Tevî ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyandibû ku ew ê ji Dêr Hafir a li rojavayê Firatê vekişin, çeteyên HTŞ, DAIŞ û yên bi ser dewleta Tirk ve di 18’ê Çileyê 2026’an de êrîşî Dêr Hafirê kirin. Ev êrîşên ku bi fermandariya dewleta Tirk û bi piştgiriya teknîkî dest pê kirin, di demeke kurt de li herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Hesekê belav bûn. Di 20’ê Çileyê de jî Kobanê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk ve hat dorpêçkirin. Di roja 21’an a dorpêçê de, krîza mirovî ya li bajêr her ku diçe kûrtir dibe.
Kobanê ligel 360 gund, 5 bajarok û 2 navçeyên xwe xwedî nifûseke nêzî 600 hezar kesî ye. Piraniya xelkê herêmê debara xwe bi çandinî, sondajên bîrên avê û xwedîkirina sewalan dikin. Kobanê ku xwedî gundewarekî fireh e, di warê navenda bajêr de cihê nîştecîhbûnê piçûk e û binesaziya wê li gorî nifûseke sînorkirî ye. Lê belê ji ber dorpêça 21 rojan a çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, bi hezaran gundiyên ku ji êrîşan reviyan, neçar man xwe bispêrin navenda bajarê Kobanê. Her wiha ji kampên penaberan ên li Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û Girê Sipî jî gelek kes hatin Kobanê. Piraniya penaberan di dibistanan, dukanên vala û hinek jî di nav wesayîtên xwe de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî di mijara germkirinê, spartinê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê de zehmetiyên giran tên kişandin.
LI NEXWEŞXANEYAN MAZOT Û DERMAN DI ASTA KRÎTÎK DE NE
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ehmed Mehdût, der barê rewşa nexweşxaneyên Kobanê de agahî dan û diyar kir ku li bajêr 4 nexweşxaneyên giştî û 2 nexweşxaneyên taybet hene û ev nexweşxane 24 saetan xizmetê didin. Mehdût destnîşan kir ku divê nexweşxane bi elektrîkê bênavber bixebitin û got ku li nexweşxaneyên giştî sê jenerator û li nexweşxaneyên taybet jî du jenerator hene. Mehdût da zanîn ku ev jenerator rojane nêzî tonek mazot dixwin, her wiha pêdiviya 12 ambûlansên li bajêr bi mazotê mehane digihîje 10 tonan. Mehdût bal kişand ser wê yekê ku stokên mazotê yên heyî tenê dikarin 10 rojan têrê bikin.
Mahdut diyar kir ku her roj bi sedan nexweş serî li nexweşxaneyan didin, bi taybetî ji ber penaberên ku ji Reqa û herêmên derdorê tên, nexweşxane bi temamî tije bûne û nexweşên nû nayên qebûlkirin. Wî got ku ji ber şert û mercên zivistanê nexweşiyên şewbê zêde bûne û stokên dermanên serma girtinê qediyane. Her wiha anî ziman ku oksîjen nemaye; dermanên astimê, dermanên ji bo tahlîlan, dermanên anesteziyê yên ku di emeliyatan de tên bikaranîn û dermanên nexweşên tansiyon û şekir bi temamî qediyane û bûne hewcedariyeke lezgîn.
DIBISTAN JI BO PENABERAN HATIN VEKIRIN, PERWERDE SEKINÎ
Li Kobanê di asta seretayî, navîn û amadehiyê de bi giştî 17 dibistan û zanîngehek heye. Di van dibistanan de her sal nêzî 72 hezar xwendekar perwerde didîtin. Li Zanîngeha Kobanê jî hezar û pêncsed xwendekar hebûn. Lê belê ji ber êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û ji ber dorpêçkirina bajêr, bi hezaran xwendekar nikarin perwerdeya xwe bidomînin. Beşeke mezin a dibistanan, ji ber êrîşan ji bo penaberên ku ji cih û warên xwe bûne, wekî cihê stargehê hatine veqetandin.
FIRIN Û ÇÊKIRINA NAN DI NAV METIRSİYÊ DE YE
Li navenda bajarê Kobanê du firinên giştî, li gundan jî sê firin hene. Ev firin neçar in ku her roj ji bo zêdetirî 500 hezar kesî nan hilberînin. Hewcedariya van firinên ku bi mazotê dixebitin, mehane 150 hezar lître mazot e. Saziya berpirsyar a firinan diyar kir ku stokên mazotê yên heyî tenê dikarin 10 rojan têrê bikin û piştî vê demê firin nikarin xizmetê bidin.
21 ROJ IN ELEKTRÎK TUNEYE
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kobanê Welîd Cuma ragihand ku ji 18’ê Çileyê ve li Kobanê elektrîk bi temamî hatiye birîn. Cuma diyar kir ku di qonaxa yekem de li Kobanê û Sirînê elektrîk hatiye birîn, piştî sê rojan bi awayekî demkî hatiye dayîn lê piştî nîv saetê dîsa hatiye birîn. Cuma anî ziman ku tevî navenda bajarê Kobanê, 360 gund 21 roj in bê elektrîk in.
Cuma destnîşan kir ku birîna elektrîkê rasterast bandorê li nexweşxane, firin û dabînkirina avê dike û diyar kir ku gelek nexweş li malên xwe amûrên oksîjenê bikar tînin û ev rewş xetereyeke mezin li ser jiyana wan çêdike. Wî da zanîn ku xeta elektrîkê ya ku tê Kobanê di ser Sirînê re derbas dibe, ev xet hatiye birîn û bi vî rengî nahêlin elektrîk bigihîje bajêr. Her wiha anî ziman ku xeta avê jî hatiye birîn; di demên ku elektrîk hebû de, av ji Çemê Firatê dihat pompakirin û digihîşt bajêr.
KRÎZA AV, XWARIN Û ŞÎRÊ ZAROKAN
Ji ber dorpêç û birîna elektrîkê ya ku 21 roj in didome, li Kobanê krîzeke giran a avê heye. Ji 15 îstasyonên avê yên li bajêr 14 îstasyon ji ber birîna elektrîkê bi temamî ji xizmetê ketine. Gel hewl dide hewcedariya xwe ya avê ji bîran peyda bike, lê ji bo kişandina ava bîran jî elektrîk lazim e. Ji ber vê yekê, bi derfetên kêm jenerator tên bikaranîn.
Li aliyê din, şîr û xwarina zarokan (mama) hema bêje qediya ye. Ev rewş bi taybetî ji bo pitikên nûbûyî metirsiyeke jiyanî çêdike. Her çend bi rêyên alternatîf hewl tê dayîn ku hinek xwarin bê dabînkirin jî, ev alîkarî tenê dikarin hewcedariya beşeke pir piçûk a gel dabîn bikin.
Her ku dorpêça li ser Kobanê berdewam bike, fikar hene ku krîza di warên tenduristî, av, elektrîk û xwarinê de hîn kûrtir bibe.

