Bajarê Kobanê ku ji 20’ê Çileya 2026’an û vir ve ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin, 41 rojên zor û zehmet li pey xwe hişt. Rewşa gel her diçe krîtîk dibe. Talankirin, revandin û dizîna mal û milkên xelkê jî ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatin kirin. Rewşa bi hezaran koçber di dibistanan de her nebaş dibe. Ji ber sermayê madeyên sotemeniyê jî nemaye.
Niha gel di meha Remezanê de ye. Gelek kes bi rojî ye. Gelê Kobanê jî rojiya xwe digre. Lê li hin malan jî pariyek nan û kaseyeke ji avê heye. Ji ber dorpêçê her tişt li ser Kobanê hatiye birîn. Hemû pêdiviyên ku jiyan pê dewam dike, hatiye birîn. Lê bi hin rêyên cuda yên qaçaxî, hin pêdivî derbasî bajar dibin, lê ew jî bi miqdarekî gelekî biha tên firotin.
Şîrên zarokan beşekî jê mezin hatiye qutkirin ku zarok niha bi şîrên cuda tên xwedîkirin ku nexweş dikevin. Hejmareke mezin ji zarokên ku şîrên wan hatiye guhertin, nexweş bûne. Zarokên ku nû dibin jî ku tenê dikarin bi şîr jiyana xwe bidomînin, ew jî jiyana wan di tahlûkeyê de ye.
Niha li bajarê Kobanê li gorî agahiyên Desteya Kar û barê Civakî, zêdeyî 200 hezar koçber ber bi navenda bajarê Kobanê ve hatine. Ew koçber li 70 navendên cuda yên weke Mizgeft, Eywanên Şahiyan, Dibistan, Baxçeyê Zarokan û li nava Muzexaneya Kobanê bi cih bûne. Rewşa wan koçberan jî di tahlûkeyê de ye. Ji ber sermaya zêde û tunebûna madeya mazotê, rewşa bi sedan zarok xirab e. Tenê xwe di nava betaniyan de dipêçin û xwe ji sermayê diparêzin.
Heta niha jî rewşa nexweşxane û firneyan jî gelekî krîtîk e. Ji ber kêmbûna mazotê, di heman demê de jî derman, rewşa nexweşxaneyê her diçe zehmetir dibe. Niha zêdeyî 20 hezar kesî ji ber jehirê ya vexwarina avê, berê xwe dane nexweşxaneyê.
Di heman demê de jî rewşa firneyan jî her diçe xirabtir dibe. Li firneyan jî mazot her diçe kêmtir dibe.
Di heman demê de li ser asta herêmê 72 hezar xwendekar jî ji xwendinê xwe bêpar man e. Li gel ku hevpeyman jî hatine îmzekirin di navbera Hêza Sûriyeya Demokratîk û Hikumeta Demkî de Kobanê hîn jî dorpêçkirî ye.

