Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li taxên Berzê û Hemam ên Şamê ji ber bilindbûna asta ava çemê Yezîd, lehî rabû. Hate diyarkirin ku lehiyê baxçeyê Berzê û beşeke herêma Qabûnê da ber xwe.
Li gorî çavkaniyên SOHR’ê, av derbasî gelek malan bû û zirar çêbûn. Şêniyan banga destwerdana lezgîn kir.
Di rojên dawîn de, ji ber barana zêde li gelek taxên Şamê bi taybetî ku xetên kanalîzayonê lê lawaz in, lehî rabûn û rê hatin girtin.

