Şemî, 23 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê wê roja Yekşemê bi Rêber Apo re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran li dijî biryara bêhukmiya teqez protesto

    Ji aliyê Stêrk TV

    YSK’ê îtîraza CHP’ê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Elewiyan: Mesele ne tenê CHP ye, siyaseta demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi rojeva ‘Bêhukmiya Teqez’ bi awayekî awarte civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo CHP’ê serdana piştgiriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: Erk û wezîfeya me ye ku armancên şehîdan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komîn vegera li cewhera xwe ye, em ê komînên xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dîroka jinên Kurd de mînakên xweparastinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber pirtûka Rêber Apo salek ceza li girtiyekê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinê: Bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev, bila TMK bê rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê dayikekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar
Kurdistan

Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

Feraşîn Gabar a li Cizîra Botan ji dayik bû li dijî êrişên li ser gel û welatê xwe bi salan têkoşiya, berdêlên giran da û di oxira vê dozê de canê xwe feda kir. Hevrêyên wê ji bo bicihanîna xeyala wê ya azadiyê têkoşînê dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Jineke ciwan a xurt û bi xwe baawer, di berxwedana Cizîra Botan de hîn xurt bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Feraşîn Gabar (Bahar Akyol) li bajarê berxwedanê Cizîra Botan ji dayik bû. Ji eşîra Bilikî ye ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Bahar bi saya welatparêziya malbata xwe hîn bû ku divê çawa xwedî li nasnameya Kurd derkeve. Ji ber zextên dewletê, di nava atmosfereke welê de mezin bû ku polîtîkayên şerê taybet ên dijmin her roj dihate meşandin. Di nava zor û zehmetiyan de mezin bû. Hem zext û zordariya dewletê ya li gelê Cizîra Botan bandor hem li malbata wê hem jî li zarokatiya Bahar kir. Bahar dema mezin bû, hînî rêbaza rast a têkoşînê bû. Bi taybetî li hemberî dagirkeriya ku timî zext li gelê Kurd dikir, hêrsa wê mezin bû.

Di berxwedana Cizîrê de şahidî ji gelek kêliyên giran û bi êş re kir. Lê belê bi têgihiştina vê berxwedanê ev yek ji xwe re kir çavkaniya hêz û biryarê. Di sala 2015’an de bi bandora berxwedana bajêr a li Cizîra Botan li gel temenê xwe yê ciwan weke her ciwanekê/î gihîşt wê baweriyê ku divê tax û gelê xwe biparêze. Bahar ku şahidî ji van kêliyên dîrokî re dikir, di sal a2015’an de di pêvajoya giran a şer de rahişt çekê û li gel hevalên xwe taxa xwe parast. Di vê demê de baweriya ji xwe mezin kir û li ser vê bingehê gavên mezin avêt. Armanca xwe ya jiyaneke bi rûmet li nava refên gerîla dît. Ji ber vê jî berê xwe da çiyê û navê xwe kir Feraşîn Gabar. Pratîka destpêkê li Heftanînê kir, piştre jî derbasî Akademiya Rojîn Gewda bû. Ev perwerde ji bo wê bû destpêka jiyaneke nû ya li nava refên gerîla. Ji bo her gerîlayên azadiyê cihê ku pratîka destpêkê lê meşandiye dibe zemîna bûyîneke nû û ti carî nayê jibîrkirin. Çiyayên Heftanînê jî ji bo gerîla Feraşîn bû destpêkeke nû.

Feraşîn ji xweza û berhemdariya Heftanînê gelekî bi bandor bû. Ji ber vê jî hezkirina wê ya ji xwezaya bi heybet hîn mezin bû. Vê rewşê tevlîbûna wê hîn xurt kir. Bi rengekî çalak beşdarî her karî bû. Destketiyên girîng bi dest xist û bi hevrêtiya xwe ya ji dil kete dilê hemû hevalên xwe. Gerîla Feraşîn ku gelekî bi lez bi pê şet ji bo Akademiya Pisporiya Leşkerî ya Şehîd Mahîr hate pêşniyarkirin. Li ser vê bingehê di sala 2019’an de beşdarî perwerdeya dibistana sabotajê bû. Li vê akademiyê Feraşîn baweriya bi xwe hîn mezin kir û di rêbaza leşkerî de bû xwedî dîsîplîn. Gerîlayên azadiyê bi hezkirineke mezin li van çiyayan dimînin. Li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û digihêjin asteke zanistî. Li hemberî tundî û êrişên dijmin weke keleheke zindî ji bo parastina gelan pêwîstî li ku hebe ew li wê derê ne.

Dijminê ku para xwe ji mirovahiyê wernegirtiye, êrişên mezin bir ser tevgera Apoyî. Lê belê gerîla ji ber ku baweriya xwe ya bi azadiyê gelekî mezin e, li hemberî her cûre êrişan îradeya azadiyê nîşan dan. Dijmin tiştekî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê nekir nehişt, lê belê gerîlayên leheng bi saya dilê xwe yên weke çiyê û wêrekiya xwe berxwedana xwe mezin kirin.

Di vê pêvajoyê de gerîla Feraşîn piştî ku bû xwedî pisporiyê berê xwe da qada fermandar Bêrîtan Xakurkê. Feraşîn Gabar dema ku derbasî Xakurkê bû beşdarî nava tîmên bi tevger bû. ji bo li qada pispor e xwe bi pêş ve bibe û derbên giran li dagirkeran bixe, li vê derê hate wezîfedarkirin. Ji ber ku gerîlayeke gelekî çalak bû di demeke kurt de li qadê amadekariyeke cidî meşand.

Ji jiyan û hevrêtiya xwe ti carî tawîz neda; hevrêyên li gel wê dixebitîn ji sekna wê ya pêşeng bi bandor bûn. Li gel derfetên kêm jî ti carî astengî nas nekir. Lêgerîn û daxwaza Feraşîn hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bû. Ji bo çalakiyan pêk bîne li ser taktîk û gerîlatiya dema nû kûr bû. Di pêvajoya amadekariya çalakiyê de birîndar bû. Lê belê bi hêvî û îradeyeke mezin birîna xwe di demeke kurt de pêça û jinûve li qadê vegeriya. Hîn birînên wê baş nebûbû, lê nekarî ji hevrêyên xwe dûr bikeve. Ji ber vê jî careke din çû Xakurkê û têkoşîna xwe li gel hevalên xwe dewam kir. Di vê pêvajoyê de hêza herî zêde pêşengî ji çalakiyan re kir sekna jin a azad bû. Gelek jin ê pêşeng derketin holê ku ji bo paşerojeke azad canê xwe feda kirin. Ev rewş ti carî ji rêzê nebû; destaneke lehengiyê hate nivîsandin.

Li her devera çiyayên Kurdistanê êriş û bombardûman hatin kirin. Lê belê ti ji van nekarî li hemberî bawerî û hêza gerîla bibe asteng. Sekn û îradeyeke bi heybet derkete holê. Bi vî rengî destanên berxwedanê gav bi gav hatin nivîsandin. Ji her çeperê dengê berxwedan û azadiyê yê gerîla bilind bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî giran dihate meşandin. Dagirker ji ber ku nikarîbûn yekser li hemberî hêzên gerîla şer bikin her carê teknolojî bi kar dianîn. Li herêma Xakurkê bi heman rengî dijmin nekarî li hemberî berxwedana gerîla bisekine, lewma bi hovîtiyeke mezin êriş dikir. Di Nîsana 2024’an de gerîla Feraşîn dema li qada Lolanê bi erka xwe radibû rastî êrişa hewayî hat. Di encama vê êrişê de gerîla Feraşîn Gabar şehîd bû.

Ew ê di dîroka tevgear azadiyê de her tim weke yek ji sembolên jinên azad bê bîranîn; armanca wan a azadiyê û têkoşîna wan tekez bi ser bikeve.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir
Nûçeya Pişt re Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Reqayê 40 çete hatin girtin

Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetan de, ji hucreyên razayî yên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê pîrozbahiya Cejna Vejînê ya bi coş

Li Hesekê, Cejna Vejînê li Parka 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên şervanên YBŞ’ê: Divê demildest zarokên me bên berdan

Malbatên şervanên YBŞ’ê yên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine girtin, bi nameyekê bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?