În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo azadiya Hatîce Onaran li gelek bajaran daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarên ku komploya 15’ê Sibatê wê lê bê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêxistiniya DAÎŞ’ê ya li nava HTŞ’ê jinûve tevdigere
Rojava

Rêxistiniya DAÎŞ’ê ya li nava HTŞ’ê jinûve tevdigere

Rojnamevan Demhat Tolhildan û Ozgur Avzem diyar kirin ku rêxistiniya DAÎŞ'ê ya li nava HTŞ'ê jinûve tevdigere û amadekariya êrişeke nû dike. Ji ber ku hikumeta demkî ya Şamê jî gavên pratîkî neavêje, pêvajo bêhtir hesas dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Demhat Tolhildan û Ozgur Avzem rêveçûna hevdîtinên navbera Şam-Rojava, guherîna hevsengiyên leşkerî yên li qadê, rêxistiniya DAÎŞ’ê ya li nava HTŞ’ê, dorpêça li ser Kobanê û bûyerên dawî yên li Rojava ji ANF’ê re nirxandin.

Rojnamevan Demhat Tolhildan anî ziman ku di navbera HTŞ û DAÎŞ’ê de şikestineke cidî heye, gelek komên DAÎŞ’ê li herêmên cuda civîn lidar xistin. Rojnamevan Demhat Tohildan jî got, “Êrişên ku 6’ê Çileyê li Helebê destpê kirin nîşan didin ku şerê li ser xeta Sûriye-Iraqê wê dewam bike. Tê gotin, bi hezaran endamên DAÎŞ’ê yên li nava avaniya fermî ya leşkerî ya HTŞ’ê ne dixwazin ji rêxistinê cuda bibin û xwe bi rengekî cuda bi rêxistin bikin. Tê gotin, ev kom civînên cuda lidar dixin û amadekariyên dikin ku pêleke nû ya êrişê li Sûriyeyê bidin destpêkirin.

DAÎŞ weke ku berê kir, niha jî hewl dide şaneyên xwe yên li herêmên cuda bi cih kiriye jinûve çalak bike. Van koman bi daxuyaniyan ragihandin ku bi rengekî fermî tevlî DAÎŞ’ê bûn. Heta niha qala hejmarek ji zêdeyî 15 hezar kesî tê kirin. Operasyonên rojên dawî yên QSD’ê yên li Hesekê, li hemberî vê rêxistiniya şaneyan e.”

HEVDÎTINÊN ŞAM-ROJAVA

Tolhildan têkildarî hevdîtinên navbera Şam û Rojava jî ev agahî parve kir: “Li gorî peymanê, bicihbûna leşkerî wê dewam bike. Di hevdîtinên bi Şamê re tê plankirin ku hêzên leşkerî bi taybetî li sê nuqteyên li derdora Hesekê bêne bicihkirin. Tê gotin wê li herêmên Kevkev, Wezîr û Til Benderê bêne bicihkirin, her wiha li ser rêya derketina ji Hesekê jî wê hêz hebin. Li gorî peymanê li nava bajaran jî hêzên ewlekariyê wê hebin.

Tê plankirin ku li bajarên Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Dêrikê tûgay bêne bicihkirin; lê belê li ser hejmara tûgayan agahiyeke şênber nîne. Li herêmên weke Hol, Til Berak û Til Hemîsê jî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn wezîfeyê bikin. Li herêma Şedadê jî lihev hate kirin ku ti hêzeke leşkerî nebe.”

REWŞA DAWÎ YA KOBANÊ

Rojnamevan Ozgur Avzem li ser rewşa dawî û dorpêça li ser Kobanê got, “Tabloya li Kobanê li gorî demên beriya niha guhertineke mezin tê de nîne. Di nêzîkatiya hêzên ser bi hikumeta Şamê ya demkî de hinek guherîn hebe jî pêşketineke şênber nîne.

Komên ser bi Şamê dixwazin li gundên derdora Kobanê bi cih bibin, lê QSD’ê ev daxwaz qebûl nekir. Li herêma Şêxlerê lihevkirin çêbû, dihate payin ku heman lihevkirin li Çelebiyê jî bikeve meriyetê, lê belê têkildarî bicihkirina hêzên aliyan de taktîka mijûlkirinê heye. Hêzên Şamê dixwaze pêvajoyê ji demê re bihêle, bi taybetî ji bo vekişîna ji derdor û gundên Kobanê gavekê neavêje. Ji ber vê yekê jî li gelek gundan talan dewam dike.”

HEVSENGIYEKE HESAS

Bi kurtasî li herêmê tabloyeke rawestiyayî heye. Hevdîtin dewam dikin, lê belê gotin nakevin pratîkê. Ev rewş jî hem hewldanên jinûve zindîbûna DAÎŞ’ê hem jî rageşiya navbera Şam û QSD’ê dibe ser zemîneke hesas.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin
Nûçeya Pişt re Bajarên ku komploya 15’ê Sibatê wê lê bê protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Celal Firat: Peyman ji bo hemû gelan derbasdar e

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat anî ziman ku peymana ku di navbera QSD û rêveberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Akdenîzê bi hezaran li dijî desteserkirinê meşiyan

Li navçeya Akdenîzê bi hezaran kes li dijî desteserkirinê meşiyan û peyama, "Em ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasrullah Kuran: PKK’ê li ser navê sosyalîzmê domdarî afirad

Nivîskar Nasrullah Kuran diyar kir ku sosyalîzm ew e ku hebûna civakî timî hewl dide…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî serdana Hesekê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Ji destpêka salê vir ve 150 hezar Efganî ku piraniya wan bi zorê vegeriyan welatê xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Şivan, Berxwedan û Bîrhat hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?