Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin
Kurdistan

Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

Welatiyên ku li gel hatina meha Remezanê derketin bazarê ji ber buhayên zêde destvala vedigerin malên xwe. Welatiyên ku heya penêr û zeytûnan jî bi deyn distînin, diyar kirin ku însanên destteng hejartir dibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di gel ku li Tirkiyeyê xizanî û krîza aborî kûrtir dibe, daneyên TUIK’ê yên têkildarî daketina rêjeya enflasyonê ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Tevî ku hate diyarkirin ku enflasyon daketiye jî welatî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin û bi taybetî jî bi zemên mezin ketine sala 2026’an. Welatiyên ku nerazîbûnên xwe nîşanî zêdebûna buhayên market bazarê ya beriya zema mûçeya kêmane dan, nekarîn meha Remezanê ji mala xwe re tiştekî bikirin. Welatiyên ku heya nikarin penîr û zeytûnê jî bikirin, êdî van pêdiviyên sereke bi deyn dikirin.

Li gorî daneyên fermî di sala 2025’an de enflasyona salane, li gorî daneyên TUIK’ê heya ji sedî 30,9’an daketiye. Ev rêje, her çend li gorî mehên borî çendekê daketibe jî  nîşan dide ku zêdebûna buhayan berdewam dike. Bi taybetî jî mezaxtinên sereke yên weke xwarin û xanî, di zêdebûna buhayan de xwediyê bandorên herî mezin in û bi berdewamî zextê li budceya malbatan dike. 

Ji aliyê lêçûna jiyanî ve jî di sala 2025’an de zêdebûnê berdewam kir. Li gorî daneyên Turk-Îş’ê di mehên dawîn ên sala 2025’an de sînorê xizaniya malbateke ji çar kesan pêk tê nêzîkî 97-98 hezar TL’yî bûye; sinorê birçîbûnê jî derdora 29-30 TL’yî hate hesabkirin. Van hejmaran nîşan dan ku mûçeya kêmanî ya heyî bi têra mesrefên malbatên destteng nake.

Li gel hatina meha Remezanê li Amedê hem kesên li navenda bajêr dijîn hem jî welatiyên ji gundan hatin, berê xwe dan bazarên penîr û zeytûnan.  Welatiyên ku xwestin penîr û zeytûnan bikirin ku her du jî hem di fitareyê de hem jî di paşîvê de gelek tên xwarin, bi fiyetên buha re rû bi rû man.

Ji ber zêdebûna buhayê şîrî hem firoşkar hem jî bikir ji aliyê aborî ve zehmetiyê dikşînin û esnafan jî diyar kir ku tevî ku wan buha kêm kirine jî ew nikarin tiştekî bifiroşin. Welatiyan jî diyar kirin ku ji ber zêdebûna buhabûnê êdî kirîna penîrî jî veguheriye tiştekî luks.

‘TEVÎ KU ME FIYET KÊM KIRINE JÎ TU KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE’

Esnaf û welatiyên li Sûka Penîrfiroşan a li navçeya Sûr a Amedê ji ajansa me re axivîn, qala zehmetiyên aborî kirin û bang kirin ku divê krîza kûr dibe, were sekinandin.

Welatiyê bi navê Davût Kaya ku ev bîst sal in li Sûka Penîrfiroşan esnaf e, diyar kir ku li gorî salên borî hem hêza kirînê hem jî ya firotinê daketiye. Davût Kaya destnîşan kir ku bêyî ferq û cudahiya buhabûn û erzanbûnê însan nikarin tiştekî bikirin û ev yek anîn ziman: ‘’Beriya niha me pêşiya meha Remezanê 500 kîlo penîr difirot  lê belê em a niha bi zorê 50-60 kîloyan difiroşin. Ji ber buhabûnê ne em dikarin tiştekî bifiroşin ne jî welatî dikarin tiştekî bikirin. Beriya vê Remezanê me buhayê berhemên xwe daxist û me ji bo zirarê jî firotin lê belê tevî vê yekê jî me nekarî em tiştekî bifiroşin. Çima? Ji ber welatî nikarin bikirin. Rewşa mûçeya kêmanî li holê ye; mixabin ku welatî nikarin tiştekî bikirin. Li gorî slên borî rewş gelekî xirabtir e. Her sal û her sal fiyet zêde dibin û dolabên welatiyan jî vala dimînin.’’

Davût Kaya piştre ev yek anîn ziman: ‘’Ev her du berhem berê tiştên erzan bûn lê belê a niha însan êdî nikarin penîr jî bixwin. Ger em bibêjin ku di vê Remezanê de welatî bi awayekî birçî radizên û wisa jî hişyar dibin, nabe derew. Yên ku neçar dimînin tên yan bi karta krediyê yan jî bi deyn penîr dikirin. Di vê rewşê de hem em zirar dikin hem jî bikir zirar dikin. Êdî însanan hêza kirînê nîne, tu tişt nema. Vê krîzê mala welatiyan xirab kir.’’

‘EM DESTVALA VEDIGERIN’

Welatiya bi navê Nûrê Ûlaş jî diyar kir ku ew ji bo danûstandinê hatiye sûkê lê belê bi awayekî destvala vedigere mala xwe û ev yek anîn ziman: ‘’Her tişt gelekî biha ye. Em ji gundan tên û bêyî ku tiştekî bikirin dîsa vedigerin gundê xwe. Berê rewş baştir bû lê belê a niha em nikarin tiştekî bikirin. Kesên ku pereyê wan tune ne, birçî dimînin. Jixwe rewşa xizanan hemû caran weke xwe bû lê belê di demên dawîn de xizantir bûne.

Berê me dikarî em nan û penîr bikirin lê belê a niha ew jî nayên kirîn. Însan birçî radizên û birçî jî hişyar dibin. Ev rewş wê heya ku wisa berdewam bike, em nizanin lê belê gel êdî serî jî ranake. Tiştekî gotinê jî nemaye. Ger em nikaribin du zeytûn û hinek penîr jî bixwin wê demê jixwe tiştekî gotinê namîne.’’

‘GEL BI DEYN PENÎR DIKIRE’

Esnafê pêncî salan ê bi navê Şêxmûs Îlan jî diyar kir ku dikan yek bi yek tên girtin û welatî ji ber krîza aborî heya penîrî jî yan bi deyn yan jî bi karta krediyê dikirin.

Şêxmûs Îlan ev yek anîn ziman: ‘’Ev pêncî sal in ez esnaftiyê dikim. Ev çend sal in gel perîşan e; hêza kirînê qet tune ye. Welatî tên û bi karta krediyê penîr û zeytûnan dikirin. Yên pereyên wan hene, tên dikirin lê belê yên bêpere pirsa fiyetan dikinû diçin. Kesên xwedan pere jî gelekî kêm in. Bes ne penîr, li vir her tişt gelekî biha ye. Kirê, arvan, rûn û av; her tişt gelekî biha ye. Divê ev pêvajo sererast bibe. Divê hêza kirînê sererast bibe da ku em jî bikaribin tiştekî bifiroşin. Berê toraq 10 TL’yan bû em a niha didin 100 TL’yan. Ji ber vê krîzê li vir bi dehan dikan hatin girtin. Tu kes ne rewşa me ne jî rewşa gel dipirse.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Banga 27’ê Sibatê li Rojhilata Navîn pêngaveke demokratîkbûnê ya radîkal da destpêkirin
Nûçeya Pişt re Trump: Me zêdeyî 80 milyon warîl petrol ji Venezûelayê kirî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YE rakirina guhertina saetê xiste rojeva xwe

Komîsyona Ewropayê pêşniyara rakirina guhertina saetên havîn û zivistanê ji nû ve xiste rojeva xwe.…

Ji aliyê Stêrk TV

Qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin

Li Koreya Başûr balafira rêwiyan dema ku neçar ma dakeve qeza kir, herî kêm 122…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?