Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da projeya “Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e” ku 18’ê Adarê bi îmzey 200 kesayetên li Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em wek Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê yekhelwestiya xwe bi naveroka wê peyama ku hatibû pêşkêşkirinre nîşan didîn. Ev pêwîstiyeke neçarî ya vê qonaxê ye, bê guman berpirsyartiya tevayî aliyên siyasiye ku piştgiriya vê projeyê bikin. Yekdengiya gelê me derfeteke mezine ji bo derbaskirina metirsiyên cidî. Rewşek dîrokî derketiye pêş daku ji bo berjewendiyên gelê Kurd li derdora mêzeyekî kom bibîn. Em bi germî piştgiriyê didinê. Wek Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê tişta di vî alî de bikeve ser milê me em ji bo bicihanînê amadene.”

