Di 27’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de, dema ku çalakî û daxuyaniyên gelê Kurd li qadên cuda berdewam dikin, şervanên azadiyê jî bi peyamên xwe komplo şermezar kirin.
Şervana azadiyê ya YPJ’ê Nalîn Nîdal a li eniya gundewarê bajaroka Zirgan a Hesekê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku ew têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser Tevgera Azadiyê û gel didomînin. Nîdal anî ziman ku ew bi helwesteke xurt û bi baweriya ji pêvajoya ku Rêber Apo dimeşîne tevdigerin û got: “Êrîşên ku îro bi piştgiriya hêzên hegemon û bi pêşengiya HTŞ’ê tên kirin, rasterast dewama Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ne.”
Nalîn Nîdal got: “Her çend ev êrîş bi destê HTŞ’ê tên kirin xuya bibe jî, li pişt wan gelek hêzên navnetewî û herêmî yên dijberî me hene. Ev, wekî ku Komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn e. Wek hêzên YPG û YPJ’ê hedefa me ew e ku em vê komploya nû vala derxin. Ya ku li hemberî hemû êrîşan me li ser piyan digire, baweriya me ya bi Rêberê me ye. Her êrîşeke li ser Rêbertiyê, di heman demê de êrîşek e li ser gelê me ye.”
Nalîn Nîdal diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin û biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de anî ziman.

