Serdar Şîtîlay ê ku 33 salan di girtîgehê de hat ragirtin ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Elazigê hat berdan.
Şîtîlay di sala 1993’yan de li Amed hatibû binçavkirin, bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Diyarbekirê di 9’ê Gulana 1994’an de cezayê hepsa heta hetayê lê birîbû.
Şîtîlay ê ku berdana wî gelek caran hat taloqkirin, herî dawî di 24’ê Îlona 2025’an de ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hat nirxandin û berdana wî cara 6’emîn ji bo 6 mehan hat taloqkirin.
Şîtîlay piştî ku dema taloqkirinê qediya, serbest hat berdan. Şîtîlay li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve hat pêşwazîkirin. Piştre Şîtîlay ber bi bajarê xwe yê jidayikbûye, Licê ya Amedê ve bi rê ket.

