Piştî nimêja cejna Remezanê gelê bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Til Temir û Kobanê berê xwe dan pakrewangehên şehîdan.
Xelkê bajarê Dêrikê û gundewarên wê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat kir. Her wiha li Tirbespiyê jî gel serdana Pakrewangeha Şehîd Dilşêr kir, li Qamişlo jî gel serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir.
Şêniyên Hesekê û gundewarên wê serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar kir, gelê Dirbêsiyê serdana Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî, li Til Temir jî çûn Pakrewangeha Şehîdan û li Kobanê bi hezaran kes berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîcle û cejna Remezanê pîroz kir.
Li Pakrewangehên Şehîdan şervanên QSD’ê û meclîsên malbatên şehîdan gel pêşwazî kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir.

