Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Îdrîs Umît hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê qirkirina ekolojîk berdewam dike: Bi sedan darberû hatin birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Newroza Amedê de peyama girtiyên siyasî
Rojane

Di Newroza Amedê de peyama girtiyên siyasî

Girtiyên siyasî di peyama ji bo Newroza Amedê şandîn de, bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya li zindanê di şexsê Mazlum Dogan de bilind bûye û wiha hate gotin, agirê vê berxwedanê ji gelan re bû ronahî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê de ku bi sedhezaran kes tevlî bûne, peyama girtiyên siyasî hate xwendin.

Di peyama li ser navê Denîz Kaya hatiye şandin de wiha hate gotin:

“Cejna Newrozê, strana mirovên li dijî zilmê serî rakirine ye. Navê roja wekî newayek reng bi reng a vejîna xwezayê ye ku nîşeyên çanda berxwedanê li dilê gelên Mezopotamyayê neqişandiye. Gelên her roj ji zalimekî wekî Dehaq ku serokê pergaleke her roj zilm di ser gelan de dibarand rizgar bûyîn, bîranînên xwe yên azadiyê vegerandin destanekê.

Mazlum Dogan ev ala berxwedanê ku di destên gelên Medyayî de bi ba diket dewir girt, di hucreya lê dihat girtin, bi tena serê xwe û di bin şertên herî giran de, bi pêxistina sê darikên neftikê, pêşengiya Kurdên bûne Newroz kir. Meşaleya azadiyê ku di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de li dijî Darbeya 12’ê Îlonê ya faşîst li zindanan bilind bû, li çiyayên Kurdistanê vegeriya têkoşîna mezin a azadiyê.

Agirê bi vê berxwedanê mezin bû, ji gelan re bû ronahî. Bû romanek li ser zimanan digere û felsefeya Kurdên azad.

Agirê azadiyê di hişmendiya Zekiye Alkan de ku li ser bedenên Sûrên Amedê agir berda canê xwe, vegeriya serhildanên gel. Tililiyên li Licê, Dîgor, Cizîr û Nisêbînê bilind bûn, vegeriya serhildana bêhempa ya gelê Kurd.

Rahşan Demîrel ku li ser bedenên Kadîfekaleyê agir berda canê xwe, ev ala pîroz dewir girt, rastiya jiyana bi nasnameya xwe ya neteweyî nîşanî Kurdên bi darê zorê koçî çar aliyên Tirkiyeyê hatine kirin, da. Nîşan da ku jiyana bi nasnameya neteweyî ya azad tenê bi vegerîna îradeyeke ji gogek agir pêkan e.

Tevgera Azadiya Kurd her roj pêlên nû li kevneşopiya Newrozê zêde kir û têkoşîna azadiyê mezin kir. Agirê Newrozê Kurdên dîasporayê yên li welatên Ewropayê ku cihê modernîteya kapîtalîst herê zêde lê bi rêxistin kiriye, dijîn jî hembêz kir. Nîşanî dost û dijminan hate dayîn ku jiyanek li Ewropayê pêkan be, ew jî tenê bi kesayetek û îradeyek li gorî Ronahî û Bêrîvanê mimkûn e.

Rêheval Sema Yuce berxwedan pêşvetir bir û li zindana Çanakkaleyê meşaleya azadiyê bilindtir kir û bi têkoşîna azadiya jinê re kire yek. Di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de pirek ji agir ava kir. Bi hişmendiya îdeolojiya azadiya jinê derbeyek giran li hişmendiya kesayetên tesfiyekar ên wekî lingek komployê tevdigerin, da.

Rêheval Fîkrî Baygeldî ku di kêliya ewil de peyama ji pêşengên tekoşîna azadiya jinê rêheval Sema fam kir, karî di xeta Semayê de bibe rêheval û bibe lingek pira azadiyê ya bi agirê Newrozê hatiye avakirin.

Serokatiya me Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kêlî bi kêlî honandiye û xebatên pratîk û polîtîk ên avakirinê dane destpêkirin. Em di şexsê Serokatiya xwe de Newroza gelê xwe yê welatparêz, hêzên xwe yên gerîla, dostên xwe û hemû rêhevalên di zindanan de bi dil û can pîroz dikin. Em hemû rêhevalên di dema pîrozbahiyên Newrozê de şehîd bûne bi rêzdarî bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û soza serkeftinê didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pîrozbahiya Newrozê li Amedê destpê kir
Nûçeya Pişt re Îlham Ehmed: Hingî ku pêvajoya li Bakur pêşde diçe, siberoja hemû parçeyan garantî dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol wê di navbera 20-26’ê Cotmehê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û şehîdên şoreşê yên di dawiya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gava li ser mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike’

Mûrat Aba diyar kir ku biryara binpêkirinê ya ku DMME’yê têkildarî Rêber Apo, ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?