîn ew e ku “gelê Kurd yekîtiya xwe birêxistin bike, tê bikoşe û xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”

Beşa sêyemîn û dawî ya hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a ku daye ANF’ê wiha ye:”

Di vê serdemê de, li gelek deverên cîhanê çalakiyên hevgirtina navneteweyî yên pir bihêz û berfireh pêk hatin. Ev çalakiyên ku gel û beşên civakî yên cûda tê de cih girtin, di aliyê berfirehî û bandorê de wekî pêla hevgirtina navneteweyî ya ku nifşê 1968’an têne dîtin. Beriya her tiştî, sedemên sereke yên ku ev hevgirtina navneteweyî ya ewqas bihêz derxistine holê çi ne? Li ser peyama ku vê hevgirtinê derxistiye holê dixwazin çi bibêjin? Encamên vê hevgirtinê hem ji bo têkoşînê û hem jî ji bo dewletan çi ne?

Di berxwedana Kobanê ya 2014’an de, hêzên sosyalîst û hêzên demokratîk ên şoreşger li çaraliyê cîhanê çalakiyên hevgirtinê yên girîng pêk anîn. Bi sedan kes ber bi berxwedana Kobanê û qada Şoreşa Rojava ve bazdan û bi dehan sosyalîstên enternasyonalîst li wir şehîd bûn. Di vî alî de girêdana di navbera enternasyonalîst û Şoreşa Rojava de digihêje gelek salan. Jii her çar aliyên cîhanê bi sedan enternasyonalîst hatin qada Şoreşa Rojava; çavdêriya ezmûna li wir kirin. Heta beşdarî avakirina pergala demokratîk a li wir bûn. Bi sedan enternasyonalîstên ku çûn Rojava, şoreşa jinan û pergala konfederal a demokratîk dîtin, vegeriyan welatên xwe. Bi sedan enternasyonalîstên ku paradîgmaya Rêber Apo û tevî kêmanî û nebesiyan jî rewşa wê ya şênber dîtin û bê ev pergala demokratîk dikarin çawa li welatên xwe pêk binîn li ser hûr dibin.

Nifşa ciwanan a 1968’an serhildanek li dijî pergala modernîst a kapîtalîst temsîl dikir. Di bingeha xwe de raperînek li dijî sosyalîzma reel a ku pergala kapîtalîst a desthilatdarî, dewletparêz û burokratîk a wê demê afirandibû, îfade dikir. Tu berek wê ya îdeolojîk û teorîk a sîstematîk tune bû. Heta rûdana wê ya herî radîkal li Tirkiyeyê hat dîtin. Li Tirkiyeyê, nifşa 1968’an sosyalîzm qebûl kir û armanc kir ku li ser vê xwe birêxistin bike û têbikoşe. Beşek mezin ji wan kesên ku hevgirtina li dora Rojava pêş xistin, civakek ku paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan qebûl kiriye, temsîl dikir. Bandora paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan li çar aliyên cîhanê berfireh bûye. Her wiha raya giştî ya demokratîk a li Ewropayê piştgiriya Rojava ya ku DAÎŞ têk bir û Ewropayê ji vê belayê xilas kir, wek deynekê dibîne. Ne tenê gelên Ewropayê, gelên li çar aliyê cîhanê pir baş dizanin ku yên ku DAÎŞ’ê têk birin ew şoreşgerên Rojava bûn. Ev yek hişt ku civatek navneteweyî ya mezin tevli çalakiyên hevgirtinê yên berxwedana Rojava bibin. Divê Kurd ji hebûna dostên wiha serbilind bin. Yek ji erkên Kurdên li Ewropayê ew e ku divê Ewropiyekî/ê ji xwe re bikin dost û wan tevli çalakiyên wiha bikin. Nekirina vê yekê û serneketina wê xelet e. Beşdarbûna ji gelên din beşdarbûna Kurdan kêm nake û beşdarbûna Kurdan kêm nîşan nade. Tê dîtin ku têkoşîna Kurd piştgiriyek navneteweyî werdigire. Êdî Kurd, wekî ku berê digotin, “gelê bê parêzer” nînin. Hêzên demokratîk ên şoreşger ên cîhanê xwedî li Kurdan derdikevin.

Sosyalîst, hêzên demokratîk ên li Ewropayê û gel bi Kurdan re bikevin nav hevgirtineke wisa girîng e. Berê, Kurdistan ji cîhanê hatibû girtin, qirkirin û komkujiyên li ser Kurdan dihatin kirin. Kurdan bi têkoşîn û xebatên xwe vê rewşê derbas kirin. Tiştê ku bi Kurdan hatiye kirin di cîhana derve de jî tê xuyakirin; cîhana derve têkoşîna Kurdan dibîne. Êdî, cîhan ji ber paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan û pêkanîna wê bi heyranî li Kurdan dinêre.

Zêdebûna vê hevgirtinê têkoşîna me ya ji bo azadiyê xurt dike, têkoşîna me li cîhanê dide nasîn û li gorî berjewendiyên hêzên modernîst a kapîtalîst esasgirtina dewletên herêmî teşhîr dikin. Di guhertina nêrînên hikûmet û hêzên siyasî yên li Ewropayê de roleke girîng dilîzin. Piştî êrîşa li ser Kobanê, desthilat û hêzên siyasî yên beşdarî komploya navneteweyî bûn, li hember çalakiyên hevgirtinê neçar man ku hin helwestên xwe biguherînin. Îro, Kurd ji bo gelên cîhanê mînakek zihniyeta demokratîk û azadîxwaziya jinan e. Ev bandor her ku diçe zêde dibe. Me ev rastî di çalakiyên hevgirtinê yên ji bo Rojava dît û em pê serbilind in.

Êrîşên li ser Rojava ji berê bêhtir rê li ber pêşketina yekîtiya neteweyî ya Kurdan vekir. Gelê Kurd, li her deverê ku lê ye li gorî banga seferberiyê daket qadan, dengê xwe bilind kir û bilintir dike. Dîsa partî û rêxistinên Kurd jî di vê pêvajoyê de helwestên erênî nîşan dane. Derketina holê ya helwest û nêzîkatiyeke neteweyî di nav civaka Kurd û partiyên Kurd de çawa dinirxînin? Ma îhtîmala ku vê helwestê derbas bibe û veguhere têgihîştineke hevpar û rêxistiniyekê heye gelo? Ji bo partiyên Kurd li ser platformek hevpar bicivin, gelo wê hewldaneke we çêbibe?

Çalakiyên hevgirtinê yên Rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi awayekî girseyî pêk hatin. Ev yek jî nîşan dide ku di nav gelê Kurd de azweriya azadiyê zêde dibe. Gelê me li dijî zilm û zordariyê sedsal in li ber xwe dide û hêrsa wan mezin bûye. Bi taybetî, têkoşîna bênavber a 52 salan a di bin pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd ji nû ve afirandiye. Gelê Kurd ew gelê ku bi dehan salan li piyan e. Li bajar an jî navçeyek ku serhildan lê çênebûye tuneye. Li Bakurê Kurdistanê, bi dehan salan bi dayîna bedelên mezin têkoşîn tê meşandin. Ev têkoşîn ewqas bênavber û dijwar bûye ku her serhildan û rastî timî bi nirxên nû teşe daye civakê. Welatparêzî û azweriya azadiyê di nav gelê Kurd de mezin bûye. Ev têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bandorek kûr li ser her çar parçeyên Kurdistanê kiriye. Ev têkoşîn wekî misogerî, pêşeroj û rûmeta Kurdan hatiye dîtin. Rûmet û bandora Rêber Apo û PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê pir zêde bûye. Çar parçeyên Kurdistanê vî rêberî wekî rêberê xwe û têkoşîna wî wekî ya xwe dîtine. Psîkolojî û hewaya ku bi vê têkoşîna 52 salan li Kurdistanê hatiye afirandin, ji bo Kurdan destkeftiyek mezin bû. Ev rastî sedema sereke ya çalakiyên hevgirtinê li dijî êrîşên li ser Rojava ye. Gelê me yê qedir û qîmetê dizane, têkoşîn û kedê dide Rêbertiyê û Tevgera me di nav dîrok û gelê Kurdistanê de pir baş dizane.

Sînorên çêkirî yên ku berê hatibûn xêzkirin, di hest, raman û bertekan de hin sînordar çêkirine. Têkoşîna me li her çar parçeyên Kurdistanê van sînoran ji holê rakir û hestan yek kir. Raman û paradîgmaya Rêber Apo wekî rêxistin û têkoşînek li her çar parçeyên Kurdistanê hat pratîkkirin. Bandorkirina li ser her çar perçeyên Kurdistanê heta vê astê di encamên ku em îro dibînin de roleke girîng lîstiye. Gelê me yê qîmetdar û kedkar cihê Rêbertî û Tevgera me ku têkoşîneke mezin daye û nirxên mezin afirandiye, di nav dîrok û gelê Kurdistanê de digire, baş dizane.

Çalakiyên hevgirtinê yên bi Rojavayê Kurdistanê re berhema têkoşîna dehan salan e. Ev ne bertekeke demkî ye. Di vî warî de yekîtiya gelê Kurd a ku di qada civakî de pêk hatiye, derxist holê ku gelê me gihîştiye hêz û potansiyela têkoşînê. Ev rastî hêviya gelê me ji bo pêşerojê pir zêde kiriye û baweriya wan a ku ew ê teqez bi ser bikevin xurt kiriye.

Ev helwesta gel bandor li ser hemû hêzên siyasî yên Kurd jî kiriye. Di pêşxistina çalakiyên piştgiriya Rojava de roleke erênî lîstin. Em bawer dikin ku pêwîstiya nîşandana helwesteke siyasî ya li gorî îradeya gelê me ji bo hemû hêzên siyasî derketiye holê. Hawîrdora ku bi helwesta yekîtiya gelê me derketiye wê di qada siyasî de jî encamên wê hebin. Pêdiviya yekîtiya neteweyî ya demokratîk wê bi awayekî xurttir xwe nîşan bide. Ligel partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinkirina civaka demokratîk jî wekî parçeyek yekîtiya neteweyî di afriandina yekîtiya neteweyî ya bi hêz de wê rolên xwe bilîzin û ev yek hatiye asta berpirsyariyeke dîrokî.

Helwesta yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku gelê me daniye holê, li bendê ye ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji gotinê derkeve û derbasî pratîkê bibe. Di serî de xweparastina hevpar, dîplomasiya hevpar derfeta afirandina platformek neteweyî ji bo dîtina çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd ji her demê bêtir heye. Di daxuyaniya hevserokatiya me ya dawî de, me destnîşan kir ku em ji bo pêşxistina xebateke wiha amade ne û di vî alî de di nava hewldan û xebatan de bin. Jixwe me her tim ev pêşniyar ji partiyên siyasî yên din ên Kurd re jî ragihandiye; me destnîşan kir ku divê em komîteyên hevpar ava bikin û bi hev re dest bi xebatê bikin. Em hêvî dikin ku piştî çalakiyên hevgirtinê yên bi Rojava re em dikarin van pratîkan pêk bînin.

Dîsa hin partiyên Kurd ên meyla wan a nijadperest hene ku xwestin êrîşên li ser Rojava ji bo xwe bikar bînin, her çiqasî hin gotinên xweş gotin û xwe wekî aliyê yekîtiya neteweyî nîşan dan jî di pratîkê de helwesta berevajî nîşan dan. Hevkariya xwe ya bi hêzên mêtinger û dagirker re domandin. Li ser vê mijarê dixwazin çi bibêjin?

Em hewl didin ku di aliyê erênî de lê binêrin. Jixwe pirsgirêka sereke ew e ku partiyên Kurd ji hev re nevekirî ne. Her çiqasî nêzîkatiyek erênî xuya bike jî, nêzîkatiyên neyînî jî têne dîtin. Divê êdî em vê rewşê derbas bikin. Her partî îdeolojî, raman û polîtîkayên wan aîdî wan in. Têkoşîn dibe li ser bingehek demokratîk berdewam bike. Gelê Kurd kîjan îdeolojiyê rast bibîne xwedî lê derdikeve û li gorî wê tevbigere. Di warê partiyên siyasî de, em tercîh dikin ku bi erênî li vê pêvajoyê binêrin. Wekî ku dibêjin, qedeh nîv tijî û nîv vala ye. Em li aliyê tijî dinêrin.

Di vê pêvajoyê de em dibînin ku li ser navê nijadperestiyê neteweperestiyê li dijî Rêbertiya me û Tevgera me kampanyayeke reşkirinê dimeşînin. Fikarên wan li ser Kurdan nînin, li ser dijberiya Rêber Apo û PKK’ê didin axaftin. Ji bo wan gelek tişt dikarin werin gotin; lê li şûna ku em bi wan re mijûl bibin, em li ser çawaniya pêşxistina têkoşînê, li ser destkeftiyên ku em dikarin ji bo Kurdan li her derê biafirînin hûr dibin. Jixwe em ji medyaya dîjîtal wêdetir, em bêtir bala xwe didin ramanên ku ji hêla gel û hêzên siyasî yên di çavkaniyên vekirî de têne kirin. Carinan tiştên ku li ser medyaya dîjîtal diqewimin ji me re radigihînin. Jixwe ne wextê me heye ku em bi medyaya dîjîtal re mijûl bibin û ne jî li pey tiştên ku li wir têne gotin bikevin! Em hewl didin ku bi giştî fêr bibin ka çi tê nivîsandin û gotin.

Bi êrîşên li Sûriye-Rojava re êrîşên li dijî çapemeniya azad jî zêde bûn. Hem li ser navnîşanên saziyan û hem jî hesabên medyaya dîjîtal êrîşên dijwar pêk hatin. Ev pêvajo bû pêvajoya ku xebatên dezenformasyona medyaya şerê taybet a Tirk derket lûtkeyê. Ev êrîş bi gelemperî berdewam dikin. Divê em van êrîşên li ser çapemeniya azad çawa binirxînin û zimanê ku ji hêla medyaya şerê taybet a Tirk ve tê bikaranîn xizmeta kê dike?

Kevneşopiyeke sed salî ya çapemeniya dewleta Tirk a ku dijminatiya Kurdan, înkarkirina nasnameya Kurd û xizmeta qirkirina Kurdan dike heye. Bi taybetî di 15-20 salên dawî de çapemeniya Tirk bêhtir xîzmetî siyaseta dijmanatiya Kurd û polîtîkayên qirkirinê dike û hatiye asta bêperwa. Berê exlaq û çanda weşangeriyê ya çapemeniyê hebû. Ev yek li Tirkiyeyê bi tevahî ji holê hatiye rakirin. Ew bûye çapemeniyek ji navendê tê birêvebirin û xizmetê ji tepeserkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd re dike. Beşek girîng a çapemeniya muxalefetê ketiye rewşa ku polîtîkayên dewletê yên înkarker û qirkirinê diparêze.

Polîtîkayên ku Tirkiyeyê heta niha meşandiye di xislet de rastiyan berovajî dike û şerê taybet dibêje qey yek an du dezgehên medyayê yên azad û muxalîf bi çend gotinan û polîtîkayan wê hilweşînin. Mînak Gerînendeyê Giştî yê Tele1 ê ku dezgeheke medyayê ya muxalîfe bi hincetên bêbingeh hate girtin û qeyûm şandin Tele1’ê. Dîsa zext û girtinên li dijî çapemeniya azad û rojnamevanên Kurd berdewam dikin. Tevî ku bi dehan kanalên TV û rojnameyên wan hene jî, ew li hember çapemeniya azad bêbandor dimînin, rastî û derewên wan derdikevin holê. Têkoşîna li dijî Kurdan tenê bi derew, berovajîkirin û şerê taybet dikarin bidomînin. Bi polîtîka û dezgehên medyayê yên normal ew nikarin li hemberî têkoşîna gelê Kurd bi ser bikevin. Ji ber vê yekê Tirkiye ne bi qanûnên fermî û ne jî bi çapemeniyek normal tê birêvebirin. Ji ber ku destûr û qanûnên heyî jî ji bo êrîşên li dijî Kurdan têrê nakin. Ji ber vê yekê bi pêkanîn û polîtîkayên derveyî qanûn û destûrê li dijî Kurdan şerê qirêj tê meşandin.

Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî dev ji van rêbazên şer ên taybet bernedan. Ji ber ku heta ku di polîtîkaya Kurdan de guhertinek bingehîn çênebe, wê pratîkên wiha derkevin holê. Pêşveneçûna pêvajoyê em dikarin ji zimanê çapemeniyê fêm bikin. Ji ber ku çapemenî polîtîkaya desthilatê nîşan dide. Çapemeniya kesên ku çareseriyek mayînde û bingehîn dixwazin wisa nabe. Her çiqasî carinan gotinên ku pêvajoyê erênî dikin hene jî şêwaz, zimanê ku tê bikaranîn û nirxandin salên berê tînin bîra mirov. Ji aliyekî din ve hin hînbûn û pêşqebûlkirin ên wekî dogma li ser çapemeniya Tirkiyeyê zelixî ne.

Li Tirkiyeyê pêvajoyek bi Rêber Apo re tê meşandin heye. Wekî tevger, em jî di vê pêvajoyê de ne; em pêşketinan ji nêz ve dişopînin. Zimanê çapemeniya nêzîkî desthilata AKP-MHP’ê xizmetê ji kesên ku li dijî pêvajoyê ne re dike. Çapemeniya alîgir helwestên kesên ku li dijî pêvajoyê ne rewa dike. Bi rastî, ev çapemeniya alîgirê desthilatê ye ku platformek ji wan re peyda dike. Çapemeniya girêdayî desthilata AKP-MHP’ê li gorî piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê weşanê nake. Heta di vê mijarê de ji kesên li dijî pêvajoyê ne roleke xirabtir dilîze. Ji ber ku ev ziman zimanê bêçareseriyê ye, em carinan difikirin ku gelo ev çapemenî ji hêla hin hêzên derve ve tên beralîkirin?

Tevî ku çavkaniyên çapemeniya azad kêm in jî, bi weşana xwe helwesteke rast li hember pêvajoyê digire; ji bo pêvajo ber bi demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd ve biçe di nava hewldanan de ye. Hêza belavkirin û bandorkirina rastiyê mezintir e.

Di çarçoveya van hemû pêşketinan de ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û muzakereyên rasterast a bi dewleta Tirk re ber bi ku ve diçe? Gelo pêvajo bi vî awayî dikare bimeşe? Gelo em dikarin behsa êrîşek an komployek cîhanî-navneteweyî li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rastiya paradîgmatîk a ku ew li ser hatiye avakirin bikin? Ev konsept wê çawa vala were derxistin?

Pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê çi ye di banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo de bi zelalî û cewherî hatiye destnîşankirin. Rêber Apo dixwaze pêvajoyê li ser wê xetê pêşve bibe. Lê komîsyona meclisê ya ku divê di vê yekê de rolek bilîze, heta niha hîn berpirsiyariya xwe bi cih neaniye. Herî dawî daxuyaniya ku li ser mafê hêviyê nêzîkî hev bûne dan. Li Tirkiyeyê, her tim dikarin gotinan bibêjin. Lê ji bo me pratîk pir girîng e. Azadiya Rêber Apo, şiyana wî ya xebata azad girîng e. Dema ku em vê yekê bibînin, em ê fêm bikin ku mafê hêviyê hatiye bicihanîn. Bi rastî, bêyî ku Rêber Apo bikaribe bi azadî bixebite û bêyî pozîsyonek ku ew bikaribe rola xwe bilîze, pêşxistina pêvajoyê zehmet e.

Eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêka Kurd çêbibe, wê berjewendiyên gelek koman bihejin; wê kaniyên wan biçikin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê yên ku dixwazin pêvajoyê asteng bikin pir in. Her wiha desthilata AKP-MHP’ê hîn jî xwedîderketineke li ber çavan û îradeya avêtina gavên pêwîst danayniye holê. Ev yek di raya giştî de pirsa gelo pêvajo wê çiqas pêş bikeve tîne hişê mirovan. Helbet hem Rêber Apo û hem jî em dixwazin bi sebir pêvajoyê pêşve bibin. Lê hewldanên me heta radeyekê ye. Ji ber ku ev ne pêvajoyek e ku bi yekalî were meşandin. Ya herî girîng divê Rêber Apo karibe bi kes û beşên din re hevdîtinan bike.

Li Tirkiyeyê aliyên ku naxwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin ne tenê di hundir de ne. Ji xeynî Tirkiyeyê gelek welat çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di berjwendiya xwe de nabînin. Ji ber vê yekê polîtîkayên ji bo xirakirina pêvajoyê tên meşandin. A rast êrîşa HTŞ’ê ya di 6’ê Çileyê de li ser taxa Kurdan; piştre li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo xirakirina pêvajoya civaka demokratîk bû. Ji ber ku di hawirdoreke ku pevçûn tund û belav dibe de pêvajoya civaka demokratîk nayê meşandin. Em vê pêvajoya êrîşê ku hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê jî di nav de cih girt, wekî komployekî navneteweyî dibînin. Ger pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin, ber bi demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd ve biçe, wê planên hêzên hundir û derve xira bibe. Ji bo ku bikaribin pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixin û kesên komplo û provakasyonan dikin têk bibin, divê gelê Kurd bi hev re rêxistin binin, têbikoşin û xwedî li vê têkoşînê derkevin. Yan wê bi têgihiştin û têkoşînekî bi vî rengî re komploger bên têkbirin û pêvajo were bi ser xistin, yan jî wê planên hêzên hundir û derve ya li ser bingeha pevçûnê bikeve dewrê. Rêber Apo û em hewl didin vê planê têk bibin. Lê ger bi temamî neyê têkbirin, gengaz e ku pêvajoya pevçûnê ku Tirkiyeyê ber bi kaos û nediyariyê ve bibe, destpê bike. Di vê rewşê de, di rêbazên rêxistin û têkoşînê de guhertin bibe, lê li dijî êrîşan bi bikaranîna hemû derfetan berxwedan jî çêbibe. Pêvajo ji bo dawîlêanîna van rewşan hatibû destpêkirin. Ji ber vê yekê, ji bo ku ev rewş dernekeve holê girîng e ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixin. Ji ber vê jî, ji bo gelê Kurd û dostên me rêxistinbûn û têkoşîna piralî esas e.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Li Kobanê dorpêç di roja 21’an de ye: Krîza mirovî kûr dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Kobanê: Çawa ku Kobanê bi pêşengtiya jinan bi ser ket wê Şêxmeqsûd jî bi ser bikeve

Bi sedan jinên ji Kantona Firatê ji bo berxwedana her du taxên Kurdan Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

Gultan Kişanak: Em ê azadiya hemû hevalên xwe bi dest bixin

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di Doza Kûmpasê ya Kobanê de bi salan dîl hate girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora binpêkirinan: 501 kes li herêmên dagirkirî hatin revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?