Soydan Akay veguherîna civakî, siyasî û dîrokî ya Newrozê nirxand û pêvajoya ji destpêka salên 1990’î û vir ve hem di çarçoveya tecrûbeya xwe ya şexsî hem jî hişê kolektîf nirxand. Li gorî Akay, Newroz ne tenê rîtuelek e; di heman demê de weke yek ji momentên bingehîn ên veguherîna civakî, berxwedan û avakirina nasnameyê ava bû.
Akay destnîşan kir ku wateya Newrozê ya destpêka salên 1990’î xwe dispêre piştperdeyeke dîrokî ya xurt û anî ziman ku vegotina li ser fîgurên efsanewî hişmendiya neteweyî xwedî kiriye. Ragihand ku li gel vê yekê, nifşê wî ji vegotinên mîtolojîk wêdetir bi giranî ji fîgurên berxwedanê yên dema nêz bi bandor bû.
Akay diyar kir ku Newroz bi demê re ji rojeke bîranînê yan jî sembolîk wêdetir bi tevlîbûna yekser a gel re bû xwedî karakterekî girseyî.
Soydan Akay ragihand ku çalakiyên biçûk ên vê demê jî xwedî wateyên mezin bû û got, “Di vê demê de pîrozbahiyên Newrozê li gorî ruhê vejînê girseyî bû. Li bajarên rojava bi hatina Newrozê re çalakiyên nava kolanan ku weke ‘korsan’ dihatin pênasekirin, coşeke mezin bi xwe re dianîn. Şewitandina lastîkekê, qîrîna dirûşmekê û nivîsandina ‘Bijî Newroz’ çalakiyeke mezin bû. Li Kurdistanê jî gel li dijî rejîma wê demê mirin dida ber çavên xwe û dadiket qadan, radibû serhildanê.”
Akay bi bîr xist ku Newroza 1993’an ji aliyê siyasî ve di atmosfereke cuda de pêk hat, pêvajoya agirbestê ya wê salê bandora yekser li pîrozbahiyan kir û anî ziman ku ev yek tecrûbeya dawî ya Newrozê ya ‘azad’ a jiyana wî bû. Akay got, “Li Îzmîrê ku hindik mabû min lîse biqedanda, Rahşan Demîrel li Kadîfekaleyê bedena xwe di Newrozê de da ber agir. Vê yekê rêveçûna Newrozê guhert. Ji xwe Newroz bûbû nôşaneya hebûn û jinûve vejîna çand û nasnameya Kurd û di mijara înkarkirin Kurdan de dewletê paşve gav avêtibû. Naskirina ‘realîteya Kurd’ encamek ji rastiya gelê Newrozbûyî bû. Newroza vê demê Newroza vejînê bû.
Me Newroza 1993’an li Îzmîrê dema ku kar dikir plan kiribû û pîroz kiribû. Li Karabaglar Çamlikê pêk hatibû. Wê demê pêşketineke balkêş bû: PKK’ê û dewletê li ser agirbestê li hev kiribûn û Newroz jî li ser bingeheke aştiyane hatibû pîrozkirin. Ev yek Newroza min a dawî bû ku li derve hate pîrozkirin.”
Akay destnîşan kir ku ji bo wî wateyeke gelekî xurt e ku piştî dîlgirtina zêdeyî sih salan jinûve tevlî qada Newrozê bû û ev tecrûbe weke nîşaneyeke şênber a hebûna kolektîf pênase kir.
Soydan Akay diyar kir ku bi taybetî pîrozbahiyên li Amedê rewşa şênber a yekbûna civakî ye û goot, “Piştî girtina ji 32 salan, roja ku PKK hate fesixkirin hatim berdan. Weke gelek hevalên xwe, min jî xeyal dikir ku rojekê li Amedê beşdarî Newrozê bibim. Ez doh li wir bûm. Min ji xwe re got, ‘belê’ wêneyê herî bedew ê hebûna Kurdan! Xeyala min ew bû ku Rêbertî rojekê bê vê derê. Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li wir be. Wêneyê rastî hingî dikare temam bibe.”

