Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha bi 5.8 pileyî hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê SUDEF’ê Turker: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, amade ne ku bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şehîdên enternasyonalîst li Qamişloyê hatin bîranîn
Rojava

Şehîdên enternasyonalîst li Qamişloyê hatin bîranîn

Di salvegera çalakiya Elefteria Fortulaki ya ku bi gotina “ez Kurdistanê jî mîna welatê xwe dibînim” Newroz bi bedena xwe mezin kir, li Qamişlo merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Duh gelê Kurd û enternasyonalên ku piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya jinê, li Rojava bi merasîmeke bîranînê hatin ba hev. Di şexsê şoreşgera Yewnan Elefteria Fortulaki, fermandara YPJ’ê Sîdar Efrîn, fermandara gerîla Emîne Erciyes û şervana azadiyê ya enternasyonalîst Tîjda Zagros (Kelly Freigang) de hemû şehîd hatin bîranîn.

 

Ji bo enternasyonalîsta Yewnan Elefteria Fortulaki ya ku dema 23 salî di 24’ê Adara 2006’an de li Atînayê bedena xwe da ber agir û deng da têkoşîna Kurdan, fermandara YPJ’ê Sîdar Efrîn a ku 18’ê Çileyê li Tebqayê şehîd bû, fermandara gerîla ya Tirkmen Emîne Erciyes ku sala 2020’an li çiyayên Kurdistanê şehîd bû û enternasyonalîsta Elman Kelly Feigang (Tîjda Zagros) a ku havîna 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Malbatên şehîdan, rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiya siyasî û gelek enternasyonalîst beşdarî bîranînê bûn.

Di axaftinan de bal kişandin ser polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li herêmê û hate diyarkirin ku bîranînên bi vî rengî ji bo aştî û lêgerîna siberoja hevpar girîng e. Bavê şervaneke YPJ’ê got, “Ev bîranîn daxwaza aştiya hevpar a gelên cuda xurt dike.”

Enternasyonalîstek ji Spanyayê wiha got, “Rêber Apo ji bo bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tundiyê bişkîne û projeyeke wekheviyê pêşkêş bike, gaveke nû avêt.”

Di çarçoveya bîranînê de şanoyek hate pêşkêşkirin. Bi tevkariya komên “Gemeinsam Kämpfen (Têkoşîna Bi Hev Re)”, “Jin Rojava Diparêzin” û “Astare Arte” eleqeyek zêde nîşanî merasîmê hate dayîn.

Endamên Enstîtuya Andrea Wolf jî têkildarî efsaneya Şahmeran şanoyeke kurt pêşkêş kirin. Di merasîmê de peyamên bi dîmen ên malbatên Azad Şergeş ê Elmanyayî ku li çiyayên azad şehîd bû û Baran Sason ê Hollandayî ku li Dêrazorê di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd bû, hatin parvekirin.

PEYAMÊN AŞTÎ Û YEKÎTIYÊ

Bîranîn bi bangên aştî û wekheviyê bi dawî bû. Dayika şervanê YPG’ê yê ku meha Çileyê di êrîşa hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de şehîd bû, hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Daxwaza aştiyê ji parzemîn û sînoran wêdetir, mirovan dike yek. Ciwanên ku ji çar aliyên cîhanê hatine vir, nîşan didin ku em li ser rêya rast in.”

Piştî bîranînê beşdaran berê xwe da merasîma veşartina cenaze ya şervanê YPG’ê Karker Qamişlo.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Derbarê polîsê ku Efe kuşt îdîaname hat amadekirin!
Nûçeya Pişt re TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

El Sadr ji bo Sûriyeya nû bal kişand ser girîngiya ‘demokrasiyê’

Lîderê siyasî û olî yê Şîa El Sadr piştî hilweşîna rejîma Baas daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li xala kontrolê ya li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji MHP’ê daxuyaniya ‘rêberê damezrîner’: Tirkiye divê êdî hin tiştan li pey xwe bihêle

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Îsmaîl Ozdemîr bersiv da nerazîbûna li hemberî gotina 'Rêberê damezrîner…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ne li dijî ti zimanî ne, lê mafê me ye ku em bi Kurdî bixwînin’

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê cenazeyê şervanek hat veşartin, 2 şervan hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rimêlanê konê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?