Li gorî agahiyan, saet di 12:00 de yekîneyên Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê êriş birin ser kampê û teqînan rû dan.
Hate ragihandin ku li Kampa Surdaşê malbatên pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hene.
Nehate zanîn bê ji ber êrişê tiştek bi kesî hatiye yan na.

