Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, jin ne tenê beşdar bûn, di heman demê de di gelek waran de bûne pêşeng û ajokarên sereke yên guherînê. Ev şoreş ji bo jinên Rojava bû derfetek dîrokî ku xwe ji zincîrên kevneşopî rizgar bikin. Kevneşopiya ku xwe li ser jinê ferz dikir, bi fikra jina azad dawî lê hat, yanî mejiyê eşîretiyê jî têk çû.
Şoreşa Rojava ku di sala 2012’an de dest pê kir, ne tenê şoreşeke siyasî û leşkerî bû, lê di heman demê de şoreşeke civakî û ramyarî bû ku tê de jin bûne hêza sereke ya guherînê. Ev şoreş nîşan da ku civakek azad tenê bi jinên azad pêk tê. Jin li hemberî rejîma Baasê rabû. Jinê bi ruhê jina azad li ser her baniyekî li şûna alên rejîma Sûriyeyê, alên Kesk, Sor û Zer li ba kirin.
Di dîroka dûr û dirêj de gelek jinên şoreşger serî li hemberî vê fikra desthilatdar rakirin û gelek jin jî bûn mînaka şoreşê: Roza Luksemborg, Clara Zetkîn û gelek jinên ku di dîrokê de navê wan hatiye nivîsandin.
Jin li hemberî desthilatdariyê rêya wekhevî û edaletê dipejirîne li hemberî feodaltiyê, rêya aştî û aramiyê qebûl dike û li hemberî tunebûnê radibe û dibêje ez heme. Xwedawendên jin her tim mohra xwe li dîrokê dane.
Jinê di civaka xwedayî de heta avakirina şaristaniya dewletê ya ku bi Sumeran destpê dike, bi awayekî dadayî û edalet civaka xwe bi rê ve dibir, bi awayekî demokratîk ti ferq nedixist navbera ti kesî.
Piştî derketina şaristaniya dewletê jî gelek demokrat derketin, lê her ji aliyê desthilatdariya ku tenê xwe dibîne ve dihatin tunekirin. Ruxmî ku ew kesên demokrat wekheviya civakê û nekolekirinê pêk tînin dîsa jî ji aliyê desthilatdariyê û ew fikra ku tenê zihniyeta xwe qebûl dike ve, dihatin tunekirin.
Di dîroka dûr û dirêj de, gelek serhildanên Kurdan çêbûn. Dema ku li Kurdistanê desthilatdarî û mêtingerî hate ferzkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê rabû. Rêberê Gelê Kurd bi gotina ‘Kurdistan heye û hatiye dagirkirin’ dest bi serhildana ku heta roja me ya îro didome, kir.
Piştî şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê des pê kir, jinan xwe bi rêxistin kirin û jinan îspat kirin ku dikarin civakê bi rê ve bibin. Hevrîn Xelef û Yusra Derwêş û gelek jinên din mînaka vê ne.
Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê fikrê eşîrtiyê serwer bû, lê bi saya gelek jinên ku li hemberî vê yekê serî hildan, ev fikra eşîrtiyê hate şkandin. Yek ji mînakên vê jî Şîlan Kobanê ye ku li hemberî her cûre desthilatdariyê rabû.
REJÎMA SÛRIYEYÊ BI DESTÊ JINÊN KURD TÊK ÇÛ
Gelek jinên weke şehîd Şîlan Kobanê mohra xwe li vê şoreşê xistin û bûn îlhama tevahî jinên Kurd. Bi ruhê Şîlanan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Şîlanan şoreş dest pê kir û di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma desthilatdar bi temamî têk çû. Ew têkbirin jî bi destê jinê bû.
Di 15’ê Çileya 2005’an de bi avakirina Yekitiya Star re yekemîn sazûmaniya jinan a Rojava destpê kir. Piştî gelek gavên serkeftî Yekîtiya Star qadên xwe yên xebatê berfireh kir. 2016’an bi kongreyekê bû Rêxistina Kongra Star. Di nava Kongra Star de 12 komîte hene ku di bin sîwana wê de xwe bi rêxistin dikin: “Perwerde, akademî, siyaset, parastina civakî, maf û edalet, aboriya komunal, malî, têkilî, çand û huner, tenduristî, ragihandin û komîteya civakî.” Jinan jî di 8’ê Îlona 2017’an de Meclisa Jinên Sûriyê ava kirin. Armanc jê ew bû ku hemû jin bêyî cudahiya netew û olan, cihê xwe di nava xebatê de bigirin.
Lewra 4’ê Nîsana 2013’an bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jin hate ragihandin. Rêxistina Sara ya li dijî tundiya ser jinan di 1’ê Tîrmeha 2013’an de li Qamişlo hat damezrandin. Şaxên wê li her bajarî hatine vekirin û hemû pêkhateyan di nava xwe digre. Rêxistina Sara ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de kar dike.
Yek ji destkeftiyên şoreşê jî Mala jin e. Mala jin cihê parastina nasnameya jin, edalet û wekheviyê ye. Mala yekem 20’ê Adara 2011’an li bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Jineolojî ku zanisteke civakî ye, wek zanista şoreşa jinan tê dîtin, di sala 2015’an de di çarçoveya şoreşa jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kar kir. Kombûna Jinên Zenûbiya 2021’ê bi awayekî fermî hat avakirin. Kombûna Jinên Zenûbiya sîwana ku hemû jinên herêmên rizgarkirî mîna Reqa, Tepqa, Dêrazor û Minbicê di hundirê xwe de dihewîne ye.
Di aliyê Hunerî de jî jinan bi awayekî xweser xwe birêxistin kir. Tevgera Hîlala Zêrîn di 2016’an de li herêma Cizîrê, di 2017’an de li herêma Efrînê û di 2’yê Adara 2018’an de li Kobanê hat avakirin.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengtiya jina azad tê birêvebirin, li hemberî her tundiyê, dibin bend. Jinên Kurd ji dayîkê heta bi ciwanan, her kes rabûn ser piyan û destkeftiyên şoreşa xwe parastin. Li bajarê Kobanê ku niha rastî êrîşan tên, jin bûye seferber û her li qadan dimîne. Jin bi feraseta Apoyî, li ber xwe didin û her dayîkeke ku niha çeka xwe hilgirtiye û bajarê xwe Kobanê diparêze, dibêje “çi dibe bila bibe, ew ê parastina vî bajarî bikin”.

